Hevpeymaniya Xiristiyanan a li Herêma Kurdistanê êrîşa li ser dêra li Şamê şermezar dike

Hevpeymaniya Xiristiyanan a li Herêma Kurdistanê êrîşa li ser dêra li Şamê şermezar dike

.

A+A-

Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Xiristiyanan a li Herêma Kurdistanê Ano Cewher, êrîşa xwekujî ya ku dêreke li Şamê kir armanc, bi tundî şermezar kir. Awno Cewher ev êrîş weke "xelekeke nû di zincîra jenosîda sîstematîk de" bi nav kir û daxwaz ji hikûmeta Sûriyeyê kir ku lêkolîneke bilez û şefaf bike.

Di daxuyaniyeke tund de, Ano Cewher îro 22ê Hezîranê ragihand: "Di vê êvara Yekşema bi xwîn de, teror bi rûyê xwe yê reş ê DAIŞî ket Dêra Mar Îlyas a li taxa Duweyl'e ya Şam, da ku maleke Xwedê veguherîne sehneya xwîn û wêraniyê. Du newêrekên ku ne mêranî û ne jî bawerî nas dikin, xwe di nava nimêjkaran de teqandin."

Hevpeymaniya Xiristiyanan daxwaz ji hikûmeta Sûriyeyê kir ku "lêkolîneke bilez û şefaf" bike, "ku tenê bi daxuyaniyên şermezarkirinê nemîne, lê bi pirsîn û hesabxwestinê dest pê bike û bigihîje planeke zelal ji bo parastina dêr, cihên îbadetê û hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê."

Ano Cewher herwiha bang li hemû gelên Rojhilat, Misilman û Xiristiyan kir, ku "li hember vê bîrdoziya tarî ya terorîstî bibin yek rêz, ji ber ku yê ku dêran dike armanc, heman kes e ku mizgeft û hemû cihên îbadetê jî kiriye armanc."

Di dawiya daxuyaniyê de, Cewher sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û got: "Em soz didin wan ku xwîna wan nayê jibîrkirin û ronahiya dêra ku hatiye teqandin, venamire." Herwiha tekez kir: "Em ê ji xweliyê, dêrên nû ava bikin û em ê xaça xwe bê tirs hilgirin, ji ber ku em zarokên xaçê û zarokên hêviyê ne. Rehm li şehîdan û şîfa ji birîndaran re be."

Îro teqînek li Dêra Mar Îlyas a li taxa Duweyl'e ya Şamê rû dabû, li gorî Wezareta Tendirustiyê jî, 22 welatiyên sivîl hatin kuştin û zêdetir ji 60 kesên din jî birîndar bûn.

Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê jî di daxuyaniyekê de diyar kir, xwekujê ku teqîna dêrê pêk aniye, ser bi DAIŞê ve ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin