Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Hest û dilê kek Bayram Ayaz sax bin

A+A-

Hest û dilê mamoste, nivîskar û siyasetmedarê rêzdar kek Bayram Ayaz gelekî sax bin û spas ji bo van nirxandinên wî, yên li ser reseniya Êzdiyatiyê û berhemên min !

 

"Li dinyayê tenê Kurd Êzidî ne*1

 

Bayram Ayaz tevî  Nivîskar Kemal Tolan.

 

Bîr û hizrên derbarê Êzidiyatiyê û baweriyên me din de.

 

ROJA WE BI XÊR Û XWEŞÎ BE !

 

Geli dost û hevalan, Kurd û Kurdistaniyên dilsoz...

Demê min rûpela facebookê vekir, ev agehiya kekê Kemal Tolan, nivîskarê me yê bi rûmet ket ber çavê min.

Divê qedrê ked û emega bo zimanê û çanda Kurdî werê girtin. Ev keda salan e, nûra çavan e, Bo me Kurdan baxçe û gulistana çanda me û xezineya zanyariyan e derbarê bi taybet baweriya Kurdan ya resen, ya herî kevin hêj berî hemî ol û mezheb û baweriyan..

Her Kurdê/a neteweperwer û welathez hewce ye dîroka Ezidiyatiyê binase, zaninên vî derbarî de bi kêmasî zanînên pêdivî hînbibe.

Gelo yek wekî bawerî dixwaze hilbijêre, an na, ev yeke mafê her Kurdekî ye. Ez bixwe wekî ol, ti baweriyekî ji ti mirovî re pêşniyar nakim. Li cem min, kîjan dibe bila bibe, bawerî maf û azadiyeke spartî ye bo her kesekî. Herkes biryara xwe bixwe dide. Bi şertê ku hemî bawerî di bin sîwana Kurd bûn û Kurdistanî bûnê de, di nav aramî û aşitiyê de pêkve bijîn, rêzê li hevdu bigrin, baweriyê nekin sedemê dijminahiya Kurd û Kurdistaniyeke din, min rêz bo hemî baweriyan heye. Bawerî bo min parekî ye ji çanda mirovayetiyê ya gerdûnî û ji çanda me Kurdan.

Vêca giringiya Êzidiyatiyê di hevoka dawî de xwe diyar dike.

Demê em li ser vê nêrînê hevdu bikin ku 'Bawerî parçeyekî ye ji çanda Kurdî', wê demê hewce ye em Kurd berî hemî baweriyan, dîroka û naveroka Êzîditiyê qenc bizanin. Jiber ku Êzidiyatî, tekane bawerî ye zimanê wê bi Kurdî ye.

Li dinyayê tenê Kurd Êzidî ne.

Erebekî, Tirkekî, Ecemekî, Almanekî, Rusekî, Japoniyekî tune ku xwedî baweriya Ezidiyatiyê be. Eger heye bêjin min. Yanî Êzidiyatî baweriyekî gerdunî (global) nine, baweriya Kurdan e, jiber vê yekê em ji wan re dibêjin Kurdê resen.

Ji xwe Ezidiyatî ji xeynê kesên ku Kurdî bizanin, Êzî yanî Kurd in û bikarin kîtêba pîroz Meshefa reş û hemî qewl û dua û nifir û zanînên din bi Kurdî bixwînin û bêjin, ji van pêde baweriya kesê nine. Tu Kurdî nizanibî, tu nikarî bibî xwedî baweriya Êzidiyatiyê.

Eger em li dîroka baweriyan bikolin, dibînin ku her baweriyek zimanê xwe resen heye, ev ziman zimanê kîtêbên pîroz in.

Zimanê kîtêbên olên ku baweriyê bi hebûna xwedayekî tînin ev in:

Zimanê Êzidiyatiyê Kurdî ye.

Zimanê Zeburê û Tewratê Îbranî ye.

Zimanê Încîlê Aramerî ye.

Zimanê Kuranê Erebî ye.

Musevîtî, Mesîhîtî û Musilmanî li cîhanê belav bûne û kîtêbên van her sê olan hatine wergerandin bo zimanên curbecur. Lê goreyê baweriya Yahudî û Musilmanan xwendin û hînbûn û duayên bên kirin divê bi Îbranî û Erebî be. Werger û tefsîrên van kîtêbên olî bo zimanên curbecur hatine kirin, lê fêrbûna wan divê bi zimanên resen be. Ev qewl û şert hêştiye ku zimanê Îbranî wenda nebe û zimanê Erebî jî li cîhanê belav bibe, bibe zimanekî cîhanî ku bi qasî 350 milyon mirov wekî zimanê yekemîn û nêzîkî nîv milyar kes jî wekî zimanê duyemîn, sêyemîn diaxivin.

Musevî, Mesîhî û Musilmanî li dinyayê belav bûye û li her civakekî bûye parceyekî ji çanda wan milet û welatan.

Lê Êzidiyatî, zimanê wî Kurdî ye û tenê maye li nav civaka Kurdan. Yanî beşekî ji Kurdan Êzid in, Êzîd Kurd in. Lê beşekî ji Kurdan li qonaxên dîrokê de bûne Musevî, Mesîhî û Musilman. Kurdên Musevî hene, yên Mesîhî û Musilman hene. Kengî û kîjan beşên Kurdan van olan pejirandine, dîroka olan li Kurdistanê van mijaran ronî dike. Û dîroka baweriyên Kurdan li Kurdistanê şahidiyê dike ku baweriya herî kevin, qedîm û resen ya Kurdan Êzidiyatî bûye.

Erê rast e, îro piraniya Kurdan Musilman in. Ser çavan. Ev ol jî êdî bûye parçeyekî ji çanda me, ji jiyana me. Heta gelekî alim û zanayên Kurd ên Musilman derketine û Musilmantiyê li cîhanê jî belav kirine.

Lê em Kurd hewce ye hay ji baweriyên xwe din jî hebin, xweyî li wan derkevin.

Êzidiyatî, baweriya miletekî din bûya, nuha çendîn universiteyên taybet vî derbarî de hatibû damezirandin û lêkolînan kiribû. Cîhan li ser dîroka çandê hingî bêje hesas e. Di hemî zankoyên navdar de beşên lêkolînê derbarê bawerî û çandên kevnare qedîm de heye.

Yê me, hinek eqilsivik, dijminahiya Êzidiyatiyê dikin. Dibêjin Êzidiyatî, şirk e, heram e! Hewl didin vî dewlemendiya me ya bîrewerî û çandî reş bikin. Mirov nizane ji van cahil û dilreşan re çi bêje!

Ev gotinên min bo cureyên baweriyên me yên din jî derbas dibe. Yaresanî, Ehl-i Heq û gelekî cureyê baweriyê yên din. Hemî jî dewlemendiya bîreweriya Kurdî ye. Divê em hewl bidin wan binasin, fêrbibin û bizanin.

Kerem bikin mamoste Kemal Tolan bi salan ked û emegeke zêde dayê û vê xezineyekî afirandiye, derxistiye daye ber destê me. De... em jî jê îstîfade bikin. Bê guman divê em keda nivîskar û hunermend û lêkolînerên din, xuşk û birayên Êzidî yên din jî jibîrnekin, spasiya wan jî dikin. Destê wan hemiyan sax be. Kerem bikin xwe bigihînin van xezîneyan.

Êzidî, yanî Kurd yanî Kurdên resen. Êzidiyatî, yanî baweriya Kurdan ya herî kevin û qedîm, yanî baweriya Kurdan ya resen...

Kurdê ku xuşk û birayê xwe Êzidî, Yaresan, Ehl-i Heq, Elewî nikaribe ji dil û can hemêz bike, bila li dilsoziya xwe ya bi Kurdbûn û Kurdistaniya xwe re hinekî bikole, wê bixe ber pirsan.

Ez ne nijadperest im, ne şovenist im, ne jî Kurdperest im.

Lê ez bi dengekî bilind dibêjim:

Ez Kurd im û hemî xuşk û birayên xwe yên Kurd û hemî pêkhatiyên Kurdistanî, vêca xwedî kîjan bawerî dibin bila bibin, hemiyan ji dil û can hemêz dikim!

Lê, ew Kurd an Kurdistaniyeke/a ku Kurdekî an Kurdistaniyekî din jiber baweriya wî/wê ya cuda reş bike, hewl bide lingê wî bitehesîne, dijminahiya Kurd bike LANET LI WÎ/WÊ KURDÎ Û KURDISTANIYÎ JÎ DIBARÎNIM. EW NE KURD E, EW GOPALÊ DESTÊ DIJMINÊN KURDAN Û KURDISTANÊ YE.

Ji me re Kurdê dilsoz, Kurdê şiyar û zanayê dîrok û civaka xwe, Kurdê hekîmane û heqşînas, Kurdê hevçax û mirovhez divê. Serê her tiştî Kurdê ku bi dil û can û bi zanatî Kurd û Kurdistaniyê ji xeynê xwe bipejirîne, rûmetê ji xeynê xwe re bigre, DIVÊ.

Careka din roja we bi xêr û xweşî be.

Bila ev jî bibe nivîsekî dawiya heftê, nivîsekî ji nîşka ve hatiye nivîsîn. Bîr û hizrên ji nîşka ve ji mejiyê min herikîn û ji kuraniya dilê min nisilîn.“*1

 

„NIVÎSEKA MIN DERBARÊ ÊZDIYATIYÊ DE

Wate û giringiya baweriya Êzdiyatiyê bo Kurdan.

Zimanê Kurdî,

baweriya Êzdiyatîyê,

nasnameya neteweyî gelî ya Kurd,

têgeha niṣtîmanî ya Kurdistanî

hevdu ve peywendîdar in, hevdu temam dikin.“* 2

 

Sihet xweş , „divê nakokiyên di navbêna bawermendên olên Kurdistanê de hene, raste rast bi bawermend û berpirsyarên pêkhatiyên Kurdistanê re bêne gengeşekirin*4“

 

Kemal Tolan, Xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdîyatiyê

 

Çavkanî :

  1. Bayram Ayaz - 06.08.2022

https://www.facebook.com/memories/?source=bookmark

  1. Bayram Ayaz - 06.08.2023 https://www.facebook.com/bayram.ayaz.79/posts/pfbid0Sb34B3cygnES7LfRUcsZiD538fKUVchkTW2KC4i96YrZkTWJQajusqQHsyHJQKQDl
  2. Bayram Ayaz

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid0339QsWnpQhpnWiwH4nSBJNecEm6p8CkY2MvSgR787FH7WWDYrRowAyN2tbGFZjUql

 

  1. Kemal Tolan

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid0z4vKHT2y6afMSgNzxeeEb9wTaoxzAmycNePQ48QtXmg7hBLsZEfCNJvNMLrY4K8Yl

 

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid0UZ3yFsCnk4XvgC57x1S5F95EiipiW36k79dhN73To1Kju7i421fVLfZkNDMbadyAl

 

 

 

dok2a.jpg

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin