Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne

Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne

.

A+A-

 Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşa bi dronan a li ser Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê ya li Hewlêrê şermezar kir û bang li hikûmeta Iraqê kir ku erkên xwe yên ji bo parastina dîplomatan bîne cih.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro 14ê Adarê di daxuyaniyekê de êrîşa li ser Konsulxaneya Giştî ya Dewleta Îmaratê ya li paytext Hewlêrê şermezar kir, ku di encama vê êrîşê de du karmandên ewlehiyê birîndar bûn û ziyaneke mezin gihîşt avahiya konsulxaneyê.

Serokatiya Herêmê di daxuyaniya xwe de, tevî xwestina şîfaya xêrê ji bo birîndaran, tekez kir ku parastina nûneratî û nîştecîhên dîplomatîk erkê hikûmeta Iraqê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Pêwîst e hikûmeta Iraqê erkên xwe yên ji bo parastina nûneratiyên dîplomatîk cîbicî bike, rê li ber dubarebûna van êrîşan bigire û encamderên wan peyda bike, da ku li gorî yasayan werin cezakirin."

Li aliyê din, Wezareta Derve ya Îmaratê ev kiryar wekî "êrîşeke terorîstî û tirsonek" pênase kir. Wezaretê aşkere kir ku ev di nava hefteyekê de cara duyemîn e ku êrîşî konsulxaneya wan a li Herêma Kurdistanê tê kirin. Îmaratê destnîşan kir ku armancgirtina dîplomatan binpêkirina hemû yasayên navneteweyî ye.

Ji dema ku şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de dest pê kiriye, grûpên çekdar ên deryasayî yên li Iraqê, bi rêya dronên xwekuj êrîşî binkeyên serbazî yên Amerîka û hevpeymanan û herwiha nûneratiyên biyanî yên li Herêma Kurdistanê dikin.

Tevî ku piraniya van êrîşan ji aliyê sîstemên parastina asmanî yên Amerîka û hevpeymanan ve di asman de têne têkbirin, lê hinek ji wan dibin sedema ziyanên canî û madî. 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin