Gelo dê balona kompanyayên teknolojiyê biteqe?

Gelo dê balona kompanyayên teknolojiyê biteqe?

.

A+A-

Mihemed Emîn Demir

Demekê 7 kompanyayên mezin ên petrolê yên cîhanê ku desthilata wan li ser sîstema darayî ya cîhanê hebû, wekî "Heft Xwişk" dihatin naskirin, lê piştî serhildana koronayê û geşbûna berçav a kompanyayên teknolojiyê, 7 kompanyayên mezin ên cîhanê yên teknolojiyê wekî "Heft Zilhêz" hatin binavkirin: Nvidia, Microsoft, Apple, Alphabet, Amazon, Meta û Tesla.

Ev 7 kompanyayên zilhêz ên cîhanê ne ku ya herî erzan Tesla ye û bihayê wê 1,43 trilyon dolar e, ya herî biha jî Nvidia ye ku bihayê wê 4,5 trilyon dolar e.

Bihayê giştî yê kompanyayên teknolojiyê gihiştibû zêdetirî 22 trilyon dolarî, lê di nava hefteyekê de di bihayê pişkên wan de paşveçûnek tê dîtin û nêzîkî 2 trilyon dolar ji bihayê wan kêm bûye.

Ji bilî Alphabetê, hemû kompanyayên din ên mezin ên teknolojiyê di hefteya borî de bihayê pişkên wan daket. Bihayê Amazonê ji sedî 6 û yê Microsoftê ji sedî 7 daket. Bihayê Oracleyê ku yek ji kompanyayên hilberînerên çîpên elektronîk e, ji sedî 11 daket.

Bihayê kompanyayên din ên teknolojiyê yên wekî wan kompanyayên ku di warê teknolojiya komputera kuantumî de kar dikin ji sedî 10 heta 13 daket.

Daketina bihayê pişkên kompanyayên teknolojiyê ew qasî berfireh bû ku bilindbûna qezenc û dahata berçav a Nvidiayê di çaryeka sêyem a îsal de nekarî hesteke erênî di nav bazara kompanyayên teknolojiyê de biafirîne.

Birêvebirê Cîbicîkar ê Fona Veberhênanê ya Bridgewaterê Ray Dalio ragihand ku "bê guman bûqa kompanyayên teknolojiyê berê çêbûye." Vê mehê heta niha bihayê pişkên kompanyayên teknolojiyê bi giştî 2 trilyon dolar daketiye.

Çima bilqik?

Her çend bipêşketinên van çend salên dawî yên di warê teknolojî û hişê çêkirî de gelekî ecêb û bilez bin jî, bazirgan û veberhêneran behîseke mezin li ser berdewamî û pêkhatina xewn û projeyên hişê çêkirî danîne, ev yek jî bihayê kompanyayên teknolojiyê gihandiye asteke rekor û metirsîdar.

Yek ji nîşanên sereke ew e ku nirxê giştî yê bazara pişkên Amerîkayê niha ji sedî 200î zêdetir ji berhema navxweyî ya wî welatî ye. Ev rêje ji dema ku sala 2000î bilqika kompanyayên înternetê (dinasir bi dot-com) çêbûbû jî zêdetir e. Wê demê bihayê kompanyayên înternetê heta ji sedî 150yê berhema navxweyî ya Amerîkayê bilind bûbû.

Yek ji pîvanên girîng ên borsaya Amerîkayê S&P 500 e ku bihayê pişkên 500 kompanyayên herî mezin ên Amerîkayê diyar dike. Rêjeya sermayeyê li hemberî qezencê di wan kompaniyan de derketiye 23yan, ango ji bo ku di nava salekê de dolarek qezenc bikin, bazirganan 23 dolar veberhênan kirine (pişkên wan kompaniyan kirîne).

Ev rêje gelekî bilind e. Ji bo kompanyayên teknolojiyê ev rêje hîn zêdetir e û niha 28 e. Bi awayekî asayî ev rêje bi dehên salan e ku nêzîkî 18-19 dolaran bûye. Yanî behîsa bazirganan giran e û ew pereyê ku ketiye bazara pişkan ji arasteya asayî ya livîna pişkan a di dehên salên borî de zêdetir e.

Ya ji vê metirsîdartir ew e ku tenê komeke biçûk a kompanyayên zilhêz ên teknolojiyê, wekî Nvidia, Microsoft, Amazon, Alphabet û Meta, nêzîkî sêyeka tevahiya bihayê S&P 500ê pêk tînin.

Dîrokê nîşan daye ku dema beşeke mezin a bihayê bazarê xwe dispêre hejmareke kêm a kompaniyan, xwe-rastkirina bazarê piştî paşveçûneke mezin, gelekî zehmet dibe.

Xerciyên zêde û qezenca kêm

Nîgeraniyeke din ew e ku qezenca rastîn a kompanyayên teknolojiyê hîn li gorî wê pereyê zêde yê ku di hişê çêkirî de veberhênan kirine, nîne. Di du salên borî de, her yek ji kompanyayên teknolojiyê bi navînî nêzîkî 30 heta 40 milyar dolar di avakirina sîstemên "hişê çêkirî" de xerc kiriye, lê ji sedî 95ê heman wan kompaniyan dema ku raporên xwe yên darayî belav dikin, diyar dibe ku hîn ji wan veberhênanên ku di hişê çêkirî de kirine, qezenceke wisa bi dest nexistiye.

Li aliyê din, kompanyayên mezin ên teknolojiyê plan dikin ku deynekî gelekî mezin bikin da ku sermayeyê ji bo projeyên xwe dabîn bikin. Li gorî hinek texmînan, di navbera salên 2025 û 2028an de, kompanyayên mezin plan dikin ku heta 1,2 trilyon dolarî deyn bikin ji bo projeyên xwe yên di warê avakirina navendên daneyan û hilberîna çîpan de.

Ev jî tê wateya ku pereyekî zêde tê deynkirin û di binesaziya hişê çêkirî de tê xerc kirin ku dibe ku demeke dirêj hewce bike heta ku qezenca xwe bide. Li gorî vê yekê, bihayê niha yê pişkên wan kompaniyan, ne şiyana niha ya wan kompaniyan, belkî şiyana ku dibe ku di paşerojê de çêbibe, nîşan dide.

Zengila metirsiyê ji saziyên darayî

Saziyên darayî û çavdêr jî zengila metirsiyê lêdixin. Banka Navendî ya Brîtanyayê hişyarî daye ku "bihayê pişkên kompanyayên teknolojiyê yên Amerîkayê werimiye û dişibe serdema dot-comê".

Li Amerîkayê jî, nûnerên Kongreyê yên wekî Alexandria Ocasio-Cortezê hişyarî daye û ragihandiye, "geşbûna niha ya hişê çêkirî dikare metirsiyên mîna qeyrana darayî ya 2008an ji bo sîstema darayî biafirîne, eger bilq ji nişka ve biteqe".

Ev yek nîşan dide ku metirsî ne tenê bi veberhêneran ve girêdayî ne, belkî bûne pirsek û nîgeraniyeke aborî ya mezintir û berfirehtir.

Digel vê yekê, her çend gelek nîşan îhtimala çêbûna bilqeke teknolojî û hişê çêkirî nîşan didin, wekî bihayê xeyalî, komkirina sermayeyê di çend kompaniyan de, xerckirina zêde bêyî qezenceke zelal û zêdebûna hişyariyên çavdêran, hemû pispor û aborînas li ser metirsiya bilqeke teknolojiyê ne hemfikir in.

Hinek ji şîrovekaran dibêjin ku hişê çêkirî dê di demeke dirêj de hilberînê zêde bike û bazar dê xwe li gorî serdemeke teknolojiyeke nû biguncîne û bi vî awayî bilq çênabe û nateqe.

Pirsa sereke niha ev e: Gelo kompanya dikarin veberhênanên xwe yên di hişê çêkirî de heta salek an du salên din bikin qezenceke rastîn? Eger ev yek çêbibe, dibe ku metirsiya teqîna bilqa teknolojiyê kêm bibe yan jî qet çênebe.

Çavkanî: Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin