Ferhenga Koronavirusê

Ferhenga Koronavirusê

Piştî belavbûna nexweşîya Covid-19ê hin gotinên nû di jîyana rojane ya gelên cîhanê de cihên xwe girtin. Bianet ev têgehên tenduristîyê û wateyên wan ji bo we berhev kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di 31ê Kanûna Paşîyê de agahîyek ji bo Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî (RTC) ragihand. Di vê ragihandinê de dihate gotin ku nexweşîya vîrusa koronaya nû peyda bûye. Di hefteyên pêş de ji vê nexweşîyê re gotin Covid-19. Bi vê nexweşîyê re hin gotinên nû di jîyana rojane ya gelên cîhanê de cihên xwe girtin. Me ev têgehên tenduristîyê û wateyên wan ji bo we berhev kirin.

Koronavirus: Koronavirus ango vîrusa koronayê (bi latînî: Orthocoronavirinae). Malbata vîresan e. Dibe sedem ku nexweşî li çukan û guhandaran peyda bibe û dibe sedema nexweşîyên weke Sendroma Hilmijê ya Rojhilata Navîn (MERS) û Sendroma Hilmijê ya Akût a Giran (SARS) û Covid-19ê ku MERS û SARS jî du malbatên jêr ên malbata Coronaviridaeyê ne.

Nîşe: Mezinahîya vîruse 125 nanometre ye. Taybetmendîya wê ya herî berbiçav ew e ku niçikên dişibin çoyan li dora wê hene. Bi mîkroskopê weke taca kurewî ya rojê (bi latînî: corona) xuya dike. Ji ber vî tiştî navê wê kirine koronavirus.

Covid-19: Biqasî ku tê zanîn li bajarê Wuhan ê Çînê derketîye. Cureyekî nû yê koronavirusê ye. Di 13ê Kanûna Paşîyê ya 2020an de ev nav lê hatîye kirin.

Karantîna: Ew tedbîrên tenduristîyê ne ku ji bo nexweşîyek belav nebe tên wergirtin. Di dema van tedbîran de dibe ku herêmek an jî cihek di bin çavdêrîyê de bên girtin û ketin û derketina vir bên astengkirin.

Pandemi: Navên giştî yên wan şewban e ku li cîhanê di heman demê de û bi awayê berbelav gelek kes pê dikevin û xetereyê li ser jîyana gelek mirovan dikin.

Epidemi: Belavbûna nexweşîyekê an jî rewşeke din e ku gelek kes di heman demê de pê dikevin.

Îzolasyon: Ji bo nexweşî belav nebe kesên nexweş ji yên din tên dûrxistin.

Enfeksîyon: Dema mîrkobeke ku di organîzmayê de dibe sedema nexweşîyekê, belav bibe an jî pêşdebiçe ji wê rewşê re enfeksîyon tê gotin.

Mesafeya Civakî: Ji bo pêşî li ber belavbûna nexweşîyên weke bahor û tuberkolezê yên bi rêya hewayê mirov pê dikevin, kesek xwe ji beşek civakî yan jî ji temamîya civakî dûr bixe, navê wê mesafeya civakî ye.

Bilindtirîn ast: Di koronavirusê de dema hejmara nexweşan were asta herî bilind, ew dibe bilidtirîn asta nexweşîyê.

Pêketîbûn: Dema zindîwerek nîşaneyên nexweşîyê lê xuya bikin an jî xuya nekin vîrus ketibe laşê wî.

Semptom (Nîşane): Haya nexweşan ji rewşê heye. Ew gazind in ku nexweş behsa wan dikin. Ji ber vê nexweşî yan jî rewşa derasayî karkirina endamên laşî yan jî hisan ne normal in.

Asemptomatik: Vîrus di laşê mirovan de ye lê di laşî de rewşeke derasayî nîne.

Filyasyon: Karê tespîtkirina sedema şewban e. Ango xebata lêgerîna çavkanîyan e.

Viroloji: Beşek ji zanyarîyan e ku li ser vîrusan û taybetmendîyên wan xebatan dikin. Beyek ji mîkrobîyolojî an jî patolojîye ye. Lêkolînê li ser vîrusan, xelekên wan, senifandinên wan dikin û dixwazin fam bikin ku bê ka çawa dikevin hucreyan û çawa rê li ber nexweşîyan vedikin.

Virolog: doktor û zanyarên di beşa virolojîyê de pispor in.

Bianet

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin