
Donald Trump: Çima rejîm neyê guhertin?
.
Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Têgeha ‘guhertina rejîmê’ ji aliyê siyasî ve ne rast e lê eger rejîma niha ya Îranê nikaribe Îranê careke din mezin bike çima rejîm neyê guhertin?”
Şerê Îran û Îsraîlê ji berê sibeha 13ê Hezîranê ve bi hemû gurbûna xwe didome.
Amerîkayê jî berê sibeha şemiya borî bi balafirên B-2 êrişî tesîsên nukleer ên Fordo, Netenz û Îsfehanê yên li Îranê kir.
Piştî vê êrişê pirsa “Gelo Amerîka dê tevlî şer bibe?” zêdetir darîçav bûye û “Gelo armancek ji yên şer guhertina rejîma Îranê” ye jî ji destpêka şer ve rojev e.
Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva borî bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê li ser hev 3 post belav kirin.
“Xisar dîrokî ye”
Trump di posta yekem de qala xisara li tesîsên nukleer ên Îranê kir û got:
"Tê gotin ku xisara li tesîsên nukleer ên Îranê dîrokî ye. Lêdan tund û di cihê xwe de bûn. Leşkerên me serkeftineke mezin nîşan da. Spas!"
“Çima rejîm neyê guhertin?”
Donald Trump di posta duyem de jî qala “guhertina rejîmê” kir û biland:
"Têgeha ‘guhertina rejîmê’ ji aliyê siyasî ve ne rast e lê eger rejîma niha ya Îranê nikaribe Îranê careke din mezin bike çima rejîm neyê guhertin?”
“Derbê cihê xwe girt!”
Serokê Amerîkayê di posta sêyem de jî dîsa qala zerera li tesîsên nukleer kir û anî zimên:
“Wekî ku dîmenên peykan nîşan didin, xisareke dîrokî gihiştiye hemû tesîsên nukleer ên li Îranê.
Tûnebûn têgeheke rast e. Avahiya spî ya ku tê nîşandan di kûrahiya binê erdê de hatiye lêkirin û tewr banê jî di binê erdê de ye, ji binî ji agir hatiye parastin.
Xisara herî mezin di binê erdê de pêk hat. Derbê cihê xwe girt!”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin