
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir
.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PWK yê Îsmaîl Ay, Yûsûf Aydin, Mehmet Alî Yilmaz, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Osman Kiran, roja 01.07.2025ê, li Amedê seredana Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) kirin.
Serokê Giştî PSKyê Bayram Bozyel û rêvebirin PSKyê pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.
Heyeta PWKyê li dar xistina kongreya PSKyê pîroz kir û ji rêzdar Bayram Bozyel û rêvebirîya nû ya PSKyê re serkeftin xwest.
Heyeta PSKyê jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kir.
Heyetên herdu partîyan li ser rewşa giştî ya Kurdistan, Tirkîye û Rojhilata Navîn û girîngîya hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratîk de bîr û rayên xwe pêşkêşî hev kirin.
Hevdîtina heyeta PWK û PSKyê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.
01.07.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin