Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Hêjaye gelek helbestvan, nivîskar, dengbêj û hozanên me Kurdan berhemên kekê Seyfedînê Welekorî bixwînin!

A+A-

Hêjaye gelek helbestvan, nivîskar, dengbêj û hozanên me Kurdan berhemên kekê Seyfedînê Welekorî bixwînin!

Malî ava helbestvanê birêz kekê Seyfedînê Welekorî, min berhemên ku te şandî bi baldarî xandin. Siheta te her xweş be keko, ez dibînim ku te di nav hestên xwe yên kurdewarî , têkoşerî û baweriya oleke azad de gelek serpêhatî, evîndarî, dilêşî, gilî, gazin, kul û derdên ku, hatine serê te û me Kurdan anînine ber çavên xwandevanên xwe.

Ez baş bawerim, çi gava wejevan, helbestvan, nivîskar, dengbêj û hozanên me Kurdan van helbestên te bixwînin, ew ê bikaribin ji nav wan gelek dîrok, efsane, serpêhatî, sitran, lorîk, çîrok û kilamên li ser evîndarî, xwezahizî, pêkvejiyana bawerî, têkoşerî û welatperweriya Kurdî biafirînin.

Mînak:

Ku dengê min xweş û sazbendiya min hebûna, min ê ev helbesta te „Êş Û Hesreta Te *„vêga bistira:

“ Êş Û Hesreta Te

Ez ê ji ber vê êş û hesreta te,

Ji vî warî barkim dûr herim.

Derd û janên xwe têkim tûrekî,

Kul û keseran bidim bin çenga xwe,

Hêviyên xwe têkim nav dilê xwe,

Êş û elema di nav bîhna te da daqurtînim,

Wek parî nanê tisî di gewriya qelişî re,

Axîn û hêsira tev hev bibarînim,

Bibim rêwiyê rêya bêmiraza,

Bi derd û keseran re bibim rêheval,

Li xana xeyalan bibime mêvan,

Rihê xwe derxim bazara xeyal firoşan,

Xweziyên dilê xwe bidim çend qurişan,

Ji te ra bikirim xêliyekî ji dikana xewnan,

Can û cesedê xwe bidim ser tenaşoyan,

Bikim emanetê destê feqî û mellayan,

Bila min bişon bi wî halê, wek bêkesan,

Min têkin nav kefen girêdin bi ta û şirêdan,

Li xerîbiyê daynin nav gorê bêkesan,

Bila bilorînin xem û hesretên min,

Di nav xewnên te de bibin mêvan,

Yarê ji ber wan êş û hesretan...

28.01.2016, Stenbol*
Lewma dêjim, hêvîdar im ku gelek helbestvan, nivîskar, dengbêj û hozanên me Kurdan van berhemên te bixwînin keko!

Xwedê bike tû di saxî û armancên xwe de gelekî serketî bî, helbestvanê me yê hêja kekê Seyfedînê Welekorî!

*Seyfettin Herekolî- Biharistan 2020 Ankara , rûp.:22

dok3.png

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin