UNAMIyê peyama Berhem Salih bi Kurdî belav kir

UNAMIyê peyama Berhem Salih bi Kurdî belav kir

.

A+A-

Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Îraqê (UNAMI) peyama Dr. Berhem Salih a bi zimanê Kurdî belav kir.

Serokkomarê berê yê Îraqê Dr. Berhem Salih piştî ku bi awayekî fermî wekî Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hat destnîşankirin, daxuyaniyek belav kir.

Wî diyar kir ku ew dê serpêhatiya xwe ya wekî penaberekî bike "bingeha karên xwe" yên di vê posta navneteweyî de.

UNAMIyê ew daxuyanî bi zimanê Kurdî li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kir.

Belavkirina vê peyamê bi zimanê Kurdî ji aliyê kesayetiyekî ve ku diçe serokatiya ajansa herî mezin a penaberan a cîhanê, xwedî girîngiyeke sembolîk û manewî ye.

"Ez bi xwe jî rojekê penaber bûm"

Dr. Berhem Salih di destpêka peyama xwe de got, "Ez serbilind im ku wekî Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî hatim hilbijartin.

Ez bi xwe jî demekê penaber bûm û baş dizanim ku parastin û alîkarî çawa dikare rêya jiyanê biguherîne."

Ev mikurhatina rasterast a li ser "penaberiya xwe" ya di paşerojê de, peyameke hevxemiyê ye ji bo wan 120 milyon koçber û penaberên ku niha li seranserê cîhanê ji ber şer û qeyranan dinalin.

Karê li ser bingeha hevxemî û yasayê

Komîserê nû yê penaberan di peyama xwe de xetên giştî yên karê xwe diyar kirin û got:

"Ev serpêhatiya min dê bibe bingeha bernameya serkirdayetiya min ku li ser esasê hevxemî, pragmatîzm û pêbendbûna bi yasaya navneteweyî ye."

Dr. Berhem diyar kir ku armanca sereke ew e ku "koçberî demkî be, ne çarenivîseke timî."

Şikandina kevneşopiyekê

Hilbijartina Dr. Berhem Salih ji bo vê postê wekî şikandina kevneşopiyeke kevn a Neteweyên Yekbûyî tê dîtin.

Demeke dirêj bû ev post ji aliyê welatên Ewropayî yên bexşerên mezin ve dihat birêvebirin lê Dr. Berhem dibe yekem kesayetê Rojhilata Navîn ku di nêzîkî nîv sedsalê de serokatiya vê ajansa hestyar dike.

Divê were gotin ku Rojhilata Navîn bi xwe yek ji çavkaniyên sereke yên penaberan e û di heman demê de mazûvaniya gelek koçberan dike.

Astengî û spasdarî

Dr. Berhem Salih di peyama xwe de qebûl kir ku ew di serdemekê de postê werdigire ku hejmara koçberan gelekî zêde ye û zexteke mezin li ser çavkaniyên darayî heye, lewma bal kişand ser li ser "reform, bandor û vekirîbûnê.”

Dr. Berhem Salih di dawiya peyama xwe de, li gel spasiya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji bo bawerîpêanînê û Komîserê berê Filippo Grandi ji bo hewlên wî, soz da ku bi hemû aliyan re kar bike ji bo peydakirina çareseriyekê ku "bi hêvî û astengiyên sedsala bîst û yekem re bigunce."

Berhem Salihê 65 salî ku berê Serokkomarê Îraqê bû, di serdema rejîma Beasê de çûbû derveyî welêt û li Brîtanyayê xwendina xwe qedandibû.

Ev yek jî wiha dike ku ew ji nêzîk ve hay ji êş û pêdiviyên jiyana penaberiyê hebe.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin