
Endamekî Kongreya Amerîkayê: Ji bo razîkirina Bexdayê hemû hewl tên dayîn
.
Endamê Kongreya Amerîkayê yê ji Partiya Komarî Joe Wilson ji Rûdawê re got, hikûmeta Îraqê “di bin bandora nerewa ya Tehranê de ye" û rexne li birrîna mûçeyê Herêma Kurdistanê girt.
Joe Wilson îro li ser pirseke Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtomê Diyar Kurde ya derbarê birrîna mûçeyê Herêma Kurdistanê got:
"Ez gelek rêzê li Herêma Kurdistanê digirim ku mînaka serkeftina aborî û siyasî ye.
Lewma ez pir piştrast im ku dê hemû hewl bên dayîn ji bo razîkirina hikûmeta Bexdayê ya ku di bin bandora nerewa ya Tehranê de ye."
Wilson ku du kurên wî li Îraqê xizmet kiriye, amaje pê kir ku ew piştrast e "Serok Trump dê pêşengiya wê hewlê bike û şiyana Îranê ya destwerdana di rêveberiya xelkê Îraqê de sînordar bike."
Wilson li ser rewşa Sûriye û çarenivîsa Kurdan, piştgiriya xwe ji bo hikûmeta nû ya Sûriyeyê nîşan da.
Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin:
Rûdaw: Em dibînin ku hûn gelek tiştan li ser Îraqê belav dikin, niha jî hikûmeta Îraqê mûçeyê Herêma Kurdistanê qut kiriye, berteka we ji bo vê pêngava Îraqê ya li dijî Kurdan çi ye?
Joe Wilson: Ez gelek rêzê li Herêma Kurdistanê digirim ku mînaka serkeftina aborî û siyasî ye, lewma ez pir piştrast im ku dê hemû hewl bên dayîn ji bo razîkirina hikûmeta Bexdayê ya ku di bin bandora nerewa ya Tehranê de ye.
Du kurên min li Îraqê xizmet kirine, wan ji xelkê Îraqê hez dikir û dixwestin di nav azadiyê de bijîn lê tişta ku rû dide ne wisa ye, lewma divê em careke din handana vejandina wî welatî bikin.
Ez piştrast im ku Serok Trump dê pêşengiya wê hewlê bike û şiyana Îranê ya destwerdana di rêveberiya xelkê Iraqê de sînordar bike.
Rûdaw: Demek berê, we nameyek ji Wezîrê Karên Derve Rubio re şandibû derbarê sizakirina Îraqê.
Joe Wilson: Belê.
Rûdaw: Gelo we ti bersivek ji Wezîrê Karên Derve derbarê wê nameyê wergirt, berteka rêveberiya Trump derbarê biryarên Bexdayê yên li dijî Kurdistanê de çi ye?
Joe Wilson: Baş e, bi rastî rêzeke min a mezin ji bo Wezîrê Karên Derve Marco Rubio heye. Ew bêhempa ye. Di rastiyê de, ji bo zelalkirinê, malbata wî li Amerîkayê ye, ji ber ku neçar man ji stemkarî û komunîzma li Kubayê birevin, lewma ew têdigihîje ka wateya stemkariyê çi ye.
Ez piştrast im ku bi karê li gel wî û bi hevkariya li ser bipêşxistina hikûmeteke nû ya erênî li Sûriyeyê, dikare bibe peyamek ji bo xelkê Îranê ku divê guhertin çêbibe û wê demê dê bandora wê ya giştî ji bo xelkê Îraqê erênî be.
Rûdaw: Ez gelek caran dibînim ku hûn li ser tora civakî ya Xê dinivîsin 'Em Îraqê dîsa mezin dikin', hûn dê çawa vî karî bikin?
Joe Wilson: Ez dixwazim Îraqê dîsa mezin bikim. Ez bi rastî spasdar im ku ev yek ji aliyê hilberînekî Îmaratî ve bi ciddî hatiye wergirtin ji bo avakirina Birca Trump li Şamê, ku avahiyeke 40 qatî ye. Ji ber vê yekê, pêdiviya me bi Birca Trump a li ser Dîcleyê heye. Bi dîtina min ew dê baş be.
Rûdaw: We behsa Şamê kir, hûn dan û standinên dawî yên di navbera Kurdan û hikûmeta demkî ya Şamê de çawa dibînin, hûn piştgiriyê didin wê yekê ku Kurd otonomiya xwe li bakurrojhilatê Sûriyeyê biparêzin?
Joe Wilson: Ez tiştekî baş dibînim, ew jî ev e ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi temamî ji dîktatoriya Esed cuda ye. Lewma ev yek derfeteke mezin ji bo tevahiya herêmê çêdike, ez piştrast im ku karê li gel hikûmeta nû ya Sûriyeyê, dê bibe xwedî bandoreke mezin û pêl bi pêl.
Yek ji wan pêlan ew e ku, di dawiyê de, xelkê Îranê dikarin li ser lingên xwe bisekinin. Ev Îrana kevnar e. Divê mirov gelek tiştan ji şaristaniyeke cîhanî ya efsanewî û dîrokî ya wiha hêvî bike. Ji ber vê yekê ez rojekê ji rojan li benda hatina azadiyê me ji bo xelkê Tehran û Îranê, paşê jî li benda bandora wê ya li ser cîranan im, me jixwe guhertineke erênî li Libnanê jî dîtiye.
RÛDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin