Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Îda Çarşema serê nisanê, ya ku vê êvarê li nav Êzdiyên Mergeha Şerfedîn destpêdike li hemû Êzdiyan û xelkê însanetiyê pîroz be!

A+A-

Xwandevanên hêja,

min ev zanîna ku ilimdarê Mergeha Şerfedîn û Şengalê yê rêzdar Feqîr Cirdo Evdo, li ser hesabê salnama Êzdîtiyê*1 ji birêz Ayad Abdallah ra gotî û ew î jî di malpera xwe de bi tîpên erebî belakiriye*2 ji bo we û bi alîkariya birê Feqîr Elî Cirdo wergerandiye ser latînî.

Destpêkê de bila „Bila cejna we pîroz be. Ez ji Xwedê, melayîketên wî û padîşahê cejnê hêvî dikim ku,  ev îda ji bo hemû Êzdiyan û însanan bibe xêr û xweşî !

Silavên min ji we hemû Êzdiyan û  xelkê însanetiyê ra hene.

Rebil Alemîn dinya çêkir, erd cemidî Laliş anî . Sal û meh danîn , ilmê xwe şande erdê nav beşeriyetê.  Ev hesab (salnamê) şand û ew di nav ilmê de tê. Hesabê ne ji ilim bê, ne ji ilmê batinê bê , ew ne ji zagona batinê ye.  Divê ev hesabê batiniyê tu carî neyê guhirandin.

Hesab li ser alim, oldar, mezinên Êzdiyan û zanên dinyayê ye. Hesabekî mezin li ser xwandevanan heye, ji ber ku ew şareza bin,  li ser dinya yê, divê ew ji Rebê xwe ra jî şaraze û zane bin. Xwe ji Rebê xwe ra daynin .  Ê ku şuxlê xwe ji hesab bînê û ji hesab bi peyîvê, bila zanibe sal diwazde mehin.

Heke  got ku, ev meha kanûnê an jî meha sibatê bi çendî  û derket derew, weke salê diwazdeh mehan, diwazdeh caran derew li batinê   û melekên Xwedê kirin.

Vêca  hesabê heyvê jî wisa, ku bivê va heyv hewçend şevî ye , derket derew û ne rast , derewek li batinê kir.

Heçiyê bi derwan bibêje filan rojê  îdên Êzdiyan , îslamê, xiristiyanî û cihûyan in û ne rast be , ew î derewî li batinê kir. 

Bahtin bi gotina yekî cihê sal û mehan naguherîne. Eger ku niha kesekî li Lalişê bankir û  got, me ciyê salê li Mekê Medînê û Qudsê guherand , Rebilalemîn bi gotina yekî salê na guherîne.

Sal , sala Rebilalemîne û ew her li ser wê teşkîla ku berê daniye ye.

Bila mirov bizanibin ku Xwedê heye, heq û hisabek  li ser wan heye . Heçiyên li gor meyla edaleta Xwedê bimeşen, pêwiste ew dadmendiyê fêhmbikin, rêya rast û  dirûst bidine ber xelqê. 

Heçiyê hesabên van îdan û bûyerên olî  dînî , yên Êzdiyan rûmetî ket jê tê , heçiyê ku gelek lê kom bûn bibêjin em ê,  ji peyva  filan anjî bîvanî nakin , bila wê rûmetiyê bi terkînin û dev jê berdin. Ji ilm û qewlê xwe rêyeke rast bigrin û bi wê rêyê ve bimeşin. Wê Xwedê wan bihasilîne.

Êzdî li Rûsyayê jî hene , ku tû ji Welatşêx biçî cem wan û ji wan bipirsî , ew ê jî bersivê bidin ku, ev hesabê bav û bapîrên me ye. Vêca ku bêjin ev hesabê bavê me ye jî, lê hesab ne yê bapîrê wan e .

Em dizanin, dema qewal Reşo di navbêna salên 1880 heta 1915-an de  çûye nav Êzîdiyên zozana, hingê hesabê Êzdiyan ji ilim yek bû û ne didobûn. Em dizanin, heke rûmetî ketiye vî hesabî de û yek yekî din qanih dike . Lê em  xelqê  Şengalê na qanihin û em terka vî hesabî nadin . Em înad nadin, hesabê me li ilim û qewla tê . Di nav qewlê mehan de jî, ji van cejn û bûyerên ku tên gotin û  ji vegera rojê xeber dide. Em terka vî hesabî nadin .“

Xwedê xilmeta ilimdarê rêzdar Feqîr Cirdo Evdo . birê Elî Cirdo û kekê Ayad Abdallah qebûl bike !

Hêvîdarim evagahdarî û wergera min jî bi dilê wan û we be!

Çavkanî;

1             Kemal Tolan- Divê cûdebûnên ku, ketine nav hesabê salnama Êzdîtiyê li gorî kevnariya ilim û qewlên Êzdîtiyê bêne sererastkirin!

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/3203470993201893

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/3205803969635262

2             Ayad Abdallah

https://www.facebook.com/cyi.cingali/posts/348923387287350

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin