
Durziyan Siwêda wekî ‘herêma karesatê’ îlan kir: ‘Korîdora di navbera me û Kurdan de vekin’
.
Rêbertiya Ruhanî ya Durziyan a li Sûriyeyê bi serokatiya Şêx Hîkmet Hecerî parêzgeha Siwêdayê wekî “herêma karesatê” îlan kir û banga vekirina korîdoreke mirovî ya di navbera Siwêdayê û Rojavayê Kurdistanê de kir.
Di daxuyaniya ku îro hat weşandin de banga vekirina rêyên bi “Kurdên bira” re hat kirin û her wiha bangî Şahê Urdinê Abdullahê Duyem jî hat kirin ku deriyê sînorî yê di navbera Siwêdayê û Urdinê de ji bo sedemên mirovî veke.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî “paqijkirina Siwêdayê ji qirêjiya terorîstan”, parêzgeh “bi birînên xwe barekî giran hildigire” û ji bo “şehîdên ezîz” ên ku di êrişên li dijî sivîlan de canê xwe ji dest daye, şîna giştî hat ragihandin.
Banga pêwendiya mirovî ya bi Rojavayê Kurdistanê re
Xaleke din a balkêş a daxuyaniyê, banga “vekirina rêyên pêwendiya bi Kurdên bira re” bû.
Bi vê gotinê amaje bi herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser de hat kirin.
Rêbertiya Ruhanî her wiha rasterast bangî li Şahê Urdinê Abdullahê Duyem kir û jê xwest ku “li ser girîngiya rêyên mirovî ya di van demên krîtîk de” ji bo vekirina deriyekî sînorî yê di navbera Urdin û Siwêdayê de fermanê bide.
Di daxuyaniyê de ji civaka Durziyan hat xwestin ku rêzê li pêvajoya şînê bigirin û ji bo hêsankirina karê tîmên tenduristî û tîmên ku binpêkirinên mafên mirovan belge dikin, di vê heyamê de serdanan sînordar bikin.
Her wiha banga piştgiriya civakî û alîkariya ji bo xizmên qurbaniyan hat kirin.
Rêveberiya Xweser alîkarî şand
Desteya Karûbarên Civakî û Karkaran a girêdayî Rêveberiya Xweser jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan alîkariyên mirovî şandiye Siwêdayê.
Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran da zanîn:
“Em radighînin ku me alîkariyên mirovî yên lezgîn ji bo gelê xwe yê li parêzgeha Siwêdayê şandin.
Gelê me ku ji ber bipêşketinên dawî û êrişên li ser herêmên wan tên kirin di rewşeke mirovî ya pir zehmet re derbas dibe û ji ber wê jî rewşên jiyanî û xizmetguzerî xirabtir bûne.
Di heman demê de em bangî hemî aliyên neteweyî, xêrxwazî û saziyên mirovî dikin ku hewldanên xwe bikin yek û piştgiriya xwe ji bo gelê me li Siwêdayê zêde bikin.”
Bîlançoya şerê li Siwêdayê
Li Siwêdayê roja yekşema borî di navbera Durziyan û eşîrên Bedewî yên Ereban de şer û pevçûnên dijwar derketin.
Li ser vê yekê, hêzên Wezaretên Parastin û Karên Navxwe yên Sûriyeyê û çekdarên girêdayî wan sewqî herêmê hatin kirin.
Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) a ku navenda wê li Brîtanyayê ye, di daxuyaniyekê de ragihand ku di şer û pevçûnan de herî kêm 360 kes hatine kuştin.
Hat gotin ku 107 kes ji şêniyên Siwêdayê, 207 kes jî ji endamên artêşa Sûriyeyê û hêzên Bedewiyan in.
SOHRê diyar kir ku herî kêm 27 kes hatine înfazkirin û hêzên girêdayî birêvebiriya Şamê li dijî sivîl û çekdarên Durziyan gelek binpêkirinên giran ên mafên mirovan pêk anîne.
Di nava şer û pevçûnan de, Rêberê Ruhanî yê Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî roja çarşemê di daxuyaniyekê de da zanîn ku civaka Durzî dê heta vekişîna tam a hêzên Sûriyeyê şerê xwe bidomîne.
Şêx Hîkmet Hecerî rojekê berê wê jî hişyarî dabû ku gelê Durzî bi metirsiya “jenosîdê” re rû bi rû ye.
Hêzên hikûmeta Şamê, piştî şer û pevçûnên dijwar ên di navbera Durziyan û eşîrên Ereban de ketibûn Siwêdayê.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji bo rawestandina şer û pevçûnan agirbestek îlan kir.
Hatibû diyarkirin ku ev agirbest di encama rêkeftineke bi serkirdeyên Durziayan re hatiye ragihandin lê Şêx Hîkmet Hecerî ji ber hewldanên komkujiyê yên li dijî gelê xwe û negirtina sozan, ew rêkeftin red kir.
Piştî ketina Hikûmeta Sûriyeyê ya Siwêdayê, ew der ji aliyê balafirên Îsraîlê ve bi awayekî dijwar hat bombebarankirin.
Îsraîlê hişyarî da ku heger hewldanên “jenosîda li dijî Durziyan” bidomin, ew dê êrişên xwe dewam bikin.
Balafirên Îsraîlê li Şamê du caran li avahiya Sererkaniya Sûriyeyê û carekê jî li Koşka Serokkomariya Sûriyeyê xist.
Daxuyaniya Şamê û biryara vekişînê
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer di axaftina xwe ya li televîzyona dewletê de parast ku destwerdana hikûmetê ya li Siwêdayê “bi biryardarî û israr” bûye û got ku “komên derqanûnî” bi mehan e diyaloga bi Şamê re red dikin.
Ehmed Şer ragihand ku ji niha û pê ve, hêzên xwecihî yên Durzî û rêberên olî dê berpirsyarê ewlehiya Siwêdayê bin û hêzên artêşê dê ji herêmê vekişin.
Şer di axaftina xwe de got:
“Li pêşiya me du vebijêrk hebûn: Yan dê şerekî vekirî bi Îsraîlê re bihata kirin, yan jî dê berpirsyariya ewlehiyê ji giregir û Rêberên Ruhanî yên Durzî re bihata spartin.
Me berjewendiya niştimanî tercîh kir.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin