
Hevserokê MSDê: Projeya me ne federalîzm lê ne-navendî ye
.
Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Dirar, mercên Rêveberiya Xweser ên ji bo tevlîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di nav artêşa Sûriyeyê de eşkere kirin û da zanîn ku ew artêşeke niştimanî dixwazin û projeya xwe wek "adem-î merkeziyet" pênase kir, ne wek federalîzmê.
Diyaloga bi Şamê re hêdî dimeşe
Hevserokê MSDê Riyad Dirar di hevpeyvînekê ligel Rewangeha Sûrî de behsa danûstandinên bi hikûmeta Şamê re kir û Derbarê danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de got, hevdîtina dawî bêyî ti rêkeftinekê bi dawî bûye û diyar kir, "Tenê lihevkirin li ser berdewamkirina diyalog û hevdîtinan çêbû."
Dirar tekez kir ku her du alî jî hewceyê zelalkirineke tam in derbarê armancên dawî de, ji ber ku "lihevkirina 10'ê Adarê pêdivî bi hûrgiliyan heye" û ew dixwazin ev pêvajo bileztir bibe.
"Artêş Divê Niştimanî be, ne Olî be"
Li ser pirsa tevlîkirina HSD'ê di nav artêşa Sûriyeyê de, Dirar ev yek wek biryareke ku pêdivî bi şîrovekirinê heye bi nav kir. Wî got, "Divê pêşî were ravekirin ka avaniya sîstema leşkerî dê çawa be. Artêşa heyî li ser bingeheke yekalî û bi arasteyeke olî hatiye avakirin, ku ev yek ji bo projeya artêşeke niştimanî ne guncaw e."
Dirar destnîşan kir, divê artêşa Sûriyeyê artêşeke niştimanî be ku her kes bêyî cudahî, li ser bingeha jêhatîbûnê, ne li gorî dilsoziya bi aliyekî re, tê de cih bigire. Herwiha got: "Mafê HSD'ê ye ku cihê rastîn ê hêzên xwe yên perwerdekirî di vê pêvajoyê de zanibe, ne ku tenê tevlî projeyekê bibe. Ji ber vê yekê em li ser hûrgilî û mekanîzmayên parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê xelkê wê ve bi israr in."
"Projeya me ne federalîzm e, ne-navendîbûnê e"
Derbarê daxuyaniya nûnerê Amerîkayê ku gotibû "Federalîzm li Sûriyeyê ne pêkan e", Dirar bersiv da û got: "Ew li gorî nêrînên xwe yên li ser paşeroja Sûriyeyê diaxive. Amerîka bi xwe federalî ye û gelek welatên pêşketî jî wiha ne."
Lêbelê, Dirar zelal kir ku projeya wan ne federalîzm e: "Em ne behsa federalîzmê, lê behsa ne-navendîbûnê dikin. Ev tê wateya ku herêm xwe bi xwe bi rê ve bibin û di heman demê de saziyên hevpar bi navenda Şamê re hebin."
Herwiha Dirar mînakek da û got, "Em dizanin ku hin wezaret wekî Berevanî, Karên Derve û Darayî divê navendî bin, lê mijarên wekî perwerde, çandinî û saziyên din dikarin di çarçoveya projeyên ku li ser bingeha Rêveberiya Xweser tên avakirin de bin."
"Em ê projeya xwe biparêzin"
Di dawiyê de, Riyad Dirar tekez kir, ew ê projeya Rêveberiya Xweser biparêzin û diyaloga bi Şamê re dê ji bo gihîştina lihevkirinan berdewam bike. Got jî: "Ew qurbanîdanên mezin ên ku ji bo avakirina vê projeyê ji bo gelê Sûriyeyê û ji bo parastina tevahiya cîhanê ji xetera DAIŞ û terorê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî hatine dayîn, vala naçin. Şiyana me heye ku em xwe biparêzin."
Dirar destnîşan kir ku projeya wan di sala 2016'an de wek "federalîzm" dest pê kir, paşê veguherî "ne-navendiya demokratîk" da ku hevsengiyekê di navbera siyasî û îdarî de ji bo pêkanîna aramiyê li herêmê çêbike û rê li ber îdeolojiya olî ya tundrew bigire.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin