
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
.
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), roja 15.03.2026ê, li Nûneratîya Stenbolê ya PWKyê jenosîda Helebçeyê bi bîr anî.
Di destpêka bibîranînê de ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.
Paşê, Nûnerê Stenbolê yê PWKyê Cengîz Gungor, daxuyanîya PWKyê ya di derbarê jenosîda Helebçeyê xwend.
Piştî xwendina daxuyanîya PWKyê, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Mehmet Dortyama, di derbarê jenosîda helebçeyê de semînereke berfireh da.
Cîhgirê Serokê Giştî yê HAK-PARê Mustafa Aytaç û nûnerê Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyê Mustafa Abdo jî di derbarê jenosîda Helebçeyê de axivîn.
Li gel endamên PWKyê, Cîhgirê Serokê Giştî yê HAK-PARê Mustafa Aytaç û heyeta HAK-PARê û heyeta Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyê beşdarî bibîranînê bûn.
Buroya Ragehandinê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin