Fransa: Divê Kurd di paşeroja Sûriyeyê de cih bigirin

Fransa: Divê Kurd di paşeroja Sûriyeyê de cih bigirin

.

A+A-

Wezareta Karên Derve ya Fransayê pêwendiyên bi Îraqê re wekî “pir dînamîk û pir xurt” pênase kir û tekezî li ser hevkariya stratejîk a di navbera Bexda û Parîsê de û piştgiriya berdewam a Fransayê ya ji bo mafên Kurdan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Christophe Lemoine bû mêvanê Rûdawê û pirsên Şehyan Tehsînê bersivandin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Christophe Lemoine got:

“Îraq li herêmê roleke gelekî girîng û dînamîk dilîze û Konferansa Bexdayê di vî warî de gaveke gelekî girîng bû.”

Mebesta Christophe Lemoine ya Konferansa Bexdayê ya ji bo Hevkarî û Hevpeymaniyê bû ku cara yekem sala 2021ê bi piştgiriya Parîsê hat lidarxistin û serokên dewletên herêmê beşdar bûn.

Meha Adarê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê axivîn û îhtimala lidarxistina konferansa sêyem gotûbêj kir.

Sûdanî û Macron Kanûna Pêşîn a 2023yan li Parîsê çend peymanên stratejîk îmze kirin ku armanca wan xurtkirina hevkariyê ya di sektorên cuda de bû.

Christophe Lemoine anî ziman, “Em dixwazin hebûna karsaziyên Fransî li Îraqê curbicur bikin.”

Berdevkê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Bergeşt Akreyî roja duşemê ji Rûdawê re gotibû ku tê payîn di rojên pêş de nêzîkî 60 kompanyayên Fransî werin serdana Herêma Kurdistanê û veberhênanê bikin.

Armanca vê înîsiyatîfê xurtkirina pêwendiyên dualî yên Hewlêr û Parîsê, afirandina bi hezaran derfetên kar û vekirina rê ye ji bo ku markayên Fransî.

Rayedar û karsazên Fransî, Îraqî û Kurd Gulana borî li Parîsê di forumeke mezin a bazirganî û veberhênanê de civiyan û li wir Bexda û Hewlêrê Îraq wekî cihekî aram û guncaw ji bo veberhênanê pêşkêş kir.

Bexda û Hewlêr bi awayekî çalak dixebitin ku bi xurtkirina sektora taybet aboriya xwe curbicur bikin.

Li gorî Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Yann Braem heta Gulana 2024an, veberhênanên Fransayê yên li Herêma Kurdistanê di gelek sektoran de nêzîkî 3 milyar dolarî bûn.

Christophe Lemoine tekez kir, “Em gelekî li ser xurtkirina pêwendiyên di navbera Kurdistana Îraqê û Fransayê de ne.”

Pêwendiyên Fransayê yên bi gelê Kurd re xwedî dîrokeke dûr û dirêj in ku vedigerin salên 1980yî dema ku Xanima Yekem a wê demê Danielle Mitterrand bû parêzvaneke eşkere ya Kurdên di bin zordestiya Sedam Hisên de.

Wê di avakirina herêma dijî-firînê ya li Herêma Kurdistanê de piştî Şerê Kendavê yê 1991ê roleke sereke lîst ku vê yekê derfet da Kurd birêvebiriyekê ava bikin.

Mitterrand hîn jî bi navê “Dayika Kurdan” tê naskirin û sala 1992yan Parlamentoya yekem a Kurdistanê vekir.

Piştî rûxandina Sedam Hisên Fransa yek ji wan welatên yekem bû ku li Hewlêrê konsulxaneyek vekir.

Her wiha di şerê li dijî DAIŞê de ku sala 2014an dest pê kir, piştgirî da hêzên Kurdistanî û Îraqî.

Fransayê li Sûriyeyê jî roleke çalak lîstiye, piştgiriyê dide pêvajoyeke siyasî û di heman demê de bang dike ku rêz li curbicuriya etnîkî û olî ya Sûriyeyê were girtin.

Christophe Lemoine her wiha got:

“Fransa piştgirî dide desthilatdarên nû yên li Şamê lê wekî ku me her tim gotiye, ev piştgirî bi şertekî ve girêdayî ye ew jî rêzgirtina ji bo curbicuriya Sûriyeyê, curbicuriya etnîk, curbicuriya olî û curbicuriya siyasî.”

“Divê hemû aliyan li xwe bigire”

Christophe Lemoine anî ziman:

“Me her tim ji desthilatdarên nû yên li Şamê re gotiye ku divê ev pêvajoya veguhastina demokratîk a ku ew niha pêşengiyê jê re dikin bi temamî hemû aliyan li xwe bigire.

Divê hemû civakên cuda yên li Sûriyeyê û bi taybetî jî Kurdan bihewîne.”

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot meha Nîsanê bi Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya û daxwaza rêzgirtina ji mafên Kurdan re kir.

Fransa endameke çalak a Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê ya li dijî DAIŞê ye û vê dawiyê tevlî hewlên hêsankirina diyaloga navxwe ya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê jî bû ku li wir di nakokiyên di navbera partiyên siyasî yên Kurdan de pêşketin rawestandiye.

Dawiya meha Nîsanê komek partiyên siyasî yên Kurd li Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar weşand û banga sîstemeke nenavendî û demokratîk kir ku mafên Kurdan garantî bike û rê li ber diyaloga niştimanî veke.

Serokatiya Sûriyeyê ev gav şermezar kir ku ew wekî li dijî peymana 10ê Adarê ya ku ji aliyê Serokê demkî Ehmed Şer û Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî ve hatibû îmzekirin pênase kir.

Wê peymanê Kurd wekî beşeke bingehîn a Sûriyeyê nas kiribû, agirbesteke li seranserî welêt ragihandibû û gavên ji bo tevlîkirina HSDyê ya di nava artêşa niştimanî û saziyên hikûmetê yên Sûriyeyê de diyar kiribûn.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin