Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ez û Hunermend Mihemed Elî Şakir 1946 - 2020

A+A-

 

  Ji mêj ve, min Mihemed Elî Şakir wek helbestvan, awazjen û hunermend nas dikir.. Nexasim bi gotinên strana (Zeynebê û Rêwiyo), yên ku birayê wî hunermend Mehmûd Ezîz Şakir kiribûn stran û digotin..  Mihemed Elî Şakir yê ku ji sala 1968an de dest bi hunandina helbestê û awazjeniyê kiriye, ji 100î 90 ji stranên birayê wî Muhmûd Ezîz ji gotin û awazên wî ne.. Wî dor 265 helbest nivîsandine û bi awazjen kirine.. weha jî min ew wek hunermendekî wênekêşiyê jî di rêka tabloya wî (Bêrîvanê) de nas dikir..

  Sal derbas dibûn û dostaniya me dirêj dikir.. Di roja 20.6.2018an de, li ser daxwaza wî û min, ez ji Qamişlo çûm Serê Kaniyê serdana mala wî û me rojeke xweş digel hev û Hemo Biro (Bavê Şivan) û Mihemed Cezaa (Bavê Boşkîn) derbas kir.. Wan ez li Serê Kaniya dêrîn gerandim; me li çayxaneya Ehmekan çayê vexwa.. û wan ji min re qal û behsa herdu şûnwarên dîrokî li Serê Kaniyê: (Til Helef û Fixêriyê) kirin.. Û herwiha ji min re qal û behsa Îbrahîm Paşayê Millî û malbata wî kirin..

  Di wê serdanê de, Mihemed Elî Şakir ji min re rewşa xwe ya tenêtiyê anî ziman û wiha got: (Birayê Kon! Zarok û neviyên min ji hev belawela bûne.. Têlên tembûra min qetya ne.. Pisîkek min hebû, navê wî (Cerdo lawê Qirnikê) bû, ez gelekî lê miqatebûm; min şeh dikir, xwarin didayê.. Sebra min pê dihat.. Ew jî, ji min xeyidî û nebedî bû.. Niha ez û kebaniya xwe û gul û çîçekên hewşa xwe bi hev re dijîn..).

  Di roja 2.8.2019an de dema ku ew û hunermendê Kurd (Reşîd Sofî), ji rex Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê/ HRRKê ve, li Qamişlo hatin xelat kirin, min herdu bi gotineke xweş pîroz kirin. Û wiha dostaniya me dirêj kir.. Di wê navê re wî ev herdu helbestên min: (Heyva Gulanê û Qamişlo Bo Te Silav), bi awazjeniya xwe kirin du stranên xweş.

Sed mixabin ku mamoste Mihemed Elî Şakir di roja 24.9.2020an de li bajarê Amûdê koça dawî kir.. Bi koçkirina wî re stêreke geş di warê helbesta stranî û awazjeniyê de, di asmanê Kurdistanê de rijiya.. Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike.

Heyva Gulanê

 

Gulê Gulê! Hat Gulan

Xak xemilî ji rengan

Çûk difirin li asman

Seyran xweşe li waran

 

Şanê, Xanê, Zozanê!

Heyva me a Gulanê

Bikin kêf û dîlanê

Salê careke Canê

 

Xecê, Xecê! Gulan hat

Siyabendo! Roj hilat

Salek çû û yek nû hat

Bihar xweşe li welat.

 

Huner, Nesrîn û Wanê!

Bîst û Şeşê Gulanê

Ji bo man û nemanê

Hat Şoreşa Gulanê.

 

 

Qamişlo Bo Te Silav

 

Qamişlo bo te, silav û silav

Mala silavê, li te be silav

 

Bibare aştî, biratî bijî

Qamişlo bijî, her bijî bijî

 

Nisêbîn û Tor, raserî te ne

Amûd û Dêrik, du baskên te ne

 

Qamişlo bû te, silav û silav

Mala silavê, li te be silav

 

Qamişlo canê, bûka dîlanê

Bûka Cizîrê, navenda danê

 

Navenda zevî, ceh genim û nok

Demsalên te çar, pey hev wek zîzok

 

Qamişlo bo te, silav û silav

Mala silavê, li te be silav

 

Zivistanî sar, serma te xedar

Havînên te gerim, xwêdan tête xwar

 

Payîzî bi toz, bi ba ecacok

Buharên te xweş, mîna bihiştok

 

Qamişlo bo te, silav û silav

Mala silavê, li te be silav.

2019.jpg-007.jpg

Önceki ve Sonraki Yazılar