
Îran: 700 kes bi tohmeta sîxuriyê hatin girtin
.
Di şerê 12 rojî yê di navbera Îran û Îsraîlê de, Îranê 700 sîxurên Îsraîlî girtin û sê ji wan bi tohmeta sîxurtiya ji bo ajansa îstîxbarata Îsraîlê Mossadê îdam kirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a Mehr, di 12 rojên pevçûnên tund ên Îranê de 700 kes hatine girtin ku hatiye dîtin sîxurên Îsraîlê ne.
Her çend hat ragihandin ku piraniya girtiyan li parêzgehên Kirmaşan, Îsfehan, Xuzistan, Fars û Loristan bûn jî, lê hejmarên rastîn ên derbarê hejmara girtiyan li parêzgeha Tehranê de nehatin eşkerekirin.
Tawanên li dijî kesên hatine girtin ev in: "pîlotkirina balafirên biçûk û dronên xwekuj, çêkirina teqemeniyên destçêkirî, wênegirtina tesîsên leşkerî yên hesas û dayîna agahiyan ji artêşa Îsraîlê".
Ajansa nûçeyan a dadweriyê Mîzan ragihand ku sê kesên ku bi sîxuriya ji bo Mossadê û qaçaxçîtiya materyalên ku di kuştinan de hatine bikaranîn sûcdar hatin dîtin, roja Çarşemê hatin îdamkirin.
Herwiha tekez kir ku ev hejmar li ser bingeha raporên fermî yên saziyên ewlehî û dadweriyê yên Îranê ne û dozên welatiyên biyanî yên girtî tê de nînin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin