Mustafa Ozçelîk: Ev proje, ji pêvajoya çareserîyê zêdetir, bawerîya ku pêvajoya mijûl kirinê ye xurtir dike

Mustafa Ozçelîk: Ev proje, ji pêvajoya çareserîyê zêdetir, bawerîya ku pêvajoya mijûl kirinê ye xurtir dike

Hejmara 507an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin.

A+A-

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk roja 29.11.2025ê, li paytextê Danîmarkayê Kopenhagê semînerek li dar xist. Li gel rêvebir û endamên PWKyê yên li Danîmarkayê, nûnerên PDK (Partîya Demokrat ya Kurdistanê), PDKÎran, HAK-PAR, PDK-Bakur, Komela Şoreşgerê Zahmetkêşanî Kurdistan, Partîya Demokrat a Kurdistan- Sûrîye, Partîya Demokrat a Pêşverû ya Kurd Li Sûrîyê (Partîya Pêşverû), Partîya Demokrata Kurd li Sûrîyê-El Partî, Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûrîye û sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî semînerê bûn.

PSK û Partîya Yekitî ya Kurd Li Sûrîyê (El Wehda) jî mesaj şandin.

Naveroka axiftina rêzdar Mistefa Ozçelîk li vê semînarê de wihaye: ‘’Nuha li pişt derîyan, bi awayekî neşefaf û dizî ku kes nizane çi dibe û dê çi bibe, di navbera Dewleta Tirkîyeyê û Ocalanî de hevdîtin hene. Bêgûman em li gel çekdanîna PKKyê ne, çekdanîna PKKyê di berjewendîyên gelê me yên her çar perçeyên Kurdistanê de ye. Em li gel in ku “Mafê Hêvîyê” ji Ocalanî re derkeve, Selahattîn Demîrtaş û hemû girtîyên sîyasî bêne azad Ev proje, ji pêvajoya çareserîyê zêdetir, bawerîya ku pêvajoya mijûl kirinê ye xurtir dike kirin, kesayetên ku ji ber fikir û xebatên xwe yên sîyasî ceza xwarine bêne berdan, kesên mecbûr mane welatê xwe terk bikin û gerîlayên ku dê çekên xwe deynin bi awayekî azad vegerin welatê xwe.

Lê mixabin ne daxuyanîyên Erdogan, Bahçelî û rayedarên Dewleta Tirkîyeyê, ne jî daxuyanîyên Ocalanî tu nîşaneyekê naxe destên me ku em vê pêvajoyê weke “pêvajoya aştî, çareserî, demokrasi û azadîyê” pênase bikin. Em dibêjin nabe ku qedera 30 milyon kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê di hevdîtinên neşefaf yên di navbera Ocalan û Dewleta Tirkîyeyê de bê hefs kirin. Divê hemû alîyên sîyasî, sivîl û kesayetên qebûlbar ên kurdan wek terefekî bibin mixetabê Dewleta Tirkîyeyê. Pirs, pirsa miletekî ye, ne tenê pirsa rêxistinekê yan jî pirsa serokê rêxistinekê ye. Gotin û kiryarên heta nuha, wê bawerîya ku ev pêvajo, ji pêvajoya çareserîyê zêdetir, pêvajoya mijûl kirinê ye xurtir dike.

Dewleta Tirkîyeyê bi erêkirina dewleta kûr ya Tirkîyeyê, bi erêkirina serokkomarê Tirkîyeyê Erdoganî û bi destê Dewlet Bahçelî bi navê ‘’Tirkîyeyeke bê teror’’ projeyek daye destpêkirin. Bi ya me, armancek sereke ya vê projeyê ev e ku li Rojavayê Kurdistanê bi alîkarîya Ocalanî, rê li ber bidestxistin û parastina statuyeke siyasî û mafên neteweyî yên gelê Kurd bigre, eger ew nebe jî van maf û destkeftîyan di asta herî kêm de sînordar bike û herweha şansa berdewamîya serokkomarîya Erdoganî xurtir bike. Ez dixwazim li vir de balê bikêşim ser girîngî û pêwîstîya hevkarî û tifaqa neteweyî û niştimanî ya li Bakurê Kurdistanê û kordinasyona tevgera neteweyî ya di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de. Ji bo vê rewş û pêvajoya ku em li Bakurê Kurdistanê tê de derbas dibin, hem girîngîya tifaqa stratejik ya kurdistanî û hem jî girîngîya hevkarîyeke berfireh ya li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd hewce ye.

Ez her wekî hertim bang li hemû kadroyên kurdistanî, azadîxwaz û demokrat dikim da ku ji bo avakirina partîyeke milî, demokratî û girseyî li Bakurê Kurdistanê, piştgirîyê bidin siyaset û kultura nû ya PWKyê. Ez bi micidî careke din, piştgirîya PWKyê ji bo bername û şanda hevbeş ya ku di konferansa bi beşdarîya hemû alîyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ku di 26ê Nîsana 2025ê ya li Qamişloyê de hatibû dîyar kirin radigehînim. Hewceye ku ‘’Îro rojê hemû kurdên cîhanê piştgirîya gele me yê Rojavayê Kurdistanê bikin da ku gelê me bikaribe statuyeke milî, coğrafik, sîyasî bidest bixe’’.

Ez baverim destkeftina federalî ya li Başûrê Kurdistanê weke destkeftek bo hemû kurdên cîhanê tête pênase kirin û girîngî û pêwîstîya avakirina hikûmeteke hevbeş ya ku bikaribe hêza peşmerge, aborî, ewlekarî û dîplomasîya Beşûrê Kurdistanê bike yek, wek mijarek ku rojevê de ye, divê pêngav bo bêne avêtin. Li deheq Rojhilatê Kurdistanê jî dibe ku bibêjim, li rewşa niha de û li guhertinên deverê de, dikare firsendên dîrokî bêne ber derîyê xuşk û birayên me yên Rojhilatê Kurdistanê jî û ji bo gelê me bikaribe ji wan firsendan feydê werbigre, berîya her tiştî divê hevahengî û yekrêzîya nav mala kurd bê ava kirin.

Çavkanî: Rojnameya Agirî 

594969642-122248682024061668-8325353269819006182-n.jpg594968003-122248682096061668-1650986249731781231-n.jpg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin