
Encûmena Wezîran: Herêma Kurdistanê bo ti aliyekî nabe sedema gefan
Encûmena Wezîran: Herêma Kurdistanê wekî herdem dê faktereke girîng a aştî, aramî û seqamgîriyê be
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 18ê Hezîrana 2025ê) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna cîgirê wî Qubad Talebanî civiya.
Mesrûr Barzanî: Em hêvîdar in ku Dadgeha Federalî di bersiva wê nameyê de biryareke erênî û di berjewendiya xelkê Kurdistanê de bide

Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa mijara birîna mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve kir û got, “Em ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi hemî awayan li ser bizav û karkirina xwe berdewam dibin. Ji bo vê meremê jî, me di van çend rojên dawiyê de nameyek li ser neqanûnîbûn û nedestûrîbûna biryara birîna mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezareta Darayî ya Iraqê ve ji Dadgeha Federalî re şandiye.”
Mesrûr Barzanî herwesa got, "Em hêvîdar in ku Dadgeha Federalî di bersiva wê nameyê de biryareke erênî û di berjewendiya xelkê Kurdistanê de bide, xasma jî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî erkên xwe yên destûrî bi cih anîne û dixwaze li beranberî wê yekê jî rêz li mafên wê yên destûrî bê girtin û mafên wê yên darayî bên şandin."
Encûmena Wezîran: Herêma Kurdistanê ji bo aştî û tenahiyê piştevaniya hemî bizavan dike
Paşî Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê danûstandin li ser dawî pêşhat û pêşveçûnên şer û aloziyên deverê û bandora wan li ser Herêma Kurdistanê kirin.
Di vî warî de, Encûmena Wezîran tekez li ser helwesta neguher a Herêma Kurdistanê kir, ku her tim li dijî şer, alozî û wêraniyê bûye û wekî her dem dê faktoreke girîng a aştî, aramî û tenahiyê be û ji bo ti welatekî cîran û ti aliyekî nabe sedema gefan.
Encûmena Wezîran tekez jî kir ku, Herêma Kurdistanê piştevaniya hemî bizavan ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û danûstandinan û parastina aştî û tenahiyê li Iraq, Herêma Kurdistanê û deverê dike.
Kêmkirina cezayên zêdegaviyên trafîkê bi rêjeya 20% ji bo şeş mehên din hat pejirandin

Di bendeke din a wê civînê de, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed pêşniyareke Wezareta Navxwe pêşkêş kir, ku girêdayî kêmkirina cezayên trafîkê bi rêjeya 20% ji bo şeş mehên din, ji 01.07.2025ê heta 31.12.2025ê, bû.
Encûmena Wezîran bi yekdengî ew pêşniyar pejirand.
Derçûyên Kolîja Pizişkiya Giştî li ser mîlakê Wezareta Tendirustiyê tên damezrandin
Di benda dawiyê ya wê civînê de jî, Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî û Sikirtêrê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm mijara damezrandina derçûyên Kolîja Pizişkiya Giştî pêşkêş kir.
Piştî gengeşeyê, Encûmena Wezîran pêşniyara wan pejirand û biryara damezrandina wan li ser mîlakê Wezareta Tendirustiyê hat dan û Encûmena Wezîran Wezaretên Darayî û Aborî û Tendirustiyê û Encûmena Giştî ya Xizmetê erkdar kirin ku rêkarên pêdivî ji bo damezrandina wan bi cih bînin.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin