Helbestvanê Rusî navdar Aleksander Blok

Helbestvanê Rusî navdar Aleksander Blok

,

A+A-

l-024.jpg

Yusuf Kaynak

Bi vê nivîsê re ez ê cilda sêyem (3) a rêzenivîsa edebiyata klasîk a cîhanê ku bi salan e ez amade dikim diqedînim û bi kurtî çend nivîskarê vê cildê bi we xwendevanan bidim nasîn. Di vê cilda pirtûkê a seyem de agahdariye berfirehe ne; yê bixwazin derheqê biyoxrafiya Blok de pir tişta bizanin divê pirtûkê bigre.

Berê ku ez dest bi rêze nivîsa xwe bikim, divê ez ji we re ravekeke kurt jî bikim. Bergê/cilda yekemîn di sala 2019an de derketiye; Di vê cildê de bi giştî nivîskarên bijarte yên ji Ewropaya Rojava, Alman, Hollandî, Frensî, Swêdî û ji Rojhilata Navîn jî ji Misirê, Îsraîlê, Îranê, Felestînê û Lubnanê, dihewîne.

Di cilda duyemîn (2022) de bi tevahî klasîkên zimanê Îngilîzî û Amerîkî an jî wêjeya ku bi zimanê Îngilîzî hatiye nivîsandin, weke mînak, berhemên klasîk û nivîskarên ji Kanada heta Afrîkaya Başûr vedihewîne.

Di vê cildê sêyemîn de nivîskarên navdar yên Sovyeta berê, yanî edebiyata klasîk ya Ewropaya Rojhilat cih digirine. Ev cilda 3yemîn wê îsal bê çapkirin. Ev ya Aleksander Blok, yek ji nivîskarên vê cilde ye.

whatsapp-image-2024-02-16-at-13-01-46.jpeg

Aleksander Blok di 28î Mijdara 1880an de li Saint Petersburgê li Rusyayê hatiye dine; Blok helbestvanê lîrîke, nivîskare, berhevokvane, şanonivîsare, wergêre û rexnegirê edebiyatê yê Rûsî ye, dramaturîst e, nûnerê sereke yê Sembolîzma Rûsî ye, tevgereke edebî ya modernîst e ku di bin bandora hevtayê xwe yên ewropî de ma ye, lê bi hêmanên olî û mîstîk yên xwecihî yên Ortodoksên Rojhilatî ve girêdayî bû.

Aleksander Blok li Petersburgê di malbateke rewşenbîr ya Alekander Lvovich Blok û Aleksander Andreevna Beketova de ji dayik bûye. Bavê wî jî li Varşovayê profesorê hiqûqê bûye û bapîrê wî jî, Andrey Beketov, botanîstekî/nebatnasekî navdar e û rektorê Zanîngeha Dewletê ya Saint Petersburgê bûye. Piştî ji hev veqetîna dê û bavê xwe, Aleksander Blok bi xizmên xwe arîstokrat re li malîkxana Shakhmatovo ya nêzîkî Moskowê de jiyayê, li wir felsefeya Vladimir Solovyov û beytên/misrên helbestvanên sedsala 19an yên wê demê ku ne zelal in, Fyodor Tyutchev û Afanasy Fet keşf kirine. Van dê bandorên xwe li weşanên wî yên destpêkê kiribin jî, ku paşê di pirtûka “Ante Lucem” ê hatîye berhev kirin.

Di sala 1903an de A. Blok î bi lîstikvana Lyubov (Lyuba) Dmitrievna Mendeleeva, keça kîmyazanekî navdar Dmitri Mendeleev re zewicî ye. Dû re ew î bi hevalekî xwe yê sembolîst Andrey Bely re dikeve nav têkiliyeke evîndariye û nefretê ya tevlihev. Ji Lyuba re wê/î çerxa de helbestê ku ew î navdar kiriye, “Beytên Derbarê Xanima Bedew” -1904 veqetandiye. A. Blok bi coşeke mezin Şoreşa Rûsyayê ya sala 1905an silav kiriye. Di heyama dawî ya jiyana xwe de, Blok giranî da ye mijarên siyasî, li ser çarenûsa Mesîyayî ya welatê xwe difikire. Di 1906an de ji Mikhail Bakunin re nivîseke nivîsî ye. Di bin bandora doktrînên Solovyov de, ew xwediyê fikarê apokalîptîk /qiyamet yên nezelal bûye û pir caran di navbera hêvî û bêhêvîtiyê de nalîye. “Ez hest dikim ku bûyereke mezinê tê, lê tiştê bi rastî ji min re eşkere nebû”, di rojnivîska di havîna 1917an de nivîsîye. Ji ber piraniya heyranan, wî Şoreşa Cotmehê weke biryara dawî qebûlkir bo hesreta qîyametê. Di Gulana 1917an de A. Blok ji bo Komîsyona Awarte ji bo vekolîna kiryarên neqanûnî yên bi erkê wezîran, an jî ji bo veguheztina lêpirsînên ên kesên ku Grigori Rasputin nas dikir, werdigire weke stenografiyê hatiye tayîn kirin. Li gorî Orlando Figes ew tenê di lêpirsînê de amade bû. Dema Akademiya Sosyalîst ya Zanistên Civakî di 1918an de hate damezrandin, Blok beşdar bû.

Tenduristiya Aleksander Blok xirab dibe. Di 1921an de Blok ji Şoreşa Rûsyayê bêhêvî bûye. Sê sal bûn tu helbest nenivîsandibûn. Wî gazinde ji Maksîm Gorkî kiriye ku “Baweriya wî ya bi şehrezayiya mirovahiyê” bi dawî bûye û ji hevalê xwe Korney Chukovsky re diyar kiriye, ku çima ew nema dikare helbesta binivîse: “Hemû deng rawestiyan. Ma hûn nabihîzin ku hêdî nemane, dengek heye?”. Di nav çend rojan de Blok nexweş bûye. Bijîşkên wî daxwaz kirin ew ji bo dermankirinê bişînin derveyê welat, lê destûr nehat dayîn ku ji welêt derkeve. Gorkî daxwaza vîzeyê kiriye. Di 29ê Gulanê 1921an de, wî ji

 

Anatoly Lunacharsky re nivîsîye: “Blok helbestvanê herî baş yê Rûsyayê ye. Ger tu wî qedexe bikî, ku here derve û ew bimire, tu û hevalên te, dê di mirina wî de sûcdar bin”. Di 23î Tîrmehê 1921an de biryara çûyîna Blok ji aliyê endamên Buroya Siyasî a Komîteya Navendî ve hatiye îmze kirin. Lê di 29î Tîrmehê de Gorkî destûr xwest ku jina A. Blok bi wî re were, ji ber ku tenduristiya A. Blok pir xirab bû. Destûra ji bo Liubov Dmitrievna Blok ji Rûsya derkeve ji aliyê Molotov ve di 1ê Tebaxa 1921an de hate îmze kirin, lê Maksîm Gorkî di 6ê Tebaxê de hatiye agahdar kirin. Destûr di 10ê Tebaxê de hatiye dayîn, piştî ku Blok mir. Çend meh berê mirine, Aleksander Blok derseke pîroz li ser Aleksander Pûşkîn pêşkêş kiriye, yê ku ji wî bawer dikir, karibe komên Rûsî yên Spî û ango yê Yekitiya Sovyetê bike yek..!

Xebatên Blok Wêneyên mîstîk ên îdeal yên ku di pirtûka wî ya yekem de hatine pêşkêş kirin, alîkariya Blok wekî helbestvanekî sereke yê şêwaza sembolîzma Rûsî kiriye. Helbesta destpêkê ya Blok mûzîke, lê wî paşê xwestiye ku qalibên rîtmîkî yên wêrek û lêdanên neyeksan bixe helbesta xwe. Îlhama helbestî ji bo wî xwezayî bû, gelek caran wêneyên nebîrandî, yên dinyaya din ji derdorên herî banal û bûyerên biçûk derdixist (1903). Ji bo vê yekê, helbestên wî ên gihîştî bi gelemperî li ser nakokiya di navbera teoriya Platonî ya bedewiya îdeal û rastiya dilşikestî ya îndustriyalîzma qirêj de ne (Pêşangehek Pûtê, 1906)

Danasîna Petersburgê ya ku wî ji bo berhevoka helbestên xwe yê paşîn, “Bajar” (1904-1908) çêkiribû, hem împersîyonîst û hem jî hovane bûye. Koleksiyonên paşîn, “Faina û Maska Berfê”, alîkariya zêde kirina navûdengê Blok kiriye. Ew gellek caran bi Pûşkîn re hatiye berhev kirin û dibe ku helbestvanê herî girîng yê “Serdema Zîv ya Helbesta Rûsî” tê hesibandin. Di salên 1910an de Blok ji aliyê hevkarên edebî ve pir hatiye pesindan û bandora wî li ser helbestvanên ciwan bi rastî jî bêhempa bûye. Anna Ahmatova, Marina Tsvetaeva, Boris Pasternak û Vladimir Nabokov ji Blok re rêzikên beytên girîng nivîsîn.

Blok bi helbesta “Duwanzdeh” -1918, nerînên xwe yên derbarê Şoreşê de anîn ziman. Di helbesta dirêj de “Dengên dil - afirandî, rîtmên pir-fonîk û zimanê hişk û zargotinî” nîşan dide, Meşa Duwanzdeh leşkerên Bolşevîk (wek Duwanzdeh Havarîyê Mesîh) di nav kolanên Petrograda Şoreşgerî de, bi bahoza zivistanê ya dijwar li dora wan diqewime. Duwanzdeh, Blok ji gelek xwendevanên wî yên rewşenbîr (yê bi kêmbûna hunerê tawanbar kir) dûr xist, dema ku Bolşevîkan mîstîk û azweriya wî ya berê biçûk kirin.

Di lêgerîna zimanên nûjen û wêneyên nû de, Aleksander Blok ji bo helbesta Sembolîzmê çavkaniyên neasayî bikaranîye: folklora bajarî, stranên hestyarî û bêwate piçûk. Ew ji stranbêjê/şaîrê gelêrî Mikhail Savoyarov îlhama xwe girtiye, ku konserên wî di salên 1915-1920an de, gelek caran ji aliyê A. Blok ve dihatin ziyaret kirin. Akademîsyen Vîktor Şhlovskî dida zanîn ku helbest bi zimanekî sûcdar û bi şêwaza îronîk hatiye nivîsandin, dişibihe dîwanên Savoyarov yê Blok zargotina 1918an Petrogradê teqlîd kirin.

Di sibata 1921an de strana wî ya Swan (Teyrê quxu) axaftinek tê de ji Pûşkîn re rêz digirt û digo ku aştî û azadiya ku helbestvanekî hewce dike ji destê wî tê girtin. “Ne azadiya tevgerîna bi xirabî, ne azadiya lîstika azadîxwaz, lê azadiya afirîner, azadiya veşartî. Û helbestvan dimire ji ber ku nikare bêhna xwe bigire”. Li pey rêberiya Pûşkîn, wî burokratê weke ‘Rebel’ (Serhildêr) bi nav kirin û di dîtineyeke xedar ya paşerojeke tarî de weha hişyarî daye: “Bila ew burokratên ku plan dikin ku bi kanalên xwe helbesta bi rêve bibin/kontol bikin, azadiya wê  ya  veşartî  binpê  bikin û  mîsyona/performansa  wê ya veşartî

/nepenî asteng bikin, ku bila haya wan ji etîketeke hê jî xerabtir hebe .… Em dimirin lê huner dimîne”. Paşê wê biharê nexweş ket, di Tîrmehê de mir, lê bi şahidiya E. Gollerbakh, “kesên ku helbestvan di mehên dawî ên jiyana wî de ji nêz ve dîtine, û piştrast kirine ku A. Blok mir ji ber ku wî dixwest bimire”.

Artîst

Havînê, germ û zivistanê, bi berfê,

Di rojên ku li malê cenaze, dawet û cejn hene,

Ez li benda wê hêsan im ku min qet jê nebihîstiye

Dewlemend - da ku xwe ji bêhntengiya wêranker xilas bikin.

 

Ewqas pir heye! bi baldarî, bi xurtî Ez li bendê me – Ez fêm dikim, ez dikujim û dikujim.

Berî ku ez ewqas dirêj û bi biryar sekinîm,

Ew bi tenik dirêj dibe û xwedan xuyangek piçek mîna têr e.

 

Bayê deryayê? Çûkên bihuştê ne Di nav pelan de stranan digotin? Dem li vir diqede, dev jê berdide?

An jî, dibe ku darên sêvên biharê bi tevahî winda bûne.

 

Berf ser wan girtiye. Ma ev firîna milyaket e?

Dem di ser re derbas dibe, dinya ber bi pêş ve diçe. Ronahî, deng, tevger; pir berfireh dibe,

Rabirdûya dilşewat bi wêrekî li pêşerojê dinêre.

 

Ne peyda dibe. Û yê mirî mirî ye. Û di dawiya jidayikbûnê de

Ji hêzên nenas, ji giyanek nû,

Lanetek mîna teqînên ji ezmên ji can diherike:

Sedema afirîner ew ber bi mirinê ve bir.

 

Ez di qefeseke ewqas biçûk û sar de me, Çûkek şêrîn, dilovan û bêsînor,

Çûka ku firîya ku mirina min bigire,  Çûk ji bo ku bêhna min xilas bike, firiya.

 

Ev e qefesa min e; tevneke pola û giran. Di şeva rojavabûnê de mîna zêr xuya dike,

Va ye çûka min; Ew berê hevzayend bû, niha ew xemgîn e. Xemgîn e ku meriv li ber pencereyê bilerizîne û stran bêje.

 

Baskên wan tên birrîn, stranên wan tên ezberkirin. Ma hûn dixwazin li vir girtî bin?

Tu ji van stranan hezdikî. Lê ez, piştî derdê kişandî, Li benda yê nû bisekinin û yên mayî dîsa hîs bikin.

12 Kanûn 1913

Helbesta Blok a jorîn ji aliyê bi dehan wergêran ve hatiye wergerandin Îngîlîzî, lê di her wergerekê de wergerên cuda derketine holê. Sedem jî ew e ku helbest bi hêsanî bi zimanekî din nayê wergerandin. Her peyv bi wateyekê barkirî ye, eger mirov cudahiyên ziman û çandê li gel metelok û sembolan zêde bike, guhertinên wiha di wateyê de neçar in. Bi rastî jî cihêtiya hest û ramanê ye ku helbestê dike helbest. Ger hûn dixwazin bibin helbestvan, pêdivî ye ku hûn gelek wateyên peyvan biguhezînin û zimanê wergerr serdest bin, û heta îroniyan jî fêm bikin. Me helbesta Artîst ji Rusî kir Îngîlîzî wergerand Kurdî.

Lahey, 16.02.2024

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin