
Hawara Çiyayê Kurmênc
.
Sîrwan Rehîm
Tevî vebûna dinyayê yan jî biçûkbûna wê jî gelek nav, gelek mijar û gelek tiştên girîng ên Kurdan hene ku beşeke berbiçav a Kurdistanê wan nas nake, yan jî qet nebihîstiye. Yek ji wan navên girîng jî Cemîl Horo ye.
Ji bilî ku dengbêjekî bêhempa bû, ew dengbêjek bû ku sînga xwe kiribû xezîneya parastina ziman û stranên Kurdî, dengbêjekî ku heta kûrahiya canê xwe ji "netewe û zimanê xwe" hez dikir û bi stranên xwe yên destanî, peyama hişyariyê dida me.
Dengbêjekî ku azadiya jinê û wekhevî li cem wî armanc bû. Berhem û kiryarên wî bi van bingehên girîng ên jiyanê hatibûn xemilandin lê dîsa jî wekî mînak, beşeke berbiçav a Başûr û Rojhilatê Kurdistanê vî navî nas nake.
Cemîl Horo (1934-1989) ne tenê evîndarê doza Kurdistanê bû, belkî di heman demê de dengbêjek bû ku her dem ji ber rewşa neteweya xwe xemgîn bû û rexnegirekî berdewam ê civaka xwe jî bû. Wî rexne li nezanî û stûxwariya civaka xwe digirt.
Cemîl Horo 10ê Adara 1934an, li gundê Serîncekê, di hembêza Çiyayê Kurmênc de li Efrîna rengîn ji dayik dibe. Xwendina seretayî li gundê Çolaqa temam dike, paşê zanistên Îslamî dixwîne.
Cemîl Horo, li şûna ku bibe melayek an mirovekî olî, dibe dengbêjekî navdar û awarte, dengbêjekî ku sînga xwe dike xezîneya parastina ziman, beyt û destanên Kurdî. Sînga xwe dike depoya parastina wan kel û pelan ku eger kesên wekî Cemîl Horo nebûna, ji ber qedexekirina ziman û êrişên li ser Kurdan, dê ji zû de ji holê rabûya.
Çavkaniya tirs û travmayê, ango derba derûnî ya neteweyekê ne tenê bombebaran û kuştina fîzîkî ye. Na, qedexekirina ziman û çandê jî çavkaniya travmayê ye. Cemîl Horo bi rêya stran û dengbêjiyê hewl dida ku li dijî wê qedexeyê wekî Çiyayê Kurmênc li ber xwe bide.
Her wiha di wê asta têgihiştinê de bû ku dizanî divê zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî û qedexe li ser bê rakirin. Di dema Nûredîn Atasî de, ku wê demê serokwezîrê Sûriyeyê bû, hewldana Cemîl Horo ya ji bo fermîkirina zimanê Kurdî li herêma Efrînê, bi zindanîkirin û şkencekirina wî bi dawî tê.
Cara yekem di 16 saliya xwe de tê zindanîkirin. Ew sala 1950î, di zindanên Sûriyeyê de cara yekem şkenceyê dibîne, tawan jî Kurdbûn bû.
Pişt re, Horo ji Sûriyê ber bi Tirkiyeyê ve diçe.
Li Tirkiyeyê xwe bi navekî xwestî dide nasîn lê li Tirkiyeyê jî bê par namîne ji zindan û şkenceyê.
Cemîl Horoyê ku dengekî ezmanî pê re ye û ji bo wekheviyê, ji bo evînê û ji bo azadiyê stran digotin li şûna xelat û aferînan, şkence, zindan û sirgûn dibin bingeha jiyana wî.
Dibe ku dagirkerên Kurdistanê di wî warî de afirîner bin ku dikarin bi rêya Cemîl Horo û kesên wekî wî ziman, destan û hêza evîna Kurdistanê jî şkence bikin.
Li şûna pesindayînê, stran ji bo ax, netewe û zimanê xwe yê xemgîn digotin. Şerê nezanî û paşverûtiyê dikir û bi awayekî serhişk parastina mafê jinê dikir.
Wekî bingeha jiyanê, ji hevjîn û keçên xwe dest bi wekheviyê kiribû. Wekî mînak, carekê dema ku tê girtin û zarokên xwe li cem xesûya xwe dihêle, ji hevjîna xwe re dibêje, "Eger ez mirim, tika ye tu bizewice."
Tevî ku dizanîbû berdêla Kurdbûnê giran e jî Cemîl Horo Kurdayetî dikir, ne partîtî. Kurdbûna wî sînor nas nedikir. Çûna wî ya cem Kurdên Bakurê Kurdistanê û bi taybetî jî sazkirina konser û çend berhemên hevbeş li gel stranbêja mezin Ayşe Şanê û pişt re jî hatina wî (di destpêka salên heftêyî yên sedsala borî de) ya Zaxoyê û mana wî li wî bajarî ya nêzîkî du salan, belgeya wê yekê bû ku wî her cihê Kurdistanê wekî mala xwe dizanî.
Qirika stranên Cemîl Horo tijî birînên wan pirs û mijaran bû ku behsa çarenivîs û manê dikin, wisa ku heta dema strana evînê jî bigota, ew bi hesta Kurdayetî û xema neteweya xwe dixemiland.
Silav ji bo siltanê Kurdan dişand, ji ber ku dixwest Kurd bigihêjin wê astê ku bi xwe bibin desthilatdarên welatê xwe.
Wî desthilat û statuyek ji bo neteweya xwe dixwest. Ew yek ji wan kesan bû ku têgihiştibû “Eger desthilata te nebe ne tenê mafê biryardanê, ne tenê rûmet, heta bawerî, dil û mêjî jî tên talankirin.”
Cemîl Horo di gotina lawik û vegotina destanan de kesayetiyeke bêhempa ye. Qirikeke wî hebû ku awaza welatê Kurdan jê diherikî. Bi rêya dengê xwe yê awarte û hişyariya xwe, formeke nû ya dengbêjiyê afirand.
Em dikarin bibêjin ew afirîneriya ku Yaşar Kemal bi romanê dikir û kir, Horo bi şaheserên xwe yên kelamê, bi dengdana destanan û bi gotina çîrokên tijî karesat kir.
Cemîl Horo 19.09.1989an,di rewşeke xemgîn de koça dawî dike. Tenê nêzîkî 10-12 kesan beşdarî merasîma veşartina vî dengê asmanî dibin.
Dengek, dengbêjekî ku mala her Kurdî ava dike lê nekarî bi rûmet vegere hembêza axê.
Diyar e ku di welatekî bindest de, dagirker bi hêsanî dagirkiriyan dike amûra lihemberderxistinê. Li warê dagirkirî, dagirker beriya her tiştî rûmeta mirovê dagirkirî hûr û perçe dike.
Lê ti dagirker nikare dengê dozekê hûr bike. Ji ber vê yekê dengê Horo berdewam diçe û pêlan dide, digihêje her mala Kurdan. Dengê Cemîl Horo, ne dengekî asayî bû, hawar bû. Hawareke ku ji qirika Çiyayê Kurmênc çavkanî girtibû. Hawareke ku destan, kelam û stranên wî yên ji bo welat, ji bo jinê û ji bo azadiyê, di mala me hemûyan de û di dil û derûnê me hemûyan de ne.
Dengê Horo cihekî girîng û bi bandor di hiş û bîra me hemûyan de neqişandiye.
Xaleke girîng ku kêm behsa wê hatiye kirin, çavkaniya vê hunera dengbêjiyê li cem Horo, çavkaniya hezkirina wî ya ji bo huner û stranê, dayika wî bû.
Horo dengek bû ku bi hejarî jiya û bi hejarî mir lê wî dewlemendî bexşî dîroka stran û muzîka Kurdî û kêfxweşiya mirovê Kurd.
"Eger Kurdistan azad bû, werin ser gora min û bi def û zirneyê vê mizgîniyê bidin min." Ev wesiyeta Cemîl Horo bû.
Em kêfxweş in ku me berhema kedeke salekê di belgefîlmeke Tora Medyayî ya Rûdawê de ("Hawara Çiyayê Kurmênc") ku taybet e bi Horo, temam kir û hêviya min ew e ku di paşerojeke nêzîk de temaşevan wê bibînin.
Çavkanî: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin