Franz Kafka bi Kurdî xweş e!

Franz Kafka bi Kurdî xweş e!

Yek ji berhemên wêjeyî yên bi nirx ên cîhanê, pirtûka“Keleh”a Franz Kafka bi wergera Fatih Aydin bi Kurdî hat weşandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Pirtûka nivîskarê navdar Franz Kafka ya bi navê “Das Schloss” ku di sala 1926an de bi zimanê Almanî belav kirîye, ji alîyê nivîskar û wergerê Kurd, Fatih Aydin ve bo ser zimanê Kurdî hat wergerandin.

Pirtûka “Das Schloss” ku bi Kurdî tê wateya “Keleh”ê, ji alîyê Weşanxaneya Avestayê ve hatîye çapkirin û weşandin.

Pirtûka Kurdî ya “Das Schloss” a Franz Kafka ku bi navê wê yê Kurdî “Keleh” hatîye çapkirin, ji 352 rûpelan pêk tê.

Di pirtûkê de behsa çîroka qehremanekî bi navê “K” dike ku li gundekî dijî û li hember desthilatdarîyên veşartî yên ku ji Kelehekê ve gund birêve dibin, têkoşînê dike.

Franz Kafka sala 1883 li bajarê Prag a paytexta Çekyayê hatîye dinyayê û di sala 1924an de li Nemsayê koça dawîyê kirîye.

Franz Kafka wek yek ji nivîskar û edîbên navdar ên sedsala 20an tê naskirin.

“Ji xeynî min tu kêmasîyên min nînin” dibêje Franz Kafka di derheq xwe de. Albert Camûsê ku hema bêje li her derê navê wî bi hebûnwerîya Jean-Paul Sartre re tê hilanîn jî wiha dibêje derheq Kafka de; “Nivîskarê ku me dibe dawîya sînorên fikra mirovahîyê.” Baş lê kesekî ku problema wî kêmahisa wî bi xwe be, ew xwe bi awayekî ‘tune’ bihesibîne dê çawa me bibe sînorên dawîn ên mirovahîyê? Nebe ku bersiva lêpirsînên me di vê berhemê de bin?

“Ji evîna me re aramî nîne, xeyal dikim, tirbekê disêwirim. Tirbeke kûr û teng ku em tê de mîna kelbetanan hevûdu hemêz bikin, ez rûyê xwe di rûyê te de, tu rûyê xwe di rûyê min de veşêrî û êdî tu kes qet nikare me bibîne.”
“-Li ba me kêmahîya rêzgirtina li hember meqaman tune, ne ku te jî ew bixwe got.
– Lê ew rêzgirtineke şaş e, got K. Rêzgirtineke nelicih, rêzgirtinên wiha, tiştê ku rêz lê tê girtin piçûk dike.”

“Min carê bihîstibû ku xortekî ciwan şev û roj bi fikirîna kelehê re meşxûl dibûye, tu tiştî din qet ne xema wî bûye, çima ku hiş û aqilê wî tim li ser kelehê bûye, êdî ji silametîya aqilê wî dihatîye tirsîn. Lê axirî ew aşkere bû ku esasen aqilê wî ne li kelehê, lêbelê tenê li keçikeke feraxşo ya li rêvebirîyê bûye, û gava ku ew gihîştîye wê, her tişt dîsa rind bûye.”

Keleh
Franz Kafka
Wergera ji almanî: Fatih Aydin
ISBN: 978-605-9082-77-8
19.5×13, 352 rûpel 37 TL

www.avestakitap.com

Rûdaw, Avesta

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin