Yusuf Kaynak

Yusuf Kaynak

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Guldestek ji edebiyata cîhanê- 3

A+A-

Yusuf Kaynak

Sal zû derbas dibin. Cilda 3emîn ya rêzenivîsa me ya klasîkên wêjeya cîhanê dê di demek nêzîk de derkeve. Çend sal berê me dest bi vî karî kiribû, gotin ew bû ku di nav heşt-deh salan de vê xebatê ji 4 cilda biqedînin.

Em bi vî awayî/şêwaze berdewam dikin, bêyî ku dem û cih bê ferqkirine em ê vê xebatê xwe her bidomînin. Em ne tenê çîrokên jiyana/jînenîgeriya nivîskarên klasîk yên wêjeya cîhanê dixwînin, lê di heman demê de jî, serpêhatiyên wan jî dixwînin û dibin şahidê serpêhatiyên wan yên nivîsandinê û tevkariyên wan yên ji bo wê serdemê. Bi vê lêkolînê em ne tenê wêjeyê, her wiha dîroka Serdema Zêrîn ya wêjeyê ji Serdema Navîn hetanî Ronesansan jî dixwînin, em ji van berhemên hêja agahdar dibin û biserdejî cîhana edebiyatê nas dikin.

Em ne tenê wana nas dikin, em wana bi zimanê xwe, bi Kurdî dixwînin û pê re cîhanên nû jî kifş dikin.! Wê dema em cîhana nivîskarên klasîk nas dikin û agahdar dibin û em zimanê Kurdî jî ji aliyê teknîkî ve pê re  dewlemend dikin, peyv û hevok û têgehên teknîkî yên nû li zimên zêde dikin, jê fêr dibin û jê sûd werdigirin.

Ev lêkolîn ne lêkolînek e ku ji bo girseyên asayî hatiye amadekirine; Ji ber ku dibe ku edebiyat nebe qadeke eleqeya her kesî, tiştekî wisa jî jê nayê hêvîkirin, ya ku edebiyatê eleqedar dike xwendevan e, ew metnên pexşan in; Ew cureyên çîrok, helbest û roman in; Ji bo ku ev xebat xebateke ansîklopedîk e, kesên ku jê sûdê werdigirin, kesên ku bi edebiyatê, derdorên akademîk, derdorên ronakbîrîyê re eleqedar dibine û çîrokên jiyana nivîskarên biyanî yên ku ew nas dikin û jê hez dikin ku bi zimanên xwe bixwînin. Ya rast ew e, ku rêzenivîsên/berhemên klasîk yên bijarte ên rast û girîng hebin ku ji bo berjewendiya derdorên rewşenbîr û xwendevanên meraqdar li ber destan û pirtûkxaneya wan be.!. Di vê cilda sêyemîn de nivîskarên jêrîn hene.

Di cilda yekem de nivîskarên herî bi navûdeng yên Ewropaya Rojava hebûn wek Almanî, Fransî, Holendî û Swedî û çendek din jî wek ji Îran, Îsraîl, Misre û Lubnanê cihê xwe girtibûn. Di cilda duyemîn de wêjeya Amerîkî û Îngilîzî, an jî rasttir, nivîskarên klasîk ên ku bi zimanê Îngîlîzî nivîsandine, vedibêje. Cildê sêyem weke cildeke ku bi piranî nivîskarên klasîkên kevnar ên Ewropaya Rojhilatî an jî bêtir Rûsî, Polonî û Kazakî tê de têne pêşkêşkirin. Nivîskarên cildê sêyem ku dê di demek nêzîk de di nav “Weşanên Na” de derkeve ev in:
Aleksander Blok
Aleksander Puşkîn 
Aleksander Soljenitsin 
Anna Akhmatova 
Anton Çehov 
Boris Pasternak 
Cengiz Aytmatov 
Czeslaw Milosz 
Fjodor Dostoyeviskî 
Ivan Bunin 
Ivan Turgenev 
Josef Brodsky 
Leo Tolstoy 
Maksîm Gorkî 
Mikhail Lermontov 
Mihail Şolohov 
Milan Kundera 
Nikolay Gogol 
Vasilimg-20240604-wa0000.jpgy Grossman 
Vladimir Mayakoviskî 
Vladimir Nabokov 

Yusuf Kaynak, 
Lahey, 04.06.2024

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin