Hebûna leşkerî ya Amerîkayê: Li kîjan welatî çend baregeh hene?

Hebûna leşkerî ya Amerîkayê: Li kîjan welatî çend baregeh hene?

.

A+A-

Li Rojhilata Navîn nêzîkî 45 hezar leşkerên Amerîkayê û her wiha gelek baregeh, fîloyên deryayî û asmanî yên bihêz hene.

Hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn, bi salan e ku wekî beşeke girîng a polîtîkayên cîhanî û dînamîkên herêmî berdewam dike.

Amerîka ku Rojhilata Navîn xwedî nêzîkî 45 hezar leşkeran, gelek baregehên leşkerî û fîloyên deryayî û asmanî yên bihêz e.

Baş e, gelo çima ev hebûna leşkerî ew qas girîng e û li ser kîjan welatan zêdetir e?

Baregehên leşkerî û hejmara leşkeran

Hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn li 11 welatan belav bûye û bi giştî 46 baregehên fermî hene.

Ji wan ên herî balkêş ev in:

Qeter

10 hezar 000 leşker hene: Baregeha Asmanî ya El Udeidê, wekî baregeha herî mezin û navendî ya Amerîkayê ya li herêmê tê zanîn.

Ev baregeh ku sala 1996an bi milyarek dolar hatibû avakirin, mazûvaniya Fermandariya Hêzên Navendî (CENTCOM) dike û nêzîlç 10 hezar leşkerên Amerîkayê lê dimînin.

Behreyn

Navenda Fîloya 5emîn a Amerîkayê Behreynê ye.

Li paytext Manamayê zêdetirî 7 hezar leşker, keştiyeke balafiran, keştiyên binavî û balafirên şer hene.

Kuweyt

Bi zêdetirî 15 hezar leşkerî, ew welat e ku herî zêde leşkerên Amerîkayê lê bi cih bûye.

Baregehên wekî Kampa Arifcan û Baregeha Asmanî ya Alî el-Salem piştgiriya lojîstîk û plansaziyê peyda dikin.

Îraq û Herêma Kurdistanê

Nêzîkî 2 hezar û 500 leşker li baregehên wekî Eyn el-Esedê, Union III û li Hewlêrê peywîrê dikin.

Sûriye û Rojavayê Kurdistanê

 Hatibû diyarkirin ku nêzîjî 900 leşkerên Amerîkayê li wir hene. Ev hêz bi taybetî ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê û şêwirmendiya ji bo hêzên HSDyê li Rojhilatê Kurdistanê bi cih bûne.

Lê belê, piştî ku milîsên bi piştgiriya Îranê êrişî hêzên Amerîkayê kirin, Pentagonê hebûna xwe ya li herêmê zêde kir û ev hejmar derxist nêzîkî 2 hezar leşkeran.

Urdun

Bi sedan perwerdekarên leşkerî û binkeyên wekî "Birca 22" (Tower 22), piştgiriya lojîstîk li dijî komên bi piştgiriya Îranê peyda dikin.

Îsraîl

Li Baregeha Asmanî ya Nevatimê ya li Çola Negevê, hejmareke kêm a leşkeran û sîstemên radarê hene.

Li Îmarat, Erebistana Siûdî, Oman û Misirê jî baregehên cuda hene.

Amerîka di çarçoveya peymanên ku bi van welatan re hatine kirin de hebûna xwe ya leşkerî didomîne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin