Îdrîs Baluken ji girtîgehê derket

Îdrîs Baluken ji girtîgehê derket

.

A+A-

Parlamenterê berê yê HDPê yê Diyarbekirê Îdrîs Baluken piştî ku cezayê xwe temam kir ji girtîgehê derket.

Balûken piştî ku înfaza xwe temam kir ji Girtîgeha Sîncanê hat berdan. Berê biryara berdanê dabû Balûken û piştre jî îtîraz hat kirin.

Balûken di çarçoveya operasyona li dijî HDPê ya sala 2016an de hatibû desteserkirin.

Alîkarê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken ku di 3yê Mijdarê de li avahiya HDPê ya Enqereyê hat desteserkirin, di 4ê Mijdarê de ji aliyê dadgehê ve sewqî Çewlikê hat kirin.

Îdrîs Baluken bi îdiaya "pesnê sûc û sûcdar, propagandaya rêxistina terorê, bêyî ku endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye û bi eşkereyî heqaret li miletê Tirk, sazî û dezgehên dewletê û li dewleta Komara Tirkiyeyê kiriye" hat sûcdarkirin."

Îdrîs Baluken weke endamê Heyeta Îmraliyê, di pêvajoya çareseriyê de gelek caran bi Îmralî û Qendîlê re hevdîtin pêk anî û beşdarî danûstandinan bû.

Balûken ku di 4ê Mijdara 2016an de tevî Hevserokên Giştî yên HDPê hatibû girtin, di 30yê Çileya 2017an de di danişîna ewil de hat berdan û 2 roj şûnde li ser îtiraza dozgeriyê dîsa hat girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin