
Elî Caf: Rojhilata Navîn a Nû 8 demjimêr berê
.
Elî Caf
Rojhilata Navîn li ser keviya yekê ji guherînên bingehîn ên dehan salan e. Ya ku bi êrişên asmanî yên Îsraîlê li ser saziyên atomî yên Îranê dest pê kir, bi lez ber bi rûbirûbûneke rasterast ve çû. Mûşek, balafirên bêpîlot û birîna elektrîkê bajarên her du welatan girt lê hemû nîşan derdixin ku heta şemiyê mijar dê werin çareserkirin.
Ev ne gereke din a aloziyan e. Biryarên ku di çend rojên bê de dê werin dayîn dikarin hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn ji bo dehan salên bê ducare saz bikin.
Îran di bin zext û paşguhxistinê de
Êdî Îran ne ew lîstikvana xurt e ku berî çend salan bû. Êdî hevpeymanên xurt ên Îranê li Sûriye û Libnanê nînin. Her wiha Hûsiyên Yemenê jî di dema borî de di bin bombebarana Amerîkiyan de bûn û şiyana wan sînordar e.
Karta dawî ya Îranê ye jî, Îraq rûbirûyî pirsgirêkên navxweyî yên mezin dibe. Li hemberî vê Îsraîlê bi awayekî metirsiyên Hemasê li ser welatê xwe rawestandin, sînorên xwe yên bi Sûriye û Libnanê re jî tundtir kirin.
Tevî van hemûyan, hîn jî kartên berbiçav di destê Îranê de hene:
• Şiyana mûşekan û balafirên bêpîlot.
• Bernameyeke atomî ya pêşkeftî tevî ziyanan.
• Şiyana çêkirina aloziyeke herêmî li çend eniyan, ji Deryaya Sor heya Kendavê, bi taybetî bi tehdîdkirina Tengava Hurmizê ku beşeke berbiçav a hinartina nefta cîhanê jê derbas dibe. Îran bi kontrolkirin an tehdîda girtina wê, dikare bibe sedema qeyrana enerjiya cîhanê ku bandora wê li ser tevahiya aboriya cîhanê dibe.
Ji hemûyî girîngtir, bijareya atomî hîn jî li ser maseyê ye. Îran xwediya rêjeya ji sedî 60ê uranyuma dewlemendkirî ye û ne dûr e ku di vê aloziyê de karên wê li ser bernameya wê ya atomî hatibin zêdekirin. Îran ne di wê baweriyê de ye ku êdî hewldanên dîplomatîk sûdmend bin û dibe ku vê wekî bijareya herî baş bibîne.
Îsraîl li ser çi qumarê dike?
Armanca Îsraîlê zelal û eşkere ye: Astengkirina bidestxistina bombeya atomî ya Îranê bi her rê û nirxî be. Ji bo vê mebestê jî Îsraîlê dest bi yek ji operasyonên xwe yên leşkerî yên herî xurt ên heya niha kir û axa Îranê bombebaran kir.
Ji xeynî hûrbîniya êrişên asmanî, Îsraîlê êrişên bejayî jî pêk anîn. Di encama her du awayên êrişê de, serkirdeyên bilind hatin armanckirin, ev jî derdixe holê ku Îran ji hundir ve hatiye lawazkirin.
Eger Îsraîl di têkdana binesaziya bernameya atomî ya Îranê de serkeftî be, wê demê Îsraîl ji dewleteke di bin gef û metirsiyê de dibe danera tevahiya siyaseta herêmê. Tenê ev di hevsengiya hêzan de li herêmê guherîneke dîrokî ye.
Amerîka çavedêriyê dike
Eger Îran hêzên Amerîkayê li Îraq, Sûriye yan Kendavê bike armanc -wekî ku tehdîd kiriye- wisa tê xuyakirin ku Washington dê bi lez midaxele bike. Destwerdaneke pir xurttir ji ya ku divê Îsraîlê heya niha kiriye.
Eger ev yek biqewime, êdî şer herêmî namîne û dibe hevrikiyeke navneteweyî. Dibe ku Rûsya û Tirkiye yan hêzên din ên mezin ên cîhanê bê gav bimînin ku midaxele bikin.
Heya şemiyê çi rû dide?
Bi belavbûna bûyeran, sê senaryoyên rastîn di rojên bê de dikarin werin kurtkirin:
1. Êrişa rasterast a Îranê li ser baregehên Amerîkayê yan ragihandina pêngavên nû derbarê bernameya atomî ya welêt.
2. Berfirehbûneke pir mezin a êrişên Îsraîlê li ser Îranê bêyî raçavkirina civaka navneteweyî bi armanca nehiştina bernameya atomî.
3. Beşdarbûna Amerîkayê ya şer wekî bersivdanekê ji bo her êrişeke Îranê yan wekî êrişeke pêşwext ji bo parastina ewlehiya welatê xwe û hevpeymanên xwe li herêmê.
Her yek ji van senaryoyan herêmê ber bi werçerxanê ve dibe. Rojhilata Navîn heya şemiyê rûbirûyî guherînên mezin dibe. Hevrikiya ku vêga li holê ye, ne tenê têkildarî Îran û Îsraîlê ye. Hevrikî li ser şêweya deverê ye û kê di nav wê herêmê de xwedî bandor e.
Eger Îsraîl karibe rê li ber Îranê bigire ji bo bidestxistina çekên atomî, wê demê dê piştrast bike ku hêza herî xurt a Rojhilata Navîn e. Eger Îran karibe ji êrişan rizgar bibe û bernameya xwe bidomîne, wê çaxê dê pêgeha xwe bi dest ve bîne û ketwareke nû ferz bike ku îhtîmal heye herêmê nêzîkî Rûsya û Çînê bike û Rojavayê lawaz bike.
Em ne tenê şahidê hevrikî û şerekî li ser rûyê erdê ne lê em dê paşeroja hevsengiya navneteweyî li yekê ji herêmên herî hestyar ên cîhanê jî bibînin.
Çavkani:Rudaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin