
EFRÎN - Çekdarên Emşatê ji Şiyê vekişiyan, xelk vedigere malên xwe
.
Koma çekdar a "Siltan Silêman Şah" ku bi navê "Emşat" tê naskirin û bi zilmeke mezin li dijî xelkê dihat tometbarkirin, ji navçeya Şiyê ya Efrînê bi temamî derket.
Piştî derketina wan, hemû rêbendên komê li navçeyê hatin rakirin, ku ev yek weke guherîneke mezin tê dîtin.
Ev pêngav piştî biryara berpirsê Efrînê, Mesûd Betal, a sepandina kontrola "Ewlehiya Giştî" li ser tevahiya herêmê hat.
Bi vê biryarê, desthilata koma Emşat ku fermandarê wê Mihemed el-Casim (Ebû Emşe) ye, li ser bajarokê Şiyê û gundên derdora wê bi dawî bû.
Çalakvanê ji Şiyê Mistefa Şêxo ku heft salan binpêkirinên koma Emşat belge dikirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Çalakvanê Belgekirina Binpêkirinan Mistefa Şêxo da zanîn ku hêzên Ewlehiya Giştî çûne Şiyê û koma Emşatê 5 rêbendên xwe yên herêma Şiyê vala kirine.
Miştefa Şêxo diyar kir ku ji bilî yên hevbeş her çiqasî Koma Emşatê xalên xwe yên kontrolê yên Şiyê vala kiribin jî li bi temamî ji malan derneketine.
Her wiha Şêxo ragihand ku li Şiyê navendeke hatiye vekirin da ku gundî lê giliyê xwe tomar bikin û daxwaza wergirtina malên xwe bikin.
Li aliyê din, Şêxo bal kişand ser guhertinên demografîk ên mezin ku li herêmê çêbûne.
Li gorî Çalakvanê Bipêkirinan Mistefa Şêxo:
- Berî dagîrkirina Efrînê, 1500 malbat li Şiyê hebû, piştî dagîrkirinê, nêzîkî ji sedî 65ê xelkê resen neçarî koçberiyê bûn û tenê 400-500 malbat mabûn.
- Li hember vê, 700 malbatên hawirde di malên Kurdan de hatibûn bicihkirin
- Bi derketina çekdarên Emşat re, ev rewş ber bi başbûnê ve diçe.
- Zêdetirî 600 malbatên hawirde ji Şiyê derketine, tenê 30-40 malatên hawirde mane.
- Di heman demê de, zêdetirî 200 malbatên Kurd ên resen vegeriyane ser mal û milkên xwe.
Wekî nîşana destpêka serdemeke nû, li Şiyê navendek ji bo tomarkirina gilî û gazincên welatiyan û daxwaza vegerandina malên wan hatiye vekirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin