Hejmara qurbaniyên teqîna Bartinê zêde dibe

Hejmara qurbaniyên teqîna Bartinê zêde dibe

.

A+A-

Li navçeya Amasra ya ser bi parêzgeha Bartinê ya Tirkiyê di kana madenê de teqînekê rûda û ji ber teqînê heta niha 28 kesan canê xwe ji dest dane.

Li parêzgeha Bartin a Tirkiyê duh înê 14ê Cotmeha 2022yan di demjimêr 18:15 xulekan de, di kana madenê de di kûrahiya 300 metreyan de teqînek pêk hat.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand, hejmara kesên ku ji ber teqînê canê xwe ji dest dane, gihîşt 28 kesan. Li Stenbolê 6 û li Bartinê 5, tedawiya 11 birîndaran didome.

Di madenê de xebatên rizgarkirina karkeran berdewam e. Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî Fatîh Donmez ragihand, zanyariyên wan li ser cihên karkeran hene û di nava kana madenê de di trafoyekê de şewat didome.

DI DEMA TEQÎNÊ DE 110 KARKER DIXEBITÎN

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand: “Bi rastî em gelek xemgîn bûn û em li hember tabloyeke ku di dema dayîna zanyariyan de gelek xemgîn dibin, rûbirû mane. 110 birayên me li wê derê dixebitîn. Beşek ji wan di dema teqînê de li qata jor bûn û bi xwe derketin. Beşek ji wan hatin rizgarkirin.”

DERBARÊ BÛYERÊ DE LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN

Serdozgeriya Komarî ya Bartinê jî bi daxuyaniyekê ragihand: “Derbarê teqîna kana madenê ya Amasrayê de ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Bartinê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Ji bo lêpirsîna bûyerê 3 dozger hatin erkdarkirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin