
Serok Barzanî: Serkeftina herî mezin yekrêziya Kurdan e
.
Serok Mesûd Barzanî behsa metirsiyên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê kir û got, “Nabe ku em li şer bifikirin lê em zora zordaran jî qebûl nakin."
Serok Barzanî her wiha got, “Serkeftina herî mezin yekrêziya Kurdan e”
Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û bi beşdariya 800 bijîşk û pisporên navxweyî û navneteweyî, îro li Hewlêrê Kongreya 11emîn a Tenduristiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir.
Serok Barzanî di merasîma vekirinê de gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser giringiya zanistê, şiyana mirovê Kurd û geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê.
"Hindik mabû li Rojava karesateke mezin rû bide"
Serok Barzanî amaje bi guhertinên siyasî û leşkerî yên li herêmê kir û diyar kir ku şert û mercên vê carê li gorî yên sala 2014an cuda bûn.
Serok Barzanî li ser metirsiyên dawî got:
"Tirsa min ew bû ku bibe şerê Kurd û Ereban û ev jî dê bibûya karesateke mezin.
Şikir ji Xwedê re ku şer nebû şerê Kurd û Ereban. Her çend tiştên nexweş qewimîn jî hindik mabû li Rojava karesateke mezin rû bide.
Vê carê pêdivî bi wê yekê hebû ku agirê vî şerî were vemirandin."
Serok Barzanî destnîşan kir ku di demên wiha de divê mirov dûrî hestiyariyê biryarê bide û tekez kir ku Kurdan ti caran şer nexwestiye û şerê Kurdan her dem li dijî zordestan bûye, ne li dijî milet û gelan.
“Em zora zordaran qebûl nakin”
Serok Barzanî wiha pê de çû: "Nabe ku em li şer bifikirin lê em zora zordaran jî qebûl nakin. Me çi ji destê me hat kir, wekî çawa me sala 2014an Pêşmerge şand û wan Kobanî ji destê DAIŞê rizgar kir."
Spasî ji bo yekhelwestiya neteweyî
Serok Barzanî di beşeke din a axavtina xwe de spasiya xelkê Başûrê Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hemû rêxistin û dezgehên medyayê kir ku di nava çend rojên borî de ji bo komkirina alîkariyan seferber bûn.
Serok Barzanî got, "Tişta ku ji destê me hat û ji bo me pêkan bû, me ji bo Rojavayê Kurdistanê kir û em bi vê helwesta xwe serbilind in.
Serkeftina herî mezin yekrêziya Kurdan e. Ez hêvîdar im ev yekîtiya ku me li ser asta neteweyî dît, bibe bingehek ji bo rûbirûbûna hemû rûdanên di paşerojê de."
Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê
Serok Barzanî behsa rewşa Hewlêr û Bexdayê û pêkanîna hikûmetê jî kir û got:
"Em hewl didin astengiyên li pêşiya pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê çareser bikin.
Her wiha, ji bo hevalên xwe yên li Bexdayê jî tiştê ji destê me were em amade ne bikin, da ku hikûmeta nû were avakirin.
Armanca me ew e ku em zû ji vê krîzê derbikevin."
Pêvajoya nû
Serok Barzanî derbarê pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî got, "Me ji roja yekem ve piştgiriya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê kiriye.
Em hêvî dikin ku ev pêvajo bigihîje encameke wisa ku xêra hemû aliyan tê de be."
"Hewlêr mala bijîşkên her çar parçeyan e"
Serok Barzanî ji mêhvanan jî got: "Ez dixwazim bibêjim ku dil û deriyê Hewlêrê her dem ji bo we bijîşkan û ji bo çalakiyên wiha vekirî ye.
Amadebûna gelek bijîşkan a ji her çar parçeyên Kurdistanê, cihê hêvî û şanaziyê ye."
“Ax û zimanê xwe ji bîr nekin”
Serok Barzanî her wiha şîret li Kurdan û amadebûyan kir û got:
"Eger derfet ji bo Kurdan were peydakirin, ew ji ti kesên din ne kêmtir in.
Zarokên xwe han bidin ku bixwînin, di heman demê de fêrî wan bikin ku ax û zimanê xwe ji bîr nekin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin