Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ez û Pirtûka: Cizîra Binxetê û Jiyana Rewşenbîrî

A+A-

 

 

  Di serê vê heyva Nîsanê de/ 2023, pirtûkek min ya nû bi navê (Cizîra Binxetê û Jiyana Rewşenbîrî), di çapxaneya Mîran de, bi çapeke taybet li Qamişlo hatiye çap û belavkirin. Ev pirtûka min li ser zîlana du beşan digere, beşê sereke; erdnîgarî, dîrok û jiyana rewşenbîrîye li Cizîrê ye û beşê din; çend gotar û danasînên ku li dor parastina ziman û rewşenbîriya kurdî ne.. 

  Min ev pirtûka xwe diyarî van lehengên pêşeng kiriye:

"Ez vê pirtûka xwe diyarî canê van lehengên pêşeng di warê ziman û rewşenbîriya Kurdî de dikim; Mîr Celadet Alî Bedirxan, Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can û tev hevalên wan.. Û herweha gurzek Nêrgizên Buharî ji wan kesên ku di vî warî de kar û xebatê dikin, pêşkêşî dikim".

  Û di pêşgotina pirtûka xwe de wiha dibêjim:

  "Wek ku diyar e, sal bi sal kalemêr û pîrejinên me, yên ku ew zargotin di tûrikên xwe de parastiye, ji nav me bardikin.. Nifşê nû jî, di bibin bandora xwendina zimanê Erebî û teknelojiya nû de dûrî ziman û edebiyata Kurdî ya devikî (Zarotina Kurdî), dibin.. Ev zargotina ku li hezarê salan vedigere û bi saya wê, zimanê me, dîroka me, hebûn û reseniya me têde kom bûye û kesayetiya mirovê Kurd pê tê naskirin.. Eger ji niha û pênc salên hatî ve, em liqata edebiyata xwe nekin, emê poşman bibin û em şaşiyek mezin di derheqî kultura xwe a devikî û kesayetiya xwe a Kurdî de dikin…"

Naveroka pirtûkê li ser zîlana van mijaran dizîvire:

-Herêma Cizîrê (Binxetê) -Reseniya Kurdan di Cizîrê de -Di Sedsala Dawî Rewşa Ziman û rojnamegeriya Kurdî -Zimanê Kovara HAWARê -Serhildana Wêjeyê Li Rojava -Rewşa Ziman Piştî 2011an -Cizîr Gencîneyeke ji Folklorê Kurdî re -Wêjeya zarokan li Cizîrê -Bi Kurt Kurmancî, Kiye Rewşenbîr -Hizir û Bîra Azad -Cejna Newrozê Li Rojava -Bandora Nexwendina Bi Zimanê Dê -Bandora Sirgûnê di Wêjeya Kurdî de -Giringiya pêwendiyên Welat û Sirgûnê -Giringiyên wergerê ji bo Kurdan -Rola dengbêjan û Jina Kurd di parastina zimanê Kurdî de -Bandora Kurdên Bakur li Kurdên Rojava -Bandora Serhildana Şêx Seîd -Hebûna mê di Zimanê me de ye û gelek babetên din...

Qamişlo

30/3/2023

-005.png

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar