Hoşyar Zêbarî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî hêsankarî bo seredankerên Şîe kirine

Hoşyar Zêbarî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî hêsankarî bo seredankerên Şîe kirine

.

A+A-

Endamekî Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya rêzgirtina li Şîeyan û sirûdên wan de hemî hêsankarî ji bo seredankerên Îranî û Azerbaycanî kirine.

Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî îro (Çarşem, 6ê Tebaxa 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye ku, ew rêzê li baweriyên mirovan bi giştî û Şîeyan bi taybetî û sirûd û merasîmên wan di werzê serdankirina cihên wan ên pîroz de digirin.

Hoşyar Zêbarî tekez jî kiriye, “Di çarçoveya vê rêzgirtina li baweriyên mirovatî û Şîeyan de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî hêsankarî û alîkarî pêşkêşî seredankerên Îranî û Azerbaycanî kirine, da ku tevlî çiliya Îmam Hisên û merasîmên Kerbela û Necefê bibin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin