Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

İran li Şingal tehdîd e, ji bona Telavîv û Hewlêr!

A+A-

Di van rojande ajansên cîhanê û diplomatên emerîka, Ewrûpa û Rojhilata Naverast li ser yek mijarê radiwestin. Ew jî hebûna Îran û hebûna rolên hêzên wê yên paramilîter li Rojhilata Naverast û armancên Îran e.

Rojnameya „The Algemeniener" di raporek xwe de eşkere dike ku; „eger çiyayê Şingalê bê kontrol kirin, tê wateya kontrol kirina hemû navçeyê."(!) Û metirsiya Îran li ser herêmê bi vê hevokê temam dike: ''Îran dikare ji wê derê êrîş bike ser Telavîv ê û alîkariyê bo Hizbullah a Lûbnanê rêbike.''(!)

Di eynî raporê de hişyarîyek din jî ewe ku: "milîsên heşdî şeibî yên ser bi Îranê dest li ser Şingalê de girtine û hewla avakirina binkeyek leşkerî li ser çiyayê Şingalê dikin".

(Bînim bîra we ku piştî 16.10.2017 an li ser çiyayên Şingal hêzên paramilîter yên Îran û hêzên bi ser PKK ve (Yekîneyên Berxwedana Şingalê) gihîştine hev. Li ser pîlanên hevbeş hûrdibin!)

Endamekî Temsîlkarên Meclîsa YDA Trent Franks jî di daxuyanîyek xwe de, di derheqa tevdegerînên di herêmê de, bêhelwestîya YDA rexne dike û diyar dike ku:

„Divê YDA ji serokwezîrê İraq Heyder Ebedî re raser bêje ku; heger tu li henber kurdan vê neyartîyê bidomîne, Emerîka piştgirîya xwe a ji bona İraq bipaşde dikişîne. Kurd hevalbendên YDA û dostin. Ki li henber kurdan neyartîyê bike, ew neyarên Emerîka ne jî"(!)

Di daxuyanîyek xwe de serokwezîrê Îsrail  Binyamin Netanyahu jî balê dikişîne ser rewşa herêmê û metirsîya Îran li ser herêmê bi kurteraporekê tîne ziman:

„İran, dîrekt an jî bi destê mîlîsên xwe yên ku terorê li Rojhilata Naverast geşdikin, mudaxaleyî herêmê dike. Libnan û Yemen bicarekê de xistîye bin bandora xwe. Hewlên ku İraq û Sûrîye jî têxe bin kontrola xwe dide."(!)

Wezîrrê Derve yê Erebistana Siûdiyê Adil Cubêr jî di hevdîtineke televizyonî de li gel kenala CNBC derbarê destewerdana Îranê li navçeyê got ku; „ji ber ku, Îran palpiştiyê dide terorê, divê civaka navnetewî zincîrek ji dûrpêçan bixe ser Tehranê."

Piştî van agahîyan, emê werin ser vê hevoka rapora Rojnameya The Algemeniener; „eger çiyayê Şingalê bê kontrol kirin, tê wateya kontrol kirina hemû navçeyê."(!) Navçe têkeve destê Îran. Dibe metirsî li ser Hevlêr û Tevavîv!

Berî her tiştî, dema ku em li erdnîgarîya cîhên ku Şingal têdeye û çiyayên derdorê mêze bikin, emê hîn baştir sebeban derxin ber çavan.
Ji alî jeopolitik û jeostratejîk de Şingal bi ser parêzgeha Musilê ve giradayî ye. ji alî bakur de nêzî Xabûr dibe. Di nava vê herêm de bajarên biçûk wek Zûmar, Rebîa û hinek deverên din hene. Ji alî başûr de digihêje heta ser hidûdê Nînovayê û ji bakurê rojava jî digihê ser hudûdê bajarê Al Kaîf. 
Di herêmê de çiyayê Şingal, ji hêla leşkerî de bi bilindbûna xwe cîhekî stratejîk e. Ji çîyayê Şengalê gelek ji axa Îsraîl, Urdun, Sûrîyê, Tirkiyê û Iraqê tê kontrol kirin.
(Bînim bîra we; di „Şerê li henber Saddam" de hemû êrîşên ser Îsraîl bi roketên menzîldirêj ji çiyayên Şingal hatin avêtin.) Ev jî tê wê wateyê ku çiyayê Şingal xwedî kontrolek leşkerî a stratejîya herêmê ye. Ji dewletên herêmê wek Îran, İraq, Surîye û Tirkîye re xwedî girîngîyek mezin e. 
Yek jê sebeba PKK û derxistina alozîyan evbû. Ba û bahoz û alozîyên ku PKK derdixist li ser çiyayê Şingal, ne ji bona berjewendîyên kurdan bû. Ev hebûna PKK li çiyayên Şingal, xizmet ji îran, İraq, ji Tirkîye û ji Surîye re dikir. Li pişt van alozîyan ew dilnexwazên ku dijminatîya Kurdistanek serbixwe dikirin hebûn. Îro milbimilaneya hêzên PKK û hêzên paramilîter yên Îran li ser çiyayên Şingal, ev rastî pejirand. Di dorpêça xaka azad a Kurdistan de, rolê van dewletan û bêdengîya PKK di vî warî de hevalbendîyê û armancan dipejirîne.

 Pirsgirêkên ku ji roja DAİŞ êrîşî Şingal kirîye û heta niha PKK li Şingal derdixist û bikar tanî, xizmet ji vê stratejîya Îran û van dewletên dagirkar re dikir. Li pişt vê stratejîya PKK, ev hêz û stratejîstên wan dewletan hebûn, ku niha hêzên paramilîter yên îran (Haşdî Şaabî) û yên PKK di herêmê de gihîştin hev.

Yên ku ev çend sale li çiyayên Şingal hebûna hêzên PKK fînanse dikirin, organîze dikirin, pirçek dikirin, yek hêzin.  Mûçeyên Haşdî Şaabî û YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şingalê) ji yek destî tên dan û emir ji yek cîhî digirin. Sebeba ku Haşdî Şaabî û PKK hêzên xwe dikişînin ser Çîyayê şingalê yek armanca wan heye. 
-Li gor raporta rojname ya (Şerqulewset) ku li Londonê hatiye belav kirin, 
„YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şingalê) ku ser bi PKKê ye, ji aliyê heşdî şeibî ve mehane mûçe ji wan re tê dayîn. Dervey wê jî di heyama borî de efser û fermandarên sipaha pasdarên Îranê li Şingal ê serdana binke û baregehên YBŞê kirine, gotûbêja pirçekbûn û çekên giran kirine." Ji PKK re.
Di eynî rojnameyê de rêveberekî partiya Dewa Îslamî ya Nûrî Malikî di daxuyaniyeke bo rojnameyê de diyar kiriye; 
„piştî ku navçeya Şingalê û gundên êzdiyan ket dest PKKê, li ser daxwaza Malikî û bi hemahengiya li gel sipaha Pasdarên Îranê YBŞ ji aliyê PKKê ve hatiye ava kirin."
Di eynî Rojnameyê de berpirsê Dawa Îslamî armanca YBŞ bi şîweyek zelal eşkere dike:
''Armanca avakirina YBŞê, vekirina serdestiya heşdî şeibî ye, li ser rêyên hişk ên di navbera Iraqê û Sûriyê de û bo gehandina piştevaniya leşkerî bo hêzên Îranê û milîsên li Sûriyê, ji ber ew rê pir stratejîke û pir giringe û Îran ji serdestiya Pêşmerge li navçeyê ditirse.''

Em dikarin bêjin ku îro ev armanc li çiyayên Şingalê pêkhatîye. 
Ev berpirsê Dawa Îslamî eşkere dibêje:
''Gurkirina şer di navbera kurdan de rê xweş dike bo hêzên heşdî şeibî, ku rê li pêş hewldanên tekoşîna serxwebûna Kurdistanê û serokê herêma Kurdistanê û partiyên din ên Kurdistanê digire."(!)

Di hewla êrîşên artêşa İraq, hêzên paramilîter yên îran û îxaneta beşek ji YNK de jî ev armanc; li Kerkuk û derdorên wê de  di 16.10.2017 an de sebebek vekişandina hêzên Peşmergan bû. 
Dema ku em bi vê armancê hebûna hêzên paramilîter yên Îran û hêza PKK li çiyayên Şingal bi hev re şîrove bikin rewş baştır zelal dibe.

Noqtan din a balkêş ewe ku, pir siyasetmedar û rewşenbîr-rojnamegerên Kurd, vekişandina hêzên pêşmergan û dagirkirina beşek ji axa Kurdistan rexne dikin(!) Lê napirsin PKK û hêzên paramilîter yên Îran li ser çiyayên Şingal bihev re çi dikin?
Ji ber ku armanca bicîhbûna PKK li şingal derxistina şerekî qirêj bû. Di vî warî de serkevtî nebû û niha bi hêzên paramilîter yên îran re li ser çîyanên Şingal dostin(!)
Berpirsîyarên hêzên YBŞ (Egîd Civyan û Zekî Şingalî) eşkere digot; „bê fermana rêveberiya PKKê ya li Qendîlê, ew xwedî desthilat nînin ku ti biryarekê bidin."(!)
Raste ti tiştek di destê yên berpirsiyarê hêzên PKK yê Şingalê de tineye. Divê emir ji Qandîl, ji Îmrali were. Ev herdû cîh jî li gor helwesta efendîyên xwe (Îran, İraq, Surîye, Tirkîye) tevdigerin(!)

Tê wê wateyê ku êrîşên di 16.10.2017 an de hatin ser xaka Kurdistan, milbimilîya PKK û hêzên paramilîter yên Îran li ser çiyayên Şingal bi emrê Rêveberên PKK yên Qandîl hatîye organîze kirin. Di ewnî armancê de têkilîya PKK bi baskê îxanetê re jî û êrîşên ku tîne ser hêzên serxwebûnxwaz jî, helwesta PKK eşkere dike.

11.11.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin