Di 5 salan de çend mamosteyên Kurdî hatin tayînkirin?

Di 5 salan de çend mamosteyên Kurdî hatin tayînkirin?

.

A+A-

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ragihand, di navbera salên 2020 û 2025an de 82 mamosteyên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) hatine tayînkirin.

Parlamenterê Partiya DEVAyê yê Mêrsînê Mehmet Emîn Ekmen 2yê Gulana 2025an derbarê hejmara mamosteyên Kurdî (Kurmancî-Kirmanckî) û xwendekarên ku beşa Kurdî pirsiyarnameyek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir û daxwaz kir ku Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê bersiv bide.

Mehmet Emîn Ekmen di pirsiyarnameyê de dibêje sala 2024an 35 hezar xwendekaran dersên Kurdî hilbijartine û pirsa wê yekê kiriye ku çima sala 2025an tenê 6 mamosteyên Kurdî (Kurmancî: 5 û Kirmanckî: 1) hatine tayînkirin.

Ekmen, pirsa hejmara mamosteyên Kurdî û xwendekarên ku Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî qedandine kiriye.

Wezaretê di bersivê de ragihandiye ku di navbera salên 2020 û 2025an de 82 mamosteyên Kurmancî û Zazakî hatine tayînkirin.

Wezaret derbarê hejmara xwendekarên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) dibêje, sala 2020î 60, sala 2021ê 59, sala 2022yan 38, sala 2023yan 19 û sala 2024an 39 bi tevahî di 5 salên dawî de 215 xwendekaran Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî qedandine.

Mehmet Emîn Ekmen ji Rûdawê re got, "Me derbarê rewşa mamoste û xwendekarên Kurdî de ji Wezareta Perwerdeyê gelek pirs kirin.

Me pirsa hejmara xwendekarên ku sala 2025an dersên Kurdî hilbijartine jî kiriye lê wezaretê heta niha bersiva me nedaye. Dema bersiv bide em dê wan hejmaran eşkere bikin.”

Parlamenterê DEVAyê Ekmen ev 10 pirs ji Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê kirine:

1. Di tayînkirina mamosteyan a sala 2025an de ji bo çi tenê 6 mamosteyên Kurdî hatin tayînkirin? Ev biryar li gorî kîjan krîteran hatiye wergirtin?

2. Di 5 salên dawî de ji bo mamosteyên Kurdî çend kontenjan hatine dayîn? Ev karmend di kîjan salan de û li kîjan parêzgehan hatine tayînkirin?

3. Di 5 salên dawî de çend xwendekaran Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî yên zanîngehan qedandine?

4. Dema ku em li hejmarên tayînkirina mamosteyên Kurdî yên salên 2023, 2024 û 2025an dinêrin, tê dîtin ku hejmar sal bi sal kêm bûye. Sedema vê kêmbûna tayînkirinan çiye?

5. Wezareta we ji bo zêdekirina tayînkirina mamosteyên beşên Kurdî yên di demên pêş d ti planek amade kiriye?

6. Derbarê pêwîstiya mamosteyên Kurdî de ji aliyê Wezareta me ve ti analîzeke pêwîstiyê hatiye kirin? Eger hatibe kirin, hûn ê analîza pêwîstiyê bi raya giştî re parve bikin?

7. Bingeha pîvanên dabeşkirina mamosteyên di navbera zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî de çi ne?

8. Li gorî prensîbên destûrî yên wekhevî û derfetên wekhev, ji bo nehiştina mexdûriyeta xwendekarên ku dersa Kurdî hildibijêrin ti planake we ya çalakiyan heye?

9. Dema mirov hejmara welatiyên Kurd ên li Tirkiyeyê dijîn û hejmara xwendekarên dersa Kurdî hilbijartine û li beramber jî hejmara mamosteyên hatine tayînkirin dide ber hev, ji bo ev maf bi awayekî rasteqîne bê cîbicîkirin dê polîtîkayeke perwerdeyê ya dem dirêj bê amadekirin?

10. Gelo nûjenkirina mufredata (bername) dersên Kurdî, li gor nêrînên mamoste û xwendekaran tên kirin? Nûjenkirina herî dawî kengê hat kirin? Di dema nûjenkirinê de nêrînên mamoste, akademîsyen û sendîkayên perwerdeyê hatine wergirtin?

Li kîjan zanîngehan beş, master û doktoroya Kurdî hene?

Niha li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê, li gel perwerdeya lîsansê, master û doktoraya Kurmancî û master û doktoraya Zazakî hene, li Zanîngeha Çewligê jî bi heman awayî perwerdeya lîsans, master û doktorayê yên Kurmancî û Zazakî bi hev re hene.

Li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê perwerdeya lîsans û mastera Kurmancî hene, li Zanîngeha Munzurê ya Dêrsîmê perwerdeya lîsansa Zazakî heye, li Zanîngeha Dicleyê ya Amedê lîsans, master û doktoraya Kurmancî hene û li Zanîgeha Yuzuncuyilê ya Wanê jî perwerdeya mastera Kurmancî heye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin