ENKSê bersiva Esad da: Gelê kurd li ser axa xwe dijî!

ENKSê bersiva Esad da: Gelê kurd li ser axa xwe dijî!

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) bersiva daxuyanîya Serokê Sûrîyê Beşar Esed dide û radigihîne, gelê Kurd li Sûrîyê, gelekî resen e û li ser xaka xwe dijî. Doza Kurdî jî, dozeke niştimanî ya Sûrî ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Emîndarîya Giştî ya ENKSê di berpirsa daxuyanîyên Beşar Esed da û daxuyanîyek belav kir û ragihand, daxuyanîyên Beşdar Esed ên redkirina hebûna doza Kurdî li Sûrîyê, cihê nerazîbûneke mezin a gelê Kurd e. Ev ne tiştekî nû ye, ku bi berdewamî wê rêjîmê hebûna gelê Kurd û mafên wî li Sûrîyê wek pêkhateyeke resen a Sûrîyê red dike.

Herwiha ENKS tekez dike, hebûna Kurd li Sûrîyê dîrokî ye û berî damezirandina dewleta Sûrî û berî rêkeftina Sykes – Picot e.

ENKS dibêje, rêjîma Beis jî gelek projeyên şovenîzm, nijadperest û awarte bi armanca bişaftina Kurd û guhartina demografîya herêmên Kurdî bicih kirine, ji ber wê jî tevgera Kurd dijberîya vê rêjîmê û sîyasetên wê yên şovenîst hilbijartîye.

ENKS tekez dike, doza Kurdî li Sûrîyê, dozeke niştimanî ya Sûrî ye û çareserîya wê girêdayî çareserîya giştî ya krîza Sûrîyê ye, bi rîya biryarên navdewletî yên pêwendîdar û di bin serperiştîya navdewletî de û bi taybet biryara 2254 û ne dîtina rêjîmê bi awayekî tekane li Şamê ye.

ENKS dîyar dike, hemû belgeyên dîrokî tekez dikin ku gelê Kurd, gelekî resen e, li ser xaka xwe dijî û taybetmendîyên wî yên netewî hene. Hemû sîyasetên înkarê, serkotkirin û projeyên şovenîzmî yên li serê gel Kurd û herêmên wê hatibine bicihkirin, nekarîne hebûna wî û nasnameya wî ya netewî înkar bikin û bipişivînin.

Berî çend rojan Serokê Sûrîyê Beşar Esed di hevpeyvînekê ligel kenaleke Rûsî de ragihandibû, Kurd li Sûrîyê dijîn, lê ew di sedsala bûrî de ji bakur ve hatine û ti tiştek li Sûrîyê bi navê doza Kurd nîne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin