
Evdirehman Qasimlo li ser gora wî birêzdarî bibîrhat
.
Kurdên Fransayê û yên gelek welatên din ên Ewropayê, di 13ê tîrmehê de, li goristana Père-Lachaise, Dotor Evdirehman Qasimlo û hevalên wî yên li Viyanayê, ji alî Rejima melayan ve hatin şehîd kirin birêzdarî bibîranîn. Çalakvanên kurd û dostên wan ên biyanî weke her sal di saet 12û30ê de li ber derîyê mezin ê Goristana ku gelek navdarên Fransiz û biyanî lê hatine veşartin kom bûn û di saet 1ê de ber bi gora şehîdan ve birê ketin.
Di nav komê de gelek pêşmergeyên kevn ên PDK-Î jî hebûn, ku cilûbergên pêşmerge yên rengê xakî li xwe kiribûn, - ev reng li Îranê qedexe ye- bi alên kurdî û durişmên “Qasimlo rêgay dirêjî heye, Kurdistan goristana faşîstan, şehîd namirin û hwd.” Meşiyan.
Weke ku tê zanîn Dr. Evdirehman Qasimlo, di 13ê tîrmehê ya 1989ê de, li Vienne, paytextê Awistiryayê li gel du hevalên xwe, ji alî sîxûrên Îranê ve hatibûn şehîd kirin û li goristana Père-Lachaise, li Parîsê hatibûn veşartin. Ew di dema gotûbêjên li gel xwedêgravî nûnerên Refsencanî de hatibûn kuştin. Kujerên wan nehatin girtin û ne jî ceza kirin..
Di kombûna li ser gora şehîdan de siyasetmedar û nûnerên partiyên siyasî, komele û saziyên cihê mesajên sersaxiyê xwendin û bal kişandin ser kesayetî û girîngiya xebata Dr. Qasimlo.
Mesaja pêşîn ji aliyê nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê -Îran- ve hate xwendin, daxwiyaniya PDK-Î wiha bû: “Dijminê gelê me, bi êrîşên li ser rêberên me, dixwaze partiya me lawaz bike, me bitirsêne û rê li ber têkoşîna gelê me bigre. Her çend di êrîşên xwe de, mixabin du caran bi ser ketin jî, ew nikaribûn rê li ber geşbûna partiya me û têkoşîna gelê me bigrin. Doktor Qasimlo îro ne li nav me ye, lê ramanên wî û rêbaza wî riya me ronî dike û têkoşîna gelê me li rojhilatê Kurdistanê gurtir dike. Hezar silav li giyanê şehîdan, bijî kurd û Kurdistan…”
Paşê Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Dr. Kendal Nezan axivî û wiha got: “Nasîna û hevrêtiya me li gel şehîd Dr. Qasimlo ji sala 1975ê heta roja şehîdbûna wî dom kir. Ew Kurd û Kurdistanî, demokrat bû; Kurdistanî bû, ji ber ku ji bo wî Kurdistan ne tenê rojhilat bû, li her beşekî Kurdistanê çi pêk bihata ew pê eleqedar dibû û bi hemî karebûn û zanîna xwe alîkarî dikir. Demokrat bû, ji ber ku di dema li rojhilata navîn herkes çep û tundrew bû, wî demokrasî diparast. Li gel Soranî Kurmanciyeke paqij diaxivî, Ingilîzî, Erebî, Farisî, Tirkî, Çekî, Fransizî baş diaxivî. Rewşenbîr û diplomatekî mezin bû. Dema me li diyasporayê dest bi xebatê kir zêde kes li dora me tunebû, niha ez dibênim bi sedan gêncên me li vir ji bo kar û xebatê amade ne. Ev 100 sal e, dijmin dixwaze me tune bike, ew jî tevlî karwanê şehîdan; Qazî Mihemed, Simko Axa, Şêx Seîdê Pîranî, Şêx Mahmûdê Berzencî, Mistefa Barzanî bû. Sirûda me ya netewî dibêje ‘Kes nebê Kurd dimirin, kurd jîn dibin..’ Îro ji 50 milyonî zêdetir kurd hene, kurd bi kuştinê naqedin, heta ku Kurd bijîn Kurdistan jî namire, wê bijî…”
Li ser navê Partiya Welatparêzên Kurdistanê – PWKê jî, Diyar Çeçan peyivî û wiha got: “Em Dr. Evdirehman Qasimlo û hemî şehîdên Kurdistanê birêzdarî bibîr tînin. Şehîd Qasimlo rêberekî ku li hemî perçeyên Kurdistanê û diyasporayê jî xwe dabû qebûlkirin bû. Ew di 14 saliya xwe de kete nav refên doza azadiya welatê xwe. Ew ne tenê siyasetmedarekî jîr bû, her wiha rewşenbîr û zana bû, wî bi 7 zimanan dizanibû. Ew akademisyen, li zanîngehê mamoste, economist, lêkolîner, nivîskar û dîplomatekî bêwestan bû. Her wiha ew fermandar, pêşmerge û rêberekî hêja bû. Ew di dema gotûbêjên li gel nûnerên dewleta “îslamî”, di 13ê tîrmeha 1989ê de, li Wiyenayê bibêbextî hate şehîd kirin. Dewleta Awistiryayê qatilên wî negirtin, doz li wan venekir. Dr. Qsimlo ne tenê ji kîsê PDK-Î çû, ji kîsê hemî Kurdan, Kurdistanê çû. Dewleta terorîst, weke Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo, Dr. Sadiq Şerefkendî xwest rêberên gelê me tune bike da ku têkoşîna azadiyê li rojhilatê welatê me rawestêne, lê komplo û komkujî nikarin rê li ber têkoşîna gelê me bigrin. Hişmendiya Komara Kurdistanê, mirasa têkoşîna neteweyî ya Qazî Mihemet û Dr. Qasimlo, alaya li meydana Çarçirayê hatibû hildan, îro li çar hêlên Kurdistanê di destê têkoşerên welatê me de kil dibe. Hemî şehîdên me di têkoşîna gelê me de dijîn, em hemiyan birêzdarî bîbîr tînin.”
Girse ji ser gora Dr. Qsimlo çû ser gora Dr. Şerefkendî û paşê jî belav bû..
Yaqub Karademîr/Fransa Rûpela Nû û Portal Netewe
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin