Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê: Eva ku li Îranê de diqewime, berhema siyasetên komara îslamî ye

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê: Eva ku li Îranê de diqewime, berhema siyasetên komara îslamî ye

.

A+A-

Sibêdeha roja Înê 23ê Cozerdana 1404 a Rojî, Îsraîlê li çend pêlên êrîşkirinan ên berfireh de çendîn binkeyên serbazî û navkî yên komara îslamiya îranê li çend bajaran de bombebaran kirin, Herwisa çend zanayên navkî û hejmarek ji fermandeyên payebilind ên spaha pasdaran û hêzên çekdar ên komara îslamî kuştin.

komara îslamiya îranê bi sedema naveroka şerxwazane û qeyrançêkera xwe û bi dîtingeha siyaseta şerxwazî û necihgîrkirina ewlehiya deverî û cîhanî, vê carê pêşqelê agirê şer anî navxweyê Îranê, ew rêjîma terorîst ku amade nîne ti biryarname û rêkevtineke navnetwî qebûl bike, rêz li serweriya siyasî ya welatên din bigre û xelkê Îranê wek mertalek bo pêşvebirina siyaseta xwe ya çewt û dijîgeliyane bi barimte girtiye, berpirsayarê tevahiya qeyranên niha û yên vê rewşê, ku bi ser welat de hatî sepandî ye.

komara îslamî li demekê de dihola şer dikute ku ev şera, şerê gelên Îranê û berjewendiyên wan nîne, Belku şerê desthilatbidestên komara îslamî ye ku heta niha hemû dahat û serweta xelkê û welatê Îranê bo armancên xwe yên îdeolojîk, bi heder daye û qeyran li pey qeyran, bo xelkê û civaka Îranê li pey xwe tînin.

Xelkê Îranê li heyama zêdetir ji 4 dehikan a temenê komara îslamî de bi berdewamî bi rêyên cur bi cur ên wek baykotkirina binav hilbijartinan, mangirtinan, nîşandana nerizayetiyan û xwenîşandanên giştî bi taybet li tevgera “Jîna”yê de dengê xwe gihandiye civaka cîhanî û bi eşkere ragihandiye ku vê rêjîmê, ti rewatiyek siyasî û gelî nîne û bi şêwazên cur bi cur, îradeya xwe bo derbasbûn ji komara îslamî dane xuya.

47 sal desthilata reş û tepeserker a komara îslamî, encama vê bi tenê teror û kuştina xortên azadîxwazên welat, tepeserkirina hemû maf û azadiya xelkê, kawilkirin û parehêlana welat li warên aborî û jîngehî û pengurina sedan qeyranên siyasî, mirovî û civakî ye ku komî ser hev bûne.

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Desteya Kargêrî

23ê Cozerdana 1404 a Rojî

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin