
Elwalî: Ji bo mûçeyên Kurdistanê neşînin gefa serjêkirinê li endamên Dadgeha Federal hate xwarin
.
Hate îdiakirin ku gef li endamên Dadgeha Federal a Iraqê hatiye xwarin; ger biryara dayîna mûçeyên Herêma Kurdistanê bidin û ya dosyeya Xor Ebdula bidin, wê serê wan bê jêkirin.
Siyasetmedarê Iraqî û birayê damezrînerê Partiya Fezîle ya Iraqê û birayê parêzgarê berê yê Besrayê Dr. Asmaîl Musbîh Elwalî di tomareke vîdeoyî de got: “Serokê Encûmena Dadweriya Iraqê Dr. Feyeq Zeydan, gefa kuştinê li endamên Dadgeha Federal xwariye û ji wan re gotiye ku ew çavdêr in û an dê îstifa bikin an jî werin kuştin. Ji wan re gotiye eger biryarê li ser Xor Ebdula û şandina mûçeyê Kurdistanê hûn bidin, yan hûnê dest ji kar bikşînin, yan jî dê serê we û meriv û malbatên ve bên jêkirin.”
Elwalî da zanîn, neşandina mûçeyan planeke ji bo ziyan gihandina Herêma Kurdistanê ye û diyar kir: "Fayeq Zêdan ji wan re gotiye hûn biryara şandina mûçe nedin, wê demê ew ê bibînin ka em ê çawa li Kurdistanê kaosê biafirînin."
Siyasetmedarê Iraqî got, ferman ji hêla welatekî cîran ve hatiye dayîn (mebest Îran e) û çend kes di komployê de beşdar in, ango Malikî, Xezalî û Mihemed Helbûsî.
Hêjayî gotinê ye, ev daxuyanî di demekê ku xayînkarên zilamên Xezalî yên ku xwe li Silêmaniyê wekî (Komîteya Parastina Mamoste û Karmendên Xwepêşander!) dane nasîn têne dayîn. Herwiha tevî parlamenterên din ên xizmetkarên Bexdayê, bang li gelê Herêma Kurdistanê dikin ku xwepêşandanan bikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin