Êzdîno piştgiriyê bidine ciwanên me, Pêdiviya Civaka Me bi Yekîtî û Xwexwedîderketinê Heye!
Wekî nivîskar û lêkolînerekî ku temenê xwe daye ber hevok, dîrok, zargotin û parastina reseniya civaka Êzdî, ez her dem piştgiriya wan hewldanan dikim ku armanca wan bilindkirina asta naskirin û nûnertiya hêja ya gelê me ye. Di vê derbarê de, xebat û nûnertiya ku birêz micêwir Îsmet Nokta li nav eyaleta Nordrhein-Westfalen (NRW) dike , ji bo me hemûyan cîhê serbilindiyê ye.
Di sohbet û hevdîtinên me yên dawî de, birêz micêwir Îsmet Nokta nêrîn, fikar û analîzên xwe yên gelekî kûr û girîng li ser rewşa civaka me ya li diyara xerîbiyê (Ewropayê) bi min re parve kirin. Ez ji bo vê dilnermiya wî spas dikim û bi temamî tevî van daxwaz, fikar û nirxandinên wî yên dilsozane dibim û dixwazim deng û peyama wî digel nêrînên xwe bînim ber çavên raya giştî.
1. Nûnertiya Resen û Ne-Siyasî ya Êzdiyatiyê
Birêz Îsmet Nokta destnîşan dike ku dema wî li bajarê Münsterê di nav Encumena Olan û çalakiya ekumenîk de nûnertiya Êzdiyatiyê kir, ev erkekek bû ku ji aliyê saziyên bajêr, komeleyên elmanî û civaka herêmê ve rasterast spartibûyê. Ew teqez dike ku nûnertiya saziyên olî û çandî divê ne-siyasî (unpolitisch) be.
Prensîba herî pîroz a di baweriya me de ev e ku ol û nirxên giyanî nebin amûrên siyaseta rojane. Çawa ku birêz Îsmet dibêje, baweriya Êzdiyatiyê di kûrahiya xwe de rêzgirtina li hemû ol û civakan hembêz dike — ku di duaya me ya kevnar a „Xwedêyo, tu pêşî 72 milletan biparêzî û paşê jî me“ de bi awayekî şewqdar dixuyê.
2. Siyasîkirina Komeleyan û Pirsgirêka Yekîtiyê
Yek ji fikarên herî kûr ên birêz micêwir Îsmet Nokta ku ez jî bi temamî piştgiriyê didimê, mijara parçebûn û siyasîkirina saziyên me yên li Ewropayê ye.
Birêz Îsmet bi awayekî pir vekirî û wêrekane rexneyên xwe tîne ziman:
• Durketina ji Erka Bingehîn: Piraniya komeleyên me yên li Ewropayê ji aliyê dewleta Almanyayê ve piştgiriya darayî werdigirin da ku xizmeta entegrasyonê, perwerdeyê û parastina çandê bikin. Lê mixabin, hinek ji wan siyaseta ji derveyî Ewropayê tevlihevî nav karên olî û çandî dikin.
• Kêmbûna Tifaqê: Di navbera saziyên me de dîyalog û piştevaniya rastîn nîn e; di cihê ku pişta hev bigirin de, li bal rayedar û siyasetmedarên elman hevdu rexne dikin û zirarê didin wêne û hurmeta civaka me.
• Tevlihevkirina Têkiliyan: Çûna konsulxaneyan û beşdarbûna di pîrozkirinên ku dîroka wan ji bo gelê me (û gelên din ên herêmê) bi ferman û êş anînê tê bîranîn, di bin navê "dîyaloga olî" de nayê qebûlkirin û ji aliyê raya giştî ve jî nayê bawerkirin.
Ez jî wekî lêkolîner û nivîskar teqez dikim: Em gelê resen ê vê xakê û neteweya kurd in. Xweparastin û xwexwedîderketina li nasnameya xwe ya neteweyî û olî, nayê wateya radîkalbûnê; berevajî wê, bingeha xurtbûna me ye.
3. Rexneya Avaker û Banga ji bo Ciwanan
Wekî ku birêz micêwir Îsmet Nokta jî dibêje, rexnekirina kêmasiyan nayê wateya neyartiya saziyan; rexne ji bo sererastkirin û parastina karên baş e. Eger em sînyalên şaş bide dewrûberên xwe, ew karên mezin û nirxbilind ên ku hatine kirin jî di bin siyê de dimînin.
Erka me ya herî mezin ev e ku em bîr û baweriya paqij a Êzdiyatiyê veguhêzin bo nifşên nû. Daxwaza birêz Îsmet û min ev e ku ciwanên me yên Êzdî:
1. Ji van hewldan, tecrûbe û nûnertiyên hêja sûdê bigirin.
2. Xwe ji siyaseta rojane ya parçeker biparêzin û berê xwe bide zanist, lêkolîn û parastina çandê.
3. Di her qadê de bibin nûnerên pêbawer, ciddî û bilind ên civaka xwe.
Encam
Ez ji dil û giyan piştgiriya nêrîn, sekna ne-siyasî û hewildanên hêja yên birêz micêwir Îsmet Nokta dikim. Temsîliyeta wî ya li eyaleta Nordrhein-Westfalen (NRW) nîşan da ku dema ol û baweriya me bi rengekî paqij û bêtevlîhev bê pêşkêşkirin, rêzgirtineke mezin ji aliyê cîhana derve ve çêdibe.
Hêvîdar im ku ev peyam û vîzyon bibe dergehek ji bo ku hemû meclîs, komele û kesayetên me yên li Ewropayê werin ser xeta yekîtî, diyalog û piştgiriya hevdu, da ku em hemû bi hev re xizmeta paşeroja gelê xwe bikin.
(Çavkanî: Axaftin, nirxandin û peyamên tomarkirî yên micêwir Îsmet Nokta û analîzên lêkolînerî yên Kemal Tolan).



YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin