
HSD: Hêzên hikûmeta Sûriyeyê li Dêr Hafirê êrîşî 4 çeperên me kirin
.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên ser bi Hikûmeta Şamê ve li herêma Dêr Hafirê êrîşî ser çeperên wan kirine û tekez kir, ew hikûmeta Sûriyeyê ji van êrîşan berpirsyar dibînin û ji bo parastina rewa bi temamî amade ne.
Navenda Ragihandinê ya HSDê îro 4ê Tebaxê daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir û tê de got: "Di saet 03:00ê berbangê de, komên ser bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve êrîşek li dijî çar çeperên hêzên me yên li gundê Îmam ê ser bi herêma Dêr Hafirê ve pêk anîn. Hêzên me li hember êrîşê sekinîn û ji bo parastina çeper û şervanên xwe bersiva pêwîst dan. Li ser vê yekê pevçûnên ku 20 xulekan dom kirin, derketin."
HSDê hişyarî da ku ev êrîş pêngaveke metirsîdar e û ragihand: "Em tekez dikin ku ev destdirêjiya dubare, pêngaveke plankirî ye û gefê li aramî û seqamgiriya herêmê dixwe. Em hikûmeta Şamê bi temamî ji vê yekê berpirsyar dibînin. Em tekez dikin ku hêzên me ji her demê zêdetir amade ne ku mafê xwe yê bersivdana rewa bi hemû hêz û biryardariyê bi kar bînin."
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku ev ne cara yekem e ku hêzên hikûmetê êrîşan pêk tînin û hat gotin ku di 2ê Tebaxê de jî "komên bêdîsîplîn" ên di nava refên hêzên hikûmeta Şamê de, bi zêdetirî deh hawanan êrîşî xetên temasê yên li Dêr Hafirê kiribûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin