Ez weke Êzdiyekî, bangî rayedarên „Netewên Yekbûyî û Dewleten Cîhanê Dikim“
Ez weke Êzdiyekî bangî rayedarên „Netewên Yekbûyî û Dewleten Cîhanê Dikim“, şidê bidine ser rayedarên dewleta Tirk yê bila ew mafên mirovan û Êzdiyan bicîh bînin.
Dewleta Tirkiyê , vêga hêjî li mafê wan xuşk û biryên me Êzdiyan , yên ku tûşî êrîşên hovane yên DAIŞê bûne xwedî dernakeve. Serokên DAIŞê gelek ji wan revandine anînine di nav sînor û di bin hemeta desthilatdariya Tirkiyê de veşartine.
Rêvebirên dewleta Tirkiyê , li mafên Kurdan û bi taybetî jî yê Êzdiyên li herêma „Batman, Mêrdîn, Mîdyat, Şirnak, Wêranşarê û hwd. ne re bêdeng e. Hevalbendên dewletê hêjî eşkere keçên Êzdiyan direvînin, êrîşî ser çalakvanên Êzdiyan ku , li mafê xwe derdikevin dikin.
„Gotin heye lê bang tune.
Mafên mirovan li ser rûpel xweş in,
Lê di jiyanê de tunene.“*1
Berdewamî binêrin li bang û peyama di *1 û 2 de
Û hwd.
Çavkanî:


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin