
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (325)
.
Bi liberkirin ji Istîxbaratên Turkiyê de, piraniya nivîsgehên ewlehiyê yên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî”, ji berî Cejna Qurbanê bi heftakê giştînamen û liberîkirinên devkî ji keyayên gundan û ajovanên mîkrobasên hilgêran re derxistin, ku divê ew wan bi navên hemwelatiyên Herêma Efrînê yên bi mebesta vegera kok an seredanê hatine agahdar bikin, û mixtaran bi vê naverokê perçe dengin bi riya giropên “Wats Apê” şandin, lê ev giştîname bi piçekî -ne bi rasteqînî- hatin cîbicîkirin, piştî nerazîbûna gelêrî ya giştî jê.
Û li aliyekí din, ji ber rewş û deraqê riyên gundan ên ne baş di navboriya salên Dagîrkeriya Turkiyê de li herêmê ji sala 2018an. Z ve, ji ber daketina xizmetguzariyên giştî, û piştî barkirina rêjeyeke mezin ji anîndeyan, bi destpêşxeriyên gelêrî li “Bajarê Efrînê, Bajaroka Meydankê, û Gundên Qêsim, Zerka, Kêla, Kurkê Jorin, Tilifê, Xelnêrê, Gemrûkê, Kûra, Gobekê û Avrazê” û hin din rê hatin çaksazkirin û bermayî û gemar hatin rakirin.
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Dijatiya li ser sivîlina:
– Li 02.06.2025an. Z bi şev, du çekdarên serçavgirtî li ser matorekê rabûn şerê xwe di Hemwelatî “Henan Reşîd Korbelo /45/sal” ji xelkê Gundê “Xilalka” – Navça Bilbilê dan, û piştî girêdana wî mekin lêxistin, tibabeke diravî jê dizîn, û li cî hîştin, li dema hebûna wî di nav rezekî tirî de, ji bo payandinê ji dizînan û çêrandina vê wijdan, û ji ber rewşa wî ya nebaş ew ji bo dermankirinê guhestin nexweşxaneyeke Efrînê.
– Li roja dudiyê ji Cejna Qurbanê 07.06.2025an. Z bi şev, çar çekdarên serûgirtî li ser matoreke duloqî rabûn mala Hemwelatî “Fayêq Menan Hebeş /74/sal” û hevjîna wî “Emîne” li Gundê “Bîbaka” – Navça Bilbilê basmîş kirin, û piştî girêdana wan, li wan xistin (ta radeya şikestina fekê hevjînê ya pêşesazkirî), û çar bazingên zêrîn û du amûrên xilyewî dizîn, û paşê jî reviyan.
= Dijatiya li ser zarokekî:
Piştî pevçûneke zarokan li Gundê “Hisê/Mîrka” – Navça Mabeta, li êvara 26.05.2025an. Z, bavê yekî ji wan ê bi navê “Mihemed Ebo Horiyê” ji xelkê Reqê rabû mekin li zarok “Hisên Mistefa Mihemed /11/sal” ji xelkê gund xist, û li rex wê jî gef dan bavê zarok eger gilî bike; Û “Asayêşa Giştî/El’emin El’am” wê hîngê weha bersiv da bavê zarok, ku Milîseya “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” a gund desteser dike, di ber tiştên weha de berpirsiyar e.
= Girtinine bêsûcane:
– Li 07.06.2025an. Z, li ser daxwaza Istîxbaratên Turkiyê, gerokeke/giropeke hevbeş ji “El’emin El’am” û Milîseyên “Firqit El’hemzat” rabû Gundê “Qirigolê” – N. Bilbilê basmîş kir, da ku Xort “Azad Isma’îl Sîdo /21/sal” bigire, lê xort “Reşîd Ehmed Mihemed /21/sal” reviya, û yê yekê bo navenda Bajarê Efrînê hate guhestin, û yê dudiyê jî li roja din xwe radestî navenda Bilbilê kir, û “El’emin El’am” li 08.06.2025an. Z herdu berdan.
Were bîranîn jî ku herdu xort roja sekna/weqfa Cejna Qurbanê 05.06.2025an. Z -piştî heft salan ji koçberbûna zorane- vegerîbûn gundê xwe, û bi tewanbariya têkildariyê bi “Rêvebiriya Xweser a berê” re hatibûn girtin.
– Û weha jî li 07.06.2025an. Z, giropeke/gerokeke amûra “El’emin El’am”, li çateriya riya “Kela Nebî Horî” xort “Delîl Mihemed Reşo /34/sal” ji xelkê Gundê “Hesendêra” – N. Bilbilê girt, û li roja din berda, bê ku were tewanbarkirin.
= Milîseyên “El’emşat”:
Di navboriya rojên 10-12/6/2025an. Z de, nûçeya jiholêrakirina rêbendên Milîseya “Tîma/Firqit El’sultan Silêman Şah” (a ku “Mihemed El’casêm/Ebo Emşe” serkêşiya wê dike) ji Navça Şiyê û gundine derdorê, û barkirina endamên wê hate belavkirin; Lê rastî ne weha ye, û hîna biryargehên/navendên wê yên ewlehî û leşkeriyê li Bajaroka Şiyê û Gundê Qermîtliq yê hevcîwar û rêbendên wê li gundên “Senarê, Xelîl, nêzîk Erendê, nêzîk Xaziyana” weke xwe ne, û tenê Rêbenda “Deveyolê/Riya Hêştira – Gundê Merwaniyê” di navbera wê û amûra “Asayêşa Giştî/El’emin El’am” de bûye hevbeş, “El’emin El’am” ji xwe re biryargeheke nû li Bajaroka “Şiyê” vekir, Rêbenda “El’emşat” li Gundê “Kaxirê” ji holê hate rakirin, rêbenda wê ya li Gundê “Aşkê Xerbî” – Navça Cindirêsê jî (lê endamên El’emşat yên li gund hîna li mala/Vêla “Hec Aqîl Mistefa” dicivin), hîn berpirsiyarê wê yê ewlehiyê yê bi “Quteybe” tê navdan stubariyên xwe li Bajaroka “Mabeta” pêk tine; Û hîn piraniya malbatên çekdarên wê û anînde li navça Şiyê dimînin, û tenê çend malbat çûne herêmên xwe yên resen.
Û piştî hatina “El’emin El’am” bo Navça Şiyê û belavbûna wan nûçeyên nehûrgilîn, herçûn rêbendên “El’emşat” danûsitandinên xwe, lêkolîn bi yên derbas navçê dibin re û hûrgulîkirin di nasnamên wan ên kesayetî de hişk kirin.
= Gundê “Çê”:
Ê girêdayî Navça Reco, hîna koçberbûyî ye, Artêşa Turkiyê (ya ku tê de bargeheke leşkerî ava kiriye) rê nade ku xelkê wê vegere, û bi ser de jî malmewdanên wan tûşî dizînê û destdirêjiyên berdewam dibin, mîna: Destdanîna li ser malan, qutkirin û şewitandina zeviyên wan ên çandiniyê û dizîna werzên/mûsimên wan zeviyan; Û ya dawiyê jî çêrandina bêwijdan a keriyên pêz û dewêr di nav darên zeytûnê de, û dema ku ji berî sê heyvan xelk li pêşiyê sekinî û nerazîbûna xwe dan diyarkirin, ji aliyê şivan û tîmarvanên pêz ve gef bi çekan li wan hate xwarin, vêca rabûn gilî pêşkêşî “El’emin El’am” li Efrînê kirin, lê bê sûd bû, û bi ser de jî endamên wê hewil dan gilîkeran virançîn/derewçîn derxînin, da ku ji berpirsiyartiyê birevin/xwe bi yaldin.
= Dizîn:
– Li êvara 27.05.2025an. Z, du çekdarên Milîseyên “Firqit El’hemzat” bi matoreke duloqî, rê li pêş xort “Ciwan Selah Bekir” ji xelkê Gundê “Xilalka” – N. Bilbilê (nêzîk çateriya gund) girtin, û tibabeke diravî (dora /5/hezar Dolar Emrîkî) û amûreke xilyewî jê dizîn, û paşê jî reviyan.
– Li 01.06.2025an. Z, çekdarina makînak teksî taybet e Hemwelatî “Kemal Arêf Elo” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna/Badîna” dizîn, li dema sekinandina wê bi şev li rex navenda çandê li orta Bajarê Efrînê.
– Li vê dawiyê, çekdarina pencere, hesinê hewşê û kursiyan ji gulîstana “Cemîl Horo” a li paş navenda çandê li orta Bajarê Efrînê dizîn, di gel wê jî qutkirina hin darên wê.
– Û weha jî ji berî ku anîndeyên çekdar ji Gundê “Tilifê” – Rojavayê Bajarê Efrînê barkin û herin, amûrên taqeta Êliktirîkroniyê (tablo, betarî, ênvêrtir) ji dibistana gund dizîn, û weha jî “betarî û ênvêntir” ji mizgefta wê.
= Serpereştiya Turkiyê ya warên olî:
Di pêvajoya berdewamkirina dagîrkirina wê ji Efrînê re, Turkiyê serpereştiya xwe ji warên olî re li Efrînê, bi riya saziyên xwe yên fermî didomîne, mînak:
– “Rewdat Bera’êm El’cene/Gulîstanên Gupikên Buhiştê” yên ku di bin rêvebiriya “Weqfa/sekina Diyanet a Turkî” de kar dikin, li 29.05.2025an. Z, şahiyek xelatkirinê ye derçûnê ji /427/şagirtan re li dar xist, bi beşdariya “Weqfa Diyanet a Turkî” (ya ku diyarîn rêzgirtinê pêşkêş zarokan kirine).
– “Komela Biratî” bi hevkariya “Ṣaxa/şû’ibeya Ewqafa Efrînê”, li 31.05.2025an. Z, li “Pilekgeha/medreca Kolîca Perwerdeyê li Zanîngeha Xazî Entab – Şaxa Efrînê” şahiyeke xelatkirinê ji “/28/şagirtên ku lezberkirina Quranê bi temamî û/100/şagirtên ku lezberkirina perçeyên ji Qur’anê bi dawî kirine (ji şagirtên keç ên “El’bera’êm”) re li dar xist.
– Şaxa/şu’ibeya ewqafa Efrînê û Dibistana “El’sefa ya sêwiyan”, li 05.06.2025an. Z, şahiyeke xelatkirinê li dar xistin, û diyarîn û bawernamen rêzgirtinê dan /12/ kesên ku Qur’an lezber kirine.
– Li 13.06.2025an. Z, şandek ji “Mala Fetwe û Ewqafê” li Wîlayeta Hetayê ya Turkiyê seredana şaxa Ewqafa Efrînê kir, û di hevdîtineke taybet ji karmend, rêvebirên “şu’ibê û hejmarek kesayetên çalak (ên ku rolek berbiçav -ji sala 2018an ta 2025an z ve- di piştgiriya pirojeya olî de li herêmê lîstinê) re çêkir, “bawernamen sipasî û rêzgirtinê” pêşkêş kirin, ew jî weke “nîşaneke razîbûn û kêfxweşbûnê ji kedên dilsozane û berdewam di xizmeta malên Xwedê de, û piştgirî ji pêvajoya Qur’anî û dozewî re, li Bajarê Efrînê û navçên wê”.
Û tiştên li jor hatine zimên, li gorî ku rûpela “Ṣaxa Ewqafa Efînê” li ser Fêsbokê belav kiriye ne.
= Şewatên daristanan:
– Li 27.05.2025an. Z, agirek bi hirşeke xwezayî li çiyayê Bajaroka “Be’idîna” a Rojavayî ket, ta ku jixweberê li roja din hate vemirandin.
– Li 28.05.2025an. Z, agirek bi çiyakî “Hechesna” – Navça Cindirêsê ket, û hin hemwelatiyan bi kedên xwe û alavine pir biçûk vemirandin.
– Li 01.06.2025an. Z, tîmên “Berevaniya Sivîl a Sûrî” “şewatek” îhracê li Cîgeha “Deveyolê/Riya Hêştiran” li nêzîkî Gundê “Merwaniyê” – N. Cindirêsê vemirandin.
– Li navboriya rojên 05-07.06.2025an. Z, şewatekê li daristaneke xwezayî di navêna herdu Gundên “Bilêlko, Cela” de – N.Reco berdewam kir, xelkê deverê bi kanînên xwe nikanîn vemirandana, ta ku tîmên “Berevaniya Sivîl a Sûrî” destêwerdan kirin û vemirandin; Û şewateke din jî li Cîgeha “Qerebêlê” – Bakur Gundê “Bilêlko” hate vemirandin.
= Qutkirina darên zeytûnê:
– Li 30.05.2025an. Z, ji xelkê Gundê “Hisê/Mîrka” – N. Mabeta re xuya bû, ku çekdarina /20/darî zeytûnê yên Hemwelatî “Nezîr Kenco” û /25/dar jî ên Hemwelatî “Mistefa Hemalîko” -hin jê bi tevahî- qut kirine.
– Li navboriya du heftên dawî ji Heyva Gulana borî de, bêtirî /100/darî zeytûnê yên temenmezin li cîgeha Geliyê “Şeşberanê” – nêzîk Bajaroka Mabeta bi tevahî hatin qutkirin, û ew dar ên Hemwelatî “Ehmed Mistefa – merivê Hemwelatî Ezet Mistefa Qelender” ne, bi ser de jî ziyangihîştina bi rezekî tirî di nav zeytûna de, ji ber çêrandina bêwijdan a keriyên pêz di nav de; Û li gor vîdiyoke belavkirî, “Qelender” da xuyakirin ku wî giliyek pêşkêşî “El’emin El’am” kiriye, û ew li benda sezakirina tewankaran û vegerandina mafên xwe ne.
Were bîranîn jî ku piraniya piroseyên qutkirina darên zeytûnê û daristanan, serkêşên milîseyan li paş in, çimkî ji Dagîrkeriya Turkiyê ve parastî ne, û lêgerîn di makînên wan de çênabe, nemaze jî di piroseyên êzingkirin, guhestin û firotina şênberan de.
Û wek nimûne sed darî zeytûnê (dora sed tonî êzingan bi kêmanî), çawa hate qutkirin, guhestin û firotin, û herêm tijî bargeh, biryargeh û rêbendên ewlekarî û leşkerî ye?!
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li Roja Înê 13.06.2025an. Z, çekdarekî Milîseya “Ceyş El’nuxbe” hemwelatiyekî Gundê “Heftêr” – N. Bilbilê bi dizîna lûleyek/xertûmek ava avdanê ji pirojeya xwe tewanbar kir, û dema tevî hineke din lêgerîn di mala wî de çêbû û tu tişt nehate dîtin, yekî ji xelkê gund jê re got: Dizîn tev ji aliyê anîndeyan ve çêdibin, û divê derkevin herin herêmên xwe yên resen, vêca çekdar pir xeyidî û têkelî bi serkêşekî “El’nuxbe” re kir, û ji berî mêr û xortên gund birevin gefê sezakirinê li xelkê gund xistin, û li roja din “El’emin El’am” hate gund, da ku dilê yên revîne bide rûnişkandin, û bê tirs vegerin malên xwe.
Mandina endamên Milîseya “Asayêşa Leşkerî” û yên din ên berê di nav refên Amûra “Ewlehiya Giştî/El’emin El’am de”, û mandina nivîsgehên milîseyên din, peydakirina ewlehî û aramiyê li herêmê asteng dike, berdewamkirina binpêkirin û tewanan dihevojîne, û peydakirina heyam û jîngeheke aram ji vegereke azad û rûmet re ji bo keç û lawên wê yên koçberbûyî rêgir dike.
14.06.2025. Z – 2637. K
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Xelatkirina “Gulîstanên Gupikên Buhiştê/Rewdat Bera’êm el’cene, Efrîn 29.06.2025. Z.
– Xelatkirina lezberkiriyên Qur’anê yên keç, Efrîn 31.05.2025. Z.
– Xelatkirina Dibistana “El’sefa”, Efrîn 05.06.2025. Z.
– Xelatkirin “Şaxa Sekna/Ewqafa Efrînê.
– Ṣewata Çiyayê “Be’idîna” yê Rojavayî, 27.05.2025. Z.
– Şewata “Deveyol/Riya Hêştira” – Gundê Merwaniyê, Cindirês 01.06.2025. Z.
– Şewata “Qerebêlê”, Reco 07.06.2025. Z.
– Qutkirina darên zeytûnê li Gundê “Hisê/Mîrka”, 30.05.2025. Z.
– Qutkirina darên zeytúnê li Mabeta, ji perçevîdiyoke çalakvanê ragîhandinî “Ehmed El’berho”, 03.06.2025. Z.
———–
Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin