HERÊMA KURDISTANÊ - Çima qadên petrolê û balafirgeh dibin armanca êrişan?

HERÊMA KURDISTANÊ - Çima qadên petrolê û balafirgeh dibin armanca êrişan?

.

A+A-

 Li Herêma Kurdistanê van du hefteyên dawî cihên stratejîk ên wekî qadên petrolê û balafirgeh rastî 11 êrişên bi dron û mûşekan hatin.

Ev êriş ku aramiya herêmê dixin metirsiyê, di navbera Hewlêr û Bexdayê de bûne sedema krîzeke cidî ya tohmetbarkirin û berpirsyariyê.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê berhev kirine, ji destpêka meha tîrmehê ve li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Kerkûkê êrişên hevaheng hatine kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku êriş "aramî, serwerî û hilberîna welat dixin xeteriyê" û bangî hikûmeta Îraqê kir ku êrişkaran bibîne û ceza bike.

Li gorî pisporên leşkerî, li pişt êrişan hem hevrikiyên siyasî yên navxweyî hem jî aloziyên herêmî hene.

Qadên petrolê û balafirgeh bi awayekî sîstematîk dibin armanc

Êriş, bi awayekî sîstematîk damarê aboriyê yê herêmê ku qadên petrolê ne û xalên pêwendiya navneteweyî ku balafirgeh in, dikin armanc.

Li gorî parêzgehan, belavbûna êrişan wiha ye:

Hewlêr

Hewlêr bi binesaziya xwe ya enerjiyê û tesîsên xwe yên ji bo geştên asmanî bû navenda êrişan.

14ê Tîrmehê, Qada Petrolê ya Xurmeleyê bi du dronan hat hedefgirtin, heman rojê li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê droneke din a bombebarkirî hat xistin.

3yê Tîrmehê jî li derdora balafirgehê dronek hat xistin.

Rayedaran ragihand ku di êrişan de ti zerereke canî çênebûye.

Silêmanî

Silêmanî yek ji wan parêzgehên din bû ku bi dijwarî rastî êrişên dronan hat.

15ê Tîrmehê navçeya Çemçemalê bû hedef, 10ê Tîrmehê li nêzîkî baregeha Fermandariya Hêzên 70emîn ên Pêşmerge dronek hat xistin.

Her wiha 1ê Tîrmehê li Taslûceyê û dîsa li derdora baregeha Hêzên 70emîn du dronên din hatin xistin.

Li navçeya Kifriyê jî dronek ketiye.

Dihok

Dihoka ku yek ji navendên girîng ên hilberîna petrolê ya herêmê ye, rastî êrişeke krîtîk hat.

15ê Tîrmehê, êrişa bi dronan a li Qada Petrolê ya Sersingê ya li navçeya Amêdiyê, bû sedem ku kompanyaya Amerîkayê HKN ku li qadê kar dike, hilberînê rawestîne.

Ev bûyer, wekî yek ji mînakên herî girîng derket pêş ku bandora aborî ya êrişan nîşan dide.

1ê Tîrmehê jî hat li Kampa Dêrekarê ya Zaxoyê dronek ket.

Kerkûk

Li Kerkûka ku wekî herêmeke nakok tê zanîn, hem êrişên bi dronan hem jî bi mûşekan çêbûn.

11ê Tîrmehê, li nêzîkî baregehên Pêşmerge yên li eniya Pirdê dronek hat xistin, heman rojê li navenda bajarê Kerkûkê jî dronek ket.

Bûyera herî balkêş jî ew bû ku 1ê Tîrmehê sê mûşek li derdora Balafirgeha Leşkerî ya Kerkûkê û herêmeke niştecihbûnê ketin.

"Êriş peyameke du alî hildigirin"

Pisporê leşkerî û Sekreterê Giştî yê berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer derbarê sedemên li pişt êrişan diyar kir ku êrişkar ew kom in ku ji xwe re dibêjin Eniya Berxwedanê.

Li gorî Cebar Yawer, ev êriş peyameke du alî hildigirin ku hem ji dînamîkên navxweyî hem jî yên herêmî sûdê werdigirin.

Ji aliyekê ve, hewl tê dayîn ku li ser pirsgirêkên kronîk ên wekî petrol, budce û mûçeyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de zext li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê were çêkirin, ji aliyê din ve behsa atmosfera ji ber aloziya di navbera Îran-Îsraîlê de li herêmê çêbûye, tê kirin.

Krîza di navbera Hewlêr-Bexdayê de

Êriş di navbera Hewlêr û Bexdayê de bûne sedema aloziyeke dîplomatîk jî.

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê, hinek komên ser bi Heşda Şebî ve wekî berpirsyar dît û got, “Li herêma me ti baregehên Îsraîlê nîne.”

Rêveberiya Bexdayê jî bertekeke tund nîşanî van tohmetan da.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Îraqê Sabah Numan jî got, “Tohmetbarkirina saziyeke fermî ya ewlehiyê ya Îraqê nayê qebûlkirin. Eger delîl hebin, divê ji saziyên fermî re bên pêşkêşkirin.”

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî bi van gotinan bersiv da vê yekê:

"Tevî ku di demên borî de gelek caran komîsyonên hevpar hatine avakirin, me hest pê kiriye ku êrişkar ti carî nehatine dîtin û bûyer hatine nixumandin."

Ji aliyê din ve, rayedarên Tevgera Nucebayê û Rêxistina Bedirê ku di nav komên tohmetbarkirî de ne, ragihandin ku ti pêwendiya wan bi êrişan re nîne.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin