Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Êdî dem hatiye, jibo Êzdiyek nikarîbe bi tenê û li ser navê Êzdiyan biaxive, pêwîste Êzdiyên her welatî bihevra rexistneke navenda civaka Êzdiyan ava bikin

A+A-

Ez ê niha wek mînak li ser me Êzdiyên li Almaniya dijîn rawestim:

Em tev dibînin di çend dehsalên dawî de civaka Êzdiyan li Almanyayê bi awayekî berbiçav mezin bûye. Bi taybetî piştî koçên mezin ên ku ji ber şer, zordarî û felaketên li ser Êzdiyan hatine, gelek malbat li Ewropayê hatine cihêkirin. Niha Almanya bûye yek ji navendên girîng ên jiyana civakî, çandî û civaknasî ya Êzdiyan li derveyî welatê wan.

Her çend civaka me li vir bi hejmar û potansiyel mezin bûye, dîsa jî pirsgirêkeke girîng li pêş me radiweste: em hêjî nikarin bibêjin ku civaka Êzdiyan li Almanyayê rexistineke navendî û yekgirtî heye.

Di rastiyê de li Almanyayê gelek dernek, navend û komeleyên Êzdiyan hene. Ev rêxistinan di gelek waran de xebatên hêja kirine: li ser parastina çand û nasnameyê, li ser rêxistina civakî, û li ser pêşxistina têkiliyên civakê bi civaka Alman re. Lê her çend ku ev xebat girîng in, pir caran bi awayekî parçe-parçe û bê planeke giştî têne meşandin.

Bi dîtina min, ev rewş nîşan dide ku civaka me hîn jî di nav modela dernekbûnê de maye û ne gihiştiye astê ku dikare van hewldanan bi hev re di rexistineke navendî de girêbide.

Di vê çarçoveyê de pirsgirêka sereke ev e:

Ma dem nehatiye ku civaka Êzdiyan li Almanyayê ji vê şêwaza parçe-parçe derbas bibe û rexistineke navendî a civakî bêyî têkiliya bi navenda rihaniya Êzdiyan ava bike?

Rexistineke navendî ne tenê wateya damezrandina rêxistinek nû ye. Wateya wê ew e ku civaka me di navbera dernek û navendên cuda de koordinasyon, stratejî û rêbertiyeke hevpar ava bike. Ev dikare bi damezrandina konseya navendî ya civaka Êzdiyan dest pê bike, ku hemû dernek û civakên herêmî di bin banê wê de bicivin.

Ev konseya dikare rola girîng bilîze:

– di temsîla civaka Êzdiyan li pêşîya saziyên Alman de,

– di pêşxistina projeyên civakî û çandî de,

– û di amade kirina planeke stratejîk ya dirêj-demî de.

Her wiha, di bin rexistineke wisa de dikare komîteyên pispor jî bêne avakirin: komîteya çand û baweriyê, komîteya ziman û perwerdehî, komîteya ciwanan, komîteya jinan û komîteya mafên mirovan. Ev komîte dikarin bi awayekî planî li ser pirsgirêkên civakê bixebitin û projeyên dirêj-demî pêş bixin.

Lê di vê mijarê de pirsgirêkeke din jî derdikeve pêş: gelo rexistineke navendî dikare bêyî têkiliya bi navenda rihaniya Êzdiyan ya olî were damezrandin?

Ev pirs rastî jî girîng e. Ji ber ku civaka Êzdiyan ne tenê civakeke etnîk an civakî ye, lê her wiha civakeke ku nasnameya wê bi bawerî û rêxistina rihaniya xwe re jî girêdayî ye. Di dîroka Êzdiyan de, gelek caran rêberiya rihaniyê rola girîng di parastina civakê de lîstiye.

Lê her wiha divê em rastbîn bin: rexistineke navendî ya civakî li Ewropayê nikare bi tevahî li ser bingehên olî were avakirin. Ji ber ku şertên jiyana civakî li Ewropayê cuda ne, û pirsgirêkên civakê – wek perwerdehî, temsîla siyasî, têkiliyên civakî û parastina mafan – pir caran li derveyî çarçoveya rêxistina olî ne.

Ji ber vê yekê, mumkûn e civaka Êzdiyan rexistineke navendî ya civakî ava bike û tenê li ser pirsgirêkên civakî û çandî bixebite, û di heman demê de têkiliya xwe bi navenda rihaniya Êzdiyan biparêze. Bi gotineke din, ev du qad dikarin bi hev re hevkarî bikin, lê her yek bi erk û rola xwe ya taybet.

Rexistineke navendî ya civakî dikare li ser rêxistin, perwerdehî, temsîl û projeyên civakî bixebite;

navenda rihaniya jî dikare li ser parastina rêûresm, bawerî û tradîsyonên olî.

Ev rêxistina civaka Êzdiyan a li Almanyayê dikare rê bide ku civaka Êzdiyan hem nasnameya xwe ya olî biparêze, hem jî li Ewropayê bi awayekî modern û rêxistinî xwe pêş bixe.

Ger em rastî bin, divê em jî hinekî rexneya xwe bikin. Carinan nakokî, cudahiyên herêmî an jî têketinên kesayetî dibin sedema ku projeyên civakî yên mezin pêş neçin. Lê şertên vê demê jî em ji me re dibêjin ku divê em ji van astengan derbas bibin û bi ramanek mezin bifikirin.

Civaka Êzdiyan di dîroka xwe de gelek caran bi fermana û felaketan rû bi rû maye. Lê niha li Ewropayê şertên nû hene ku em dikarin civaka xwe bi awayekî rêxistinî û stratejîk ava bikin. Almanya jî, bi şertên demokrasî, qanûn û azadiyên civakî, derfetek girîng pêşkêş dike ku civaka me xwe bi awayekî nû rêxistin bike.

Ji ber vê yekê, pirsgirêkeke bingehîn li pêş me radiweste:

Ma em ê bi modela dernekên cuda berdewam bikin, an jî em ê gav bavêjin û rexistineke navendî ya ku civaka Êzdiyan bi dengê yekgirtî temsîl bike ava bikin?

Bersiva vê pirsgirêkê dê tenê pêşeroja civaka me ya îro ne diyar bike, lê her wiha pêşeroja nifşên Êzdiyan ên ku li Ewropayê mezin dibin jî tayîn bike.

Êdî dem hatîye ku rewşenbîr û berpirsyarên civaka Êzdiyan yên li Almanyayê bi awayekî ciddî li ser vê mijarê bifikirin û gavên pêwîst bavêjen. Ji ber ku civakek ku dixwaze nasnameya xwe biparêze û pêşeroja xwe bi hêz ava bike, nikare tenê bi hewldanên parçe-parçe pêş biçe.

Nivîskar: Kemal Tolan 10.03.2026649859702-4403380489877598-8988006315118827947-n.jpg

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin