
Du dron li asmanê Hewlêrê hatin êxistin
.
A+A-
Du dron li asmanê Hewlêrê ji aliyê hêzên hevpeymaniya navneteweyî ve hatin êxistin.
Li gorî wan agahiyên ku Kurdistan24ê bi dest xistine, îro (Sêşem, 17ê Hezîrana 2025ê), du dron, piştî ku li asîmanê Hewlêrê hatin dîtin, ji aliyê hêzên hevpeymaniya navneteweyî ve hatin êxistin.
Drona yekê li asmanê gundê Mastawayê û ya duyê jî li asmanê gundê Pîrdawidê hat êxistin.
Droneke din jî li serê sibeha duhî (Duşem, 16ê Hezîrana 2025ê) ji aliyê hêzên hevpeymanan ve li asmanê Hewlêrê hat êxistin.
Hersê dronên ku di van du rojan de li asmanê Hewlêrê hatine êxistin ti zirarek nebû û niha jî hêzên ewlehiyê gihîştine cihê êxistina wan dronan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin