
Heyeta PWKê li Parîsê civînên siyasî kir
.
Heyeta PWKê ku bi serokatiya berpirsê Ewropayê yê PWKê, birêz Merd Baran BOSKAN, li Parîsê bû, di 4ê Gulana 2026an de civînên girîng bi nûneratiyên siyasî yên Kurdî re pêk anîn.
Heyeta PWKê ku ji birêz Merd Baran BOSKAN, birêz İhsan AYDIN û birêz Ömer XELIKI pêk dihat, di saetên sibehê de pêşî serdana nûneratiya KDP-Î (Partiya Demokrat a Kurdistanê - Îran) li Parîsê kir. Heyet ji aliyê nûnerê Ewropayê yê KDP-Î, birêz Shaho HUSEYNI, û berpirsê têkiliyên derve yê Fransa, birêz Ardalan ABDOLLAHÎ, hat pêşwazîkirin. Di civînê de derbarê pêşketinên dawî yên herêmê de gotûbêj hat kirin û agahdariyên hevdu hate parvekirin. Heyeta PWKê diyar kir ku di ber êrîşên Îranê de her dem li kêleka birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Di nîvro de jî heyet serdana nûneratiya KRGê (Hikûmeta Herêma Kurdistanê) li Parîsê kir. Li wir heyet ji aliyê nûnerê KRGê yê Parîsê, birêz Ali DOLAMARI, hat qebûlkirin. Di vê civînê de pêşketinên siyasî yên dawî li Kurdistanê hatin nirxandin û her weha bandora şerê dawî yê Kendavê li ser Başûrê Kurdistanê hate gotûbêjkirin.
Hat ragihandin ku her du civîn jî di atmosfereke germ û baş de derbas bûne.
Tayib Alan KOLTCHÎ
Rûpela Nû – Parîs



NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin