Serokê Baroya Amedê: Me xwest ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê

Serokê Baroya Amedê: Me xwest ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê

.

A+A-

 Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç ragihand ku wan di civîna Komîsyona Parlamentoyê pêşniyar kiriye ku "Kurdî di destûrê de cih bigire û bibe zimanê perwerdeyê."

Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê 6emîn civîna xwe saz kir.

Berovajî rexneyên li ser sistiya xebatên pêvajoyê û komîsyonê, Serokê Parlamentoyê dibêje di demeke kurt de pêvajo  gihiştiye qonaxeke girîng.

"Divê ev pirsgirêk êdî ji rojeva Tirkiyeyê bê derxistin"

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş bipêşketina di pêvajoyê de wiha anî zimên:

“Demeke kurt di nav 9 mehan de, ez behsa pêvajoya ji destpêkê heta îro dikim, mesafeyeke gelekî dirêj hatiye birîn.

Divê ev mesafe bi lez bê bidawîkirin û ev pirsgirêk êdî ji rojeva Tirkiyeyê bê derxistin.

Dema hûn li gel pêvajoyên aştiyê yên li welatên din bidin ber hev, şikir ji Xwedê re em di nav 9 mehan de li Tirkiyeyê gihiştine wê xalê ku ew di nav 4-5 salan de gihiştinê."

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê li gel serokên 10 baroyên bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di civînê de nerîn û pêşniyarên xwe yên li ser pêvajoyê bi komîsyonê re parve kirin.

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî û daxwaz kir ku hemû saziyên dewletê li gel zimanê Kurdî li hev bên.

"Kurdî jî di destûrê de cih bigire"

Abdulkadîr Guleç derbarê naveroka civînê û daxwazên wan ên ji Komîsyonê de ji Rûdawê re axivî.

Guleç amaje bi wê yekê kir ku wan di Komîsyonê de pêşniyar kiriye destûra Tirkiyeyê bê guhertin û Kurdî di destûrê de cih bigire û bibe zimanê perwerdeyê û wiha pê de çû:

"Me ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan çend pêşniyar pêşkêşî komîsyonê kirin

Pêşniyara yekem kesên di 11ê Temûzê de çekên xwe danîn, kesên ku ji welatê xwe dûr ketine û di zindanan de ne me got bila ji bo wan yasayek taybet bê çêkirin.

Ew yasa dê pêşiya çareserkirina pirsgirêka Kurdan veke.

Wekî din ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan pêwîst e destûra bingehîn bê guhertin û destûreke nû bê amadekirin da ku mafê Kurdan ê zimanê dayikê jî di destûrê de cih bigire.

Wekî din me got dewletê heta niha zimanê Kurdî qedexe kiriye û me got bila dewlet bi aştî nêzîkî zimanê Kurdî bibe. Zimanê Kurdî di saziyan de tê qedexekirin.

Wekî mînak çend roj berê di komîsyonê de dayikeke aştiyê bi Kurdî peyivî û ji ber rêziknameya Parlamentoyê jê re gotin ku divê tu bi Tirkî biaxivî.

Me jî got pirsgirêka Kurdab ev e. Me got pêwîst e dewlet Kurdî bipejirîne, Kurdî di saziyên xwe de jî bi kar bîne û zimanê Kurdî jî di destûrê de cih bigire."

Li gel civîna 7emîn a Komîsyonê ya roja Pêncşemê, biryar e Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê jî heman rojê serdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bike.

Endamên Şandeyê di hevdîtinê de qonaxa ku pêvajo gihiştiyê, encamên civînên komîsyonê û pêşhatên dawî bi Ocalan re parve dikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin