
Heyeta PSKyê Li Amedê Seredana PWKyê Kir
.
Heyeta Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) ku ji Serokê Giştî yê HAK-PARê Rêzdar Duzgun Kaplan û rêvebirên HAK-PARê pêk hatî roja 04.09.2026ê, seredana Teşkîlata Amedê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kirin.
Serokê Giştî yê PWKyê Rêzdar Mustafa Ozçelîk û rêvebirên PWKyê pêşewazîya heyeta HAK-PARê kirin.
Serokê Giştî yê HAK-PARê Rêzdar Duzgun Kaplan ji ber li dar xistina kongreyên Amed û Enqereyê yên PWKyê, pîrozbahîya xwe pêşkêş kirin.Serkeftin ji rêvebirîya nû ya PWKyê re xwest.
Serokê Giştî yê PWKyê Rêzdar Mustafa Ozçelîk jî li ser navê hemû rêvebir û endamên PWKyê bi xêrhatina heyeta HAK-PARê kir û ji bo vê seredanê, ji bo beşdarîya Rêzdar Duzgun Kaplan û heyeta HAK-PARê spasîya xwe anî zimên.
Herdu heyetan li ser rewşa li her çar perçeyên Kurdistanê û Tirkîyeyê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.
Hevdîtina heyetên HAK-PARê û PWKyê di atmosfereke dostane de derbas bû.
06.09.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin