
Dîplomasiya piralî ya Nêçîrvan Barzanî
.
Omer Nûredînî
Êdî bûye rastiyeke ku nayê înkarkirin, di cîhana îro de hemû qadên jiyanê ketine bin bandora guherînên mezin ên zanistî, teknolojî û pêwendiyan. Yek ji wan jî qada dîplomasiyê ye, wekî amrazeke bihêz û çalak a siyaseta derve, pêwendiya di navbera gel, netewe, dewletan û birêvebirina kêşe û arîşeyên di navbera wan de bi awayekî aştiyane.
Di nav wê pêvajoya geşbûn û nûjenbûnê de ku qada dîplomasiyê bi xwe ve dîtiye, têgehek hêjayî li ber rawestanê ye, ew jî "dîplomasiya piralî" ye.
Dîplomasiya piralî, ji bilî dîplomasiya fermî ya di navbera hikûmet, dewletan û hevdîtinên dîplomatîk ên di navbera serok, şah, mîr, wezîr û berpirsên payebilind de, girîngiyeke taybet dide rêzeke din a dîplomasiyê ku ew jî dîplomasiya beşdariyê ye di forum, kongre û hevdîtinên taybet bi gotûbêj û pevguhertina ramanan de ku tê de li gel kesayetiyên siyasî yên fermî, kesên akademîsyen û pispor, saziyên civaka sivîl û medyayî, navendên raman û raya giştî, rêxistinên herêmî û navdewletî beşdar dibin, yanî aliyên fermî û nefermî bi hev re li ser pirsgirêk, qeyran û kêşeyan gotûbêj dikin bi armanca dîtina çareseriyan ji bo wan, herwiha pêşxistina peywendiyan bi giştî.
Li ber ronahiya tiştê ku hat eşkerekirin, eger em bi baldarî li dîplomasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî meyzînin û li ser wê bifikirin, ji me re diyar dibe ku yek ji xeysetên dîplomasiya wî ew e ku dîplomasiya piralî dimeşîne.
Di vî warî de, amadebûn û beşdarbûna wî di forum û kongreyên cîhanî û herêmî de wekî: Davos, Munîh, Antalya, Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî, Hevdîtina Bexdayê ya Diyalogê, Hevdîtina Zanîngehên Herêmê ji bo aştî û ewlehiyê û pirsên Rojhilata Navîn û hwd.. mînakên zindî ne.
Nimûneya heyî ji bo dîplomasiya piralî ya Nêçîrvan Barzanî, amadebûn û beşdarbûna wî di beşek ji gotûbêj û hevdîtinên dîplomasî yên lûtkeya Komkara Welatên Erebî de bû ku 17ê Gulanê li Bexdayê hat lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekem di dîroka Komkara Welatên Erebî de ye ku nûnerê Herêma Kurdistanê amade û beşdar dibe.
Her wiha beşdarbûna wî di Foruma Diyalogê ya Tehranê de ku di rojên 18 û 19ê Gulanê de bi rê ve çû û tê de zêdetirî 200 kesayetiyên siyasî yên destebijêr, hizirmend, akademîsyen û nûnerên rêxistinên cîhanî û herêmî yên fermî û taybet û navendên hizr û nêrînê beşdar bûn û gotûbêj û dan û standina bîr û ramanan li ser pirsên cîhanî û herêmî kirin.
Dema meriv li ser dîplomasiya piralî ya Nêçîrvan Barzanî radiweste, gelek encamên wisa jê derdixe ku xwedî nirx û qîmetekî taybet in ji bo xebata dîplomasiyê û xistina dewrê ya vê amûra bibandor di xizmeta mayîn, werar û bihêzbûnê de. Ji wan: Dîplomasiya piralî ya Nêçîrvan Barzanî çi qasî girêdayî pêgeha wî ya fermî wekî Serokê Herêma Kurdistanê be, ew qasî jî girêdayî wê yekê ye ku ew bi xwe wekî kesayetiyeke bilind a siyasî derbarê pirsên aştiyê, ewlehiya cîhanî, herêmî û pêwendiya temam a di navbera gelan de xwedî vîzyon, bawerî û roleke avaker e, bi awayekî ku di rûbirûbûna gef û metirsiyan de encamên dîrokî û mezin ên vê bawerî û rola Barzanî hebûn.
Heta niha her kes şahidiyê jê re dide ku di pêvajoya aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê de, rollîstin di gotûbêjên di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şama nû de, gihîştina bi hevtêgihîştin û rêkeftinê di navbera wan de û di encamê de jêbirina gef û metirsiyan li ser qewareya Kurdistana Sûriyeyê heta niha, rêgirtina li şemitîna Îraqê ji bo nav xeleka şer, ceng û tundûtûjiyên Rojhilata Navîn, xavkirina rageşiyên di navbera Herêmê û Îranê û vegerandina pêwendiyên di navbera wan de ji bo xeleka cîrantiya baş, aramî di pêkvejiyana aştiyane ya di navbera gel, netewe û pêkhateyan de roleke karîger û berbiçav gerandiye û tecrubeyeke dewlemend û îlhamder e.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Kaynak:Rudaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin