
Hejar Zehawî nasnameya Kurdan bi dansa modern û rîtmên defê nîşan dide
.
Hunermendê Kurd Hejar Zehawî projeyeke nû ya hunerî ku tê de dansa modern û rîtmên defê dibin yek, ragihand.
Hejar Zehawî bi defê û dansa modern nasnameya Kurdî dibe ser sehneyê.
Zehawî projeya xwe bi navê "Ji bilî çiyan dostên me nînin” wekî performanseke deng û tevger pênase dike.
Performans, defê ku amûreke girîng a muzîka kevneşopî ya Kurdî ye, bi figûrên semayê re tîne cem hev.
Hejar Zehawî ji Rûdawê re diyar kir ku armanca wê berhemê bi rêya şêwazeke hunerî vegotina çîrokekê ye.
Zehawî anî ziman ku dê ew performans havîna îsal li Swêd û Fînlandayê bê pêşkêşkirin û projeya xwe wekî ezmûneke hem dîtbarî hem jî bihîstbarî destnîşan kir.
Di performansê de, li gel hunermenda dansê ya Swêdî-Kurd Mariet Şirîn, sê semazenên cuda jî cih digirin.
Zehawî da zanîn ku derketina fikrê jî ji xebata masterê ya Mariet Şirîn a li ser dansa bûye.
Li gorî ku hunermend diyar kiriye, navê performansê ji pirtûka nivîskar û rojnamegerê Kurd Behrûz Bûçanî ya bi navê "No Friend But the Mountains" (bi Kurdî: Ji bilî çiyan dostên me nîne) hatiye girtin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin