Deklerasyona Hilbijartinan ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê

Deklerasyona Hilbijartinan ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê

.

A+A-

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024ê de dê dengê xwe bide namzedên welatperwer, demokrat yên ku ji bo Kurdistanê statuyeke sîyasi, milî, cografî û daxwazên lezgînî yên miletê kurd di deklerasyonên xwe yên hilbijartinê de bicîh bikin û biparêzin. Li cîhên ku namzedên bi van xisûsîyetan tunebin, em dê dengê xwe nedin tu kesî.

 

Deklerasyona Hilbijartinan ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), sîyaseta xwe ya di derbareyê hilbijartinên parlamentoyê û hilbijartinên herêmî de li gorî perspektîf û pêwîstîyên neteweyî û demokratîk yên têkoşîna azadîya Kurdistanê dîyar dike.

Bêgûman, PWK rastîya Bakurê Kurdistanê ya wek welatekî dagikirî û kolonî dide ber çavan û bi hişmendîyeke neteweyî û demokratîk hilbijartinan weke platformeke têkoşînê dibîne.

Aşkere ye ku bi taybetî hilbijartinên herêmî, firsend û îmkanê dide gelê me ku bikaribe ew bi xwe bajar, navçe û beldeyên xwe bi rêve bibe.

Armanc, mîsyon û şêweyê birêvebirina parlamentoyê û rêveberîyên herêmî û herweha hilbijartinên ji bo herdu dezgehan ji hev cuda ne. Ji ber vê yekê, divê em van herdu platforman ji hev cuda binirxînîn û sîyaset û stratejîya xwe ya ji bo herdu hilbijartinan cuda cuda dîyar bikin.

Em di vê bawerîyê de ne ku ji bo em bikaribin sîyaseta xwe ya di derbareyê hilbijartinan û mîsyona parlamento û rêveberîyên herêmî de, bi awayekî rast û realîst dîyar bikin; divê em ewilî pirsa kurd û Kurdistanê tarîf bikin û li gorî vê terîfê em sîyaset û nexşerêya xwe dîyar bikin.

Pirsa Kurdistanê û Mafê Çarenûsîya Miletê Kurd

Miletê Kurd, yek ji kevintirîn miletên Rojhelata Navîn û Rojhilata Nêzîk e.

Miletê Kurd, bi zimanê xwe, bi tarîx û îstikrara civata xwe, bi kultur û toreya xwe û bi erdnîgarîya xwe miletekî xwecîhî û dîrokî ye. Bi hezaran sal in ku ew li ser erdnîgarîya ku jê re Kurdistan tê gotin dijî.

Kurdistan weke kolonîyek navneteweyî di nava Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê de hatiye dagirkirin û dabeşkirin û ev statuya ê ya wek mêtingehekê hê jî berdewam dike.

Miletê Kurd bêyî îradeya wî hatîye perçekirin, welatê wî hatîye dagir kirin û ew bi neheqî û bêdadwerîyek navdewletî û dîrokî ve rû bi rû maye.

Herçiqasî dem, rê û rêbazê dê ji niha ve neyê misogerkirin jî yekîtîya miletê Kurd û Kurdistanê weke neteweyekî û weke welatekî mafekî dîrokî, rewa û xwezayî ye. Divê miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê ji bo vê yekîtîyê û awayê pêkanîna vê yeketiyê bikaribin bi îradeya xwe ya azad biryarê bidin.

Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê di eslê xwe de pirsa mafê çarenivîsa miletê Kurd e, pirsa dewletbûnê ye. Partiya me, dewletbûnê (dewletek federal, konfederal an jî serbixwe) weke program û armancek demdirêj û stratejîk dibîne. Ev maf, xwedîyê bingeheke dîrokî û sîyasî ye; em di vê bawerîyê de ne ku ev daxwazeke sereke ya miletê Kurd û kurdistanîyan e. Partîya me weke armancek stratejîk çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, pirsa rizgarkirina welatekî kolonî, azadkirina miletekî bindest û pêkhateyên Kurdistanê û avakirina civateke demokratîk dibîne.

Bi vê perspektîfê, li gorî şert û mercên welêt û herweha li gorî rewşa navxweyî û navneteweyî, em ji çareserîya federasyon yan jî konfederasyoneke ji şirîkatîya li ser esasê wekhevîya du milet û du welatan ava bibe jî vekirî ne. Herweha li gorî rewşa navxweyî, herêmê û navneteweyî dikare çareserîyên cihê û navqonaxî jî derkevin holê. Di rewşeke weha de, em dê çareserîyên demkî û navqonaxî red nekin û wan ji bo bidestxistina armancên sereke û stratejîk weke derfetên girîng û pêwîst binirxînin.

Li Tirkîyeyê Pirsa Kurd

Îro bi milyonan kurd li metropolên Tirkîyeyê dijîn. Hinekên wan bi sedan sal in li dê derê dijîn, hinekên wan ji ber zext û zilma Dewleta Tirkîyeyê, hinekên wan ji ber debar û pirsgirêkên aborî, hinekên wan jî ji ber xwendinê bar kirine û çûne metropolên Tirkîyeyê.

Partîya me, têkoşîna kurdên li metropolên Tirkîyeyê ya ji bo bidestxistina maf û azadîyên xwe jî weke beşekî têkoşîna me ya neteweyî û demokratîk û weke beşekî têkoşîna ji bo azadî û demokrasîyê ya li Tirkîyeyê dibîne. Têkoşîna kurdên li metrepolên Tirkîyeyê ya ji bo mafên xwe yên neteweyî, demokratîk, ji bo demokrasî û wekhevîyê, dê ji bo serketina têkoşîna neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê jî bibe piştgirî û alîkarîyeke mezin. Xelkên me yên ji ber sedemên cihê neçar mane ku koç bikin û li metropolan cîwar bûnin, divê li dijî siyaset, plan û asîmîlasyona dewletê xwe bi rêxistin bikin. Divê ew di serî de zimanê xwe yê dayikê, urf, adet, kultur û hestên xwe yên neteweyî biparêzin.

Li metropolên Tirkîyeyê, li cihên ku nufûsa kurdan gelek e, divê sîstemek ku kurd bikaribin di birêveberîyên herêmî de xwe bi rêve bibin, bê pêkanîn. Ev maf û hemû maf û azadîyên din yên kurdan, divê di Qanûna Bingehîn û qanûnên din de bêne misogerkirin. Partîya me pirsa kurdên ku li metropolên Tirkîyeyê dijîn weke ’’Li Tirkîyeyê Pirsa Kurd’’ pênase dike.

Rê û rêbazên têkoşînê û tifaqa milî û demokratîk

PWK, ji bo cîbicîkirina armancên xwe yên neteweyî, demokratîk û kulturî, yên di bernameya xwe de dîyar kirîye, dê hemû rê û rêbazên xebat û têkoşînê yên meşrû, eşkera, legal, sivîl, demokratîk û bêîtiadîya sivîl jî têde bi hevahengî bi kar bîne.

Partîya me, li Bakurê Kurdistanê, xebat û têkoşîna hêzên siyasî û demokratîk ya li ser bingehê daxwazên hevbeş yên miletê kurd û kurdistanîyan, weke hêvanê azadîyê dibîne. Partîya me, ji bo pêkanîna îrade û temsîliyek weha ya siyasî, neteweyî û berfireh dê bixebite û amadeye ku her berpirsyarî û wazîfeyeke bikeve ser milên wê, bi cîh bîne.

Sîyaseta me ya di derbarê Parlamentoya Tirkîyeyê û hilbijartinên parlamentoyê de

Li gorî Qanûna Bingehîn ya Dewleta Tirkîyeyê ku li ser înkar, tunekirin û asîmîlasyona miletê Kurd û kurdistanîyan hatiye avakirin; li gorî qanûnên partîyan û hilbijartinan; li gorî sonda parlamenterîyê; li gorî Destûra Navxweyî ya Parlamentoya Tirkîyeyê; herweha li gorî vê sazûmana parlamentoya heyî ku zimanê kurdî wek ‘’zimanekî nenas’’ pênase dike, dê ev parlemento bi vî awayê xwe nikaribe pirsa miletê Kurd û Kurdistanê çareser bike; herweha dê nikaribe demokrasî, azadî, wekhevî û edaletek rasteqînî jî pêk bîne.

Partîya me li gorî şert û mercên dema hilbijartinan, dê rewşê binirxîne û dê siyaset û helwesta xwe diyar bike. Li gorî şert, rewş û konjonktura dema hilbijartinan, em dikarin beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin, lê herweha em dikarin hilbijartinan boykot jî bikin. Di vî warî de jî li gorî şert û mercên dema hilbijartinan, dikare çend alternatîf derkevin pêşîya me. Em dikarin beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin û gava em bi ser ketin, em sonda parlamenterîyê nexin û neçin parlamentoyê. Herweha em dikarin weke gelek qadên din, parlamentoyê jî weke qadeke xebat û têkoşînê ji bo doza meşrû ya azadîya gelê xwe û daxwazên acîl yên miletê Kurd bi kar bînin.

Partîya me, li gorî çarçeweya li jor hatiye diyar kirin û li ser esasê ku kurd jî weke alîyekî bê qebûlkirin; dê bi derdoreke herî berfireh yên kurd û kurdistanîyan re, siyaseteke ku maf û daxwazên miletê Kurd yên azadî, neteweyî û demokratîk bingeh digre û bimeşîne.

Hilbijartinên Herêmî û Rêveberîyên Herêmî

Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, dê di roja 31ê Adara 2024ê de, li bajar, navçe û beldeyan, ji bo serokên şaredarî û encumenên bajar û navçeyan û ji bo mixtarîyetan hilbijartinên herêmî li dar bikevin.

Gava em hilbijartinên herêmî û rêveberîyên herêmî dinirxînin, divê em weke welatekî dagirkirî rewş û rastîya Bakurê Kurdistanê, Qanûna Bingehîn, Qanûna Hilbijartinê û ya Partîyan, Qanûna Rêveberîyên Herêmî û hemû yasa û biryar û kiryarên Dewleta Tirkîyeyê jî bidin ber çavan. Divê em bizanibin ku Wezîrê Navxwe dikare hinek sebeban nîşan bide û serokên şaredaran ji wazîfeyê werbigire. Herweha divê em bizanibin ku parêzgehê bajarekî dikare meclîsa wî bajarî ya hilbijartî jî îdare bike. Loma jî divê em hemû rewş û kiryarên ne yasayî yên li dijî demokrasîyê jî bidin ber çavan.

Di herdu hilbijartinên herêmî yên vê dawîyê de, Dewleta Tirkîyeyê êdî Qanûna Bingehîn û yasayên hene ku ew bi xwe jî antî-demokratîk in, tune dihesibîne; serokên şaredaran ji wazîfeyê distîne û qeyûman li ser şaredarîyan tayîn dike. Ev jî nîşana dê yekê ye ku gava Dewleta Tirkîyeyê bixwaze, ew dikare, îrade û tercîha hilbijêran û qanûnên xwe yên hene jî tune bihesibîne, binpê bike.

Teva hemû astengî û pirsgirêkên ji ber Qanûna Bingehîn û yasayên hene û îhtîmala tayîn kirina qeyûman jî bêgûman hilbijartinên herêmî, firsend û îmkanê dide gelê me ku ew bii xwe bajar, navçe û beldeyên xwe îdare bike. Ji ber vê yekê, partîya me zêdetir girîngîyê dide hilbijartinên herêmî û bidestxistina rêvebirîyên herêmî. Partîya me, ji bo rêvebirîyên herêmî bi beşdarîya hemû beşên civatê, modeleke nemerkezî (ademî merkezî), neteweyî û demokratîk diparêze.

Di hilbijartinên herêmî de, em namzetên xwe yên hevbeş bi hev re tespît bikin, em bajarên xwe bi hev re îdare bikin!

Em weke PWK dibêjin, li Bakurê Kurdistanê li gorî taybetmendîyên her bajar, navçe û beldeyê, li ser esasê model û prensîbên ku li jêrê hatine destnîşankirin, bila namzetên serokên şaredarî, navçe û beldeyan, namzedên encûmenên wîlayet û navçeyan, bi biryarên hevbeş bêne tespîtkirin. Ji bo vê jî em dibêjin, bila bi beşdarîya nûnerên partî, tevger û grûbên sîyasî hemû dezgehên sivîl û meslekî, yên civakî, komeleyên mehelî, sendîka, kesayetên civakî yên xwedî bandor, nûnerên dezgeh û komeleyên jinan, serokên berê yên şaredarîyan, endamên encûmenên wîlayetan yên xwedî tecrûbe, perwerdekar, akademîsyen, pisporên birevebirina şaristanîyê, pisporên plan û hawirdora şaristanîyê, dîrokzan, zanyarên kultur û zimên, huqûqnas, ekonomîst û sosyologên her bajarekî Platformên Hilbijartinê yên Herêmî bêne avakirin.

Platformên Hilbijartinê yên Herêmî, divê namzetên hevbeş yên serokatîya şaredarîyê ji kesên ji wî bajarî ku ji alîyê civatê ve naskirî, jê tê hez kirin, layiqî dê wezîfeyê, şaîbe li ser tuneye, bi awakî şefaf tespît bikin. Di rêveberîyên herêmî de, rastîya etnîkî, dînî, mezhebî, pirzimanî, pirlehçeyî, pirkulturî, pirrengî, pirdengî, xweşbînî, rêzlihevgirtin û hevahengîya civakî, divê li her bajar, navçe û beldeyan, bibe rêziknameya easî ya namzetên hevbeş. Divê tu kes, namzedên ne ji wî bajarî ne li ser gelê wî bajarî ferz neke; divê bi îrade û beşdarîya pêkhateyên wî bajarî, bi qebûlkirina sîstema nemerkezî (ademî merkezî) û bi awayekî demokratîk namzet bi hevbeşî bêne tesbîtkirin.

Sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya tayînkirina qeyûman û destdanîna ser îradeya xelkê bi tu awayî nayê qebûl kirin; qeyûm tunehesibandina îradeya gelê wî bajarî ye. Bêgûman mafê her partîyê ye ku bikaribe bi serê xwe beşdarî hilbijartinan bibe. Lê li gorî me, ya herî rast, pêkhateyên herî berfireh yên wî bajarî bikaribin li ser bernameyeke hevbeş namzedên xwe bi hev re tesbît bikin.

Programa xebatê, prensîbên birevebirîyê yên namzedên hevbeş û kadirên birevebir jî li gorî wan taybetmendî û kirîterên li jor hatine diyarkirin û bi awakî hevbeş divê bêne tespîtkirin.

Bi tesbîtkirina namzedên hevbeş û bi awayê bi hevre îdarekirina bajarên xwe, em dikarin ji îro ve bingehê xweîdarekirina kurdan ava bikin.

Bêguman, ev perspektîfa bi şîara,’’Werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, werin em bajarê xwe bi hev re îdare bikin! ’’ ku em pêşniyar dikin, dê li himberî dê îhtîmala ku Dewleta Tirkîyeyê qeyûman dêne ser şaredarîyan jî wazîfe û roleke gelekî xurt û bi bandor ya parastinê bilihîze.

Di îhtîmala ku qeyûm dînin ser şaredarîyan de, potansîyela herî berfireh ya sivîl, sîyasî, meslekî, demokratîk û civakî dê li namzedên xwe yên li gorî vê pêşniyarîya me, li ser esasê çerçoweyeke sîyasî û bernameyeke xebatê ya bi awayekî hevbeş bêne dîyarkirin, xwedî derkevin. Dewleta Tirkîyeyê jî dê weke nuha û bi vê hêsanîyê nikaribe qeyûman dêne ser şaredarîyan.

Li bajarên metropolên Tirkîyeyê em Platformên Herêmî yên Kurdan ava bikin

Em dibêjin, li bajarên metropolên Tirkîyeyê yên ku nufuseke kurdan ya zêde lê hene, divê Platformên Herêmî yên Kurdan (weke Platforma Kurdên Stenbolê, Platforma Kurdên Îzmîrê, Platforma Kurdên Mêrsînê û hwd) bêne avakirin.

Li bajarên metropolên Tirkîyeyê yên ku nufuseke zêde ya kurdan lê hene, em dikarin, bi beşdarîya dezgehên sivîl, partî û grûbên sîyasî yên kurdan, nûnerên jin û ciwanên kurdan, karsaz û ji hemû beşên civatê kesayetên qebûlbar ên kurdan, platformên herêmî ava bikin.

Van platformên herêmî, di derbarê ziman û kultura kurdî, maf û azadîyan, perwerde, tenduristî, piştgirî, lihevxwedîderketina di nava kurdan de, di bajarên metropolan de dikarin wazîfe û rola wek Organîzasyona Temsîla Kurdan bilîzîn. Dikarin di dema hilbijartinan de wek alîyê kurdan bi hemû partîyên sîyasî re hevdîtinan bikin, li ser esasê qebûlkirina daxwazên kurdan dikarin hevkarîyên hilbijartinan pêk bînin. Herweha dikarin bi namzedên xwe jî beşdarî hilbijartinan bibin.

Platformên Herêmî yên Bajarên Metropolên Tirkîyeyê, helbete ku dive ne bes ji bo hilbijartinan bêne avakirin. Ew platform dikarin weke aktorên bi bandor û mayinde, li bajarên metropolan, li himberî êrîş û neheqîyên li ser kurdan, helwestên hevbeş bigrin û wazîfe û rola Organîzasyona Temsîla Kurdan jî bilîzin.

 

 

Di hilbijartinên parlamentoyê û hilbijartinên herêmî de û di derbarê guhertinên di Qanûna Bingehîn de daxwazên acîl yên miletê Kurd

Partîya me bangî potansîyela herî berfireh ya kurd û kurdistanîyan dike ku em di dema hilbijartinên parlamentoyê û hilbijartinên herêmî de û di derbarê guhertinên di Qanûna Bingehîn de, li ser van daxwazên acîl ên miletê Kurd dest bidin hev û helwesteke hevbeş bihûnin:

1-Divê hemû operasyonên leşkerî, şer, şîdet û çalakîyên çekdarî bêne rawestandin. Divê Dewleta Tirkîyeyê bi potansîyela herî berfireh ya sîyasî, sivîl, demokratîk ya civata Kurdistanê re dîyalog û danûstendinan dest pê bike û ji bo çareserîya aştîyane gavên sîyasî bavêje.

2-Divê hebûna miletê Kurd û perwerdehîya bi zimanê kurdî (kurmancî, kirdkî-zazakî) bêne qebûl kirin. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Divê ev maf di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên Dewleta Tirkîyeyê de bêne garantî kirin û parastin.

 

3-Divê hemû astengî û qedexeyên li pêşîya azadîya ramanî, dînî û rêxistinî bêne rakirin. Divê qedexeyên li ser navê Kurdistanê û li ser dezgeh û partîyên bi navê Kurdistanê ji holê bêne rakirin. Divê ev maf di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên Dewleta Tirkîyeyê de bêne garantîkirin û parastin

 

4-Divê Dewleta Tirkîyeyê hemû peymanên ku li gel Neteweyên Yekbûyî, welatên Yekitîya Ewropayê îmze kirine û hemû peymanên navdewletî bi cîh bîne, hemû şerhên xwe yên danîye ser peymanan ji holê rake.

 

5-Divê hemû navên gund, bajar, bajarok û navçeyên cografîk yên li Kurdistanê ku bi navên tirkî hatine guherandin, weke orjînalên wan yên berê, bi awayekî yasayî paş de bêne guherandin.

 

6-Divê hemû kesên ku ji ber xebata xwe ya siyasî û ji ber nivîsandin û îfadekirina fikrê xwe di hefsan de ne bêne berdan; dawî li van hemû doz û daweyan bêne anîn û herkes bikaribe vegere welatê xwe.

 

7-Divê hemû neheqî, zext, qedexe û astengîyên qanûnî, fîîlî û civakî yên li ser jinan bêne rakirin.

 

8-Divê cîhê mezelê Şêx Seîd, Seyîd Riza, Xalid Begê Cibrî, Sêidê Nûrsî û hemû rêberên gelê Kurd bêne aşkerekirin.

 

Modela rêveberîyên herêmî ya nemerkezî, neteweyî, demokratîk û girseyî

Modela rêveberîyên herêmî ya neteweyî, demokratîk, nemerkezî ku bi beşdarîya gel pêk were, dikare li Bakurê Kurdistanê bibe model û nimûyeke desthilatdarîya herêmî. Me di bernameya partîya xwe de mafê çarenûsîya miletê kurd (federasyon, konfederasyon, serxwebûn), azadîya miletê kurd, bi awayekî aştîyane bi pêkvejîyana hemû pêkhateyên civatê, avakirina civat û sîstemeke demokratîk, weke armanca xwe ya esasî terîf kirîye. Em di wê bawerîyê de ne ku ev modela desthilatdarîya herêmî, dikare bibe projeya avakirina bingeha vê armancê. Ango, ev proje, bi rêya hilbijartinan û bi îradeya gel, bi rê û rêbazên aştîyane, demokratîk, dê zextê bide Qanûna Bingehîn û yasayên heyî; dê zorê bide vê sîstema ku li ser hişmendîya yek dewlet, yek milet, yek welat, yek ala, yek ziman, yek dîn, yek mezhebê hatîye ava kirin. Û bi vê hişmendî û rêbazê dê bi awayê fiîlî desthilatdarîyên herêmî bêne avakirin. Belê; ev proje, herweha projeyeke bêîtîatîya sîvîl e.

PWK, di wê bawerîyê de ye ku di rêveberîyên herêmî yên bi hişmendîyeke neteweyî, demokratîk ku bi îradeya potansîyela herî berfireh ya civatê hatibe avakirin de, divê hemû hatin û dahatên rêveberîyên herêmî bi awayekî rasyonel bêne bikaranîn û divê bi awayekî adîlane û li ser pîvanên wekhevîyê bêne dabeşkirin. PWK dibêje ji bo bicîhanîna vê perspektîf û armancê, divê plan û bernameyên dûr û dirêj bêne amadekirin.

PWK, gava bi serê xwe yan bi rêya tifaq û hevkarîyan, di rêveberîyên herêmî de bibe desthilat; dê li gorî vê armanc û perspektîfa ku li jorê me terîf kirîye, modeleke birêvebirina rêveberîyên herêmî ava bike û pêk bîne. Teva ku di şert û mercên em weke PWK nikaribin beşdarî hilbijartinan bibin jî ev perspektîfa sîyasî û vê modela ku em li xwarê pêşkêş dikin, emê dîsa biparêzin, bînin rojevê û piştgirîya dê bikin.

- Divê kar û bar û xizmetên ku ji bo perwerde, kultur, xweza, avahî, zîreet, ewlehî, veguhestina nav bajêr, ji alîyê rêveberîyên herêmî ve bêne îdarekirin. Ji bo van beşên xizmetê, divê dezgeh û beşên rêveberîyên herêmî xwedîyê biryar û desthilata esasî bin.

-Divê rêveberîyên herêmî lê bixebitin ku daxwazên acîl ên miletê Kurd pêk bên û di Qanûna Bingehîn û yasayên peywendîdar de bêne bicîhanîn.

- Avakirina rêveberîyeke herêmî ya bi beşdarî û îradeya hemû beşên civatê, bi sîstem û hişmendîyeke nemerkezî, demokratîk, şefaf, pirzimanî, pirlehçeyî, pirkulturî û pêwîstîyên hemû beşên civatê dide ber çavan, rêzê li hemû dîn û mezheban bigire dê bê armanc kirin.

-Di rêveberîyên herêmî de, li gel tirkî, dê zimanê kurdî (kurmancî, kirdkî-zazakî) û li her cîhê ku kîjan ziman zimanê piranîya gelê dê derê be, dê wek zimanê fermî bê qebûl kirin.

-Dê piştgirî û alîkarîya hemû xebat û lêkolînên ji bo ziman, kultur û dîroka kurdan û gelên din ên li wan bajaran dijîn, bêne kirin. Ji bo alîkarîya pirtûk, rojname û kovarên di vê derbarê de xebatê dikin, ji bo telewîzyon û radyoyên bi zimanên cuda yên gelên wî bajarî weşanê dikin, dê navend û dezgehên taybetî bêne avakirin. Dê alîkarîyên pir alî li festîwal, konferans, şahî û çalakîyên dînî, kulturî, civakî bêne kirin.

-Navên, gund, bajar, bajarok û navçeyên cografîk yên li Kurdistanê ku bi navên tirkî hatine guherandin weke orjînalên wan yên berê, bi biryarên rêveberîyên herêmî bi kurdî û bi zimanên din dê bêne îadekirin. Navên hemû cîh û waran dê bi tirkî, kurdî û zimanên dê heremê bêne bikaranîn.

 

-Îmkanên rêveberîyên herêmî jî di nav de dê li gel weqif, dezgehên meslekî û sîvîl yên civakî û karsazan li hemû bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, ji seretayî heta lîseyê dibistanên bi perwerdeya zimanê kurdî bêne vekirin û li her tax û mehelê dê ji bo zarokan kreşên belaş ku bi zimanê kurdî perwerdeyê dikin, bêne vekirin. Herweha dê ji bo fêrkirina zimanê kurdî kursên belaş bêne vekirin û pirtûkên ku zimanê kurdî fêr dikin belaş li malbatan bêne belavkirin.

-Bi biryara rêveberîyên herêmî hemû aşxane, hotêl û kafeteryayên li Kurdistanê dê menûyên xwe bi tirkî û kurdî amade bikin. Li cîhên tûrîstîk dê zimanên biyanî jî di menûyan de hebin.

 

-Li gel hemû dîn, mezheb û bawerîyan dê bi awayekî adîl û li ser pîvanên wekhevîyê peywendî bêne danîn; bi prensîba cudakarîya pozîtîf dê alîkarîya hemû mizgeft, cemxane, dêr û hawrayan bêne kirin. Ji bo her bawermendîyekê dê cîhên îbadetê bêne avakirin.

-Ji bo ku jin bikaribin rêxistin û dezgehên xwe yên taybet ava bikin, ji bo ew bikaribin beşdarî jîyana sîyasî, aborî, çandî, civakî bibin, dê li ser esasê cudakarîya pozîtîf û wekhevîya cînsîyetan alîkarî û piştgirîya jinan bê kirin. Ji bo jin di rêveberîyên herêmîyan de bikaribin kar bikin dê cudakarîya pozîtîf bê bi cîh anîn. Jin dê di desthilatdarîya rêveberîyên herêmîyan de xwedîyê gotin û biryarê bin. Li dijî cudakarî û şîdeta li ser jinan tedbîr bên sendin. Ji bo alîkarîya jinan dê navendên parastin, piştgirî, alîkarî û şêwrê û dê kooperatîfên jinan bêne avakirin.

-Ji bo fêrbûna zimanên biyanî, ji bo kursên amadekarîyê yên ji bo îmtihanên lîse û unîwersîteyan, ji bo fêrkirina kar ya meslekî ya di beşên cuda de, ji bo perwerdeya bikaranîna platformên dîgîtal dê kurs û navendên perwerdeyê yên belaş bêne vekirin.

-Ji bo zêdetir tûrîst bêne Kurdistanê û ji bo piştgirîya sektora tûrîzmê dê navendên taybetî bêne avakirin, dê rehberên tûrîzmê bêne wazîfedarkirin û di vê derbarê de dê alîkarî û hêsankararîyên berfireh bêne bicîhanîn.

-Ji bo rêvberîyên herêmî yên li Kurdistanê bi rêveberîyên herêmî yên welatên cuda re peywendîyên dostane pêk bînin û ji bo ava kirina ‘’bajarên xuşk û bira’’ dê navendên taybetî bêne avakirin.

-Cejna Newrozê  û Cejna Karkeran ya 1ê Gulanê dê weke roja betlaneya fermî bê qebûl kirin. Li cîhên ku gelên ji dînên cuda lê piranî ne dê rojên cejnên dînê wan weke betlaneya fermî bêne qebûlkirin.

-Qanûnên hilbijartinê yên nedemokratîk rê li ber dê yekê digre ku alîyên sîyasî beşdarî hilbijartinan bibin. Ji ber vê rastîyê emê li gel meclîsên hilbijartî yên bajar û navçeyan; li gorî taybetmendîyên her bajar û navçeyê Meclîsên Herêmî yên Sivîl ava bikin. Meclîsên Herêmî yên Sivîl dê ji nûnerên pêkhateyên etnîkî, dînî, mezhebî, civakî yên potansîyela herî berfireh ya wî bajarî û navçeyê pêk bên.

Meclîsên Herêmî yên Sîvîl, dê li ser nirxên wekhevî, edalet, azadî, demokrasî, aştî, xweşbînî, piştgirî, hevduqebûlkirin û rêzlihevgirtinê bêne avakirin.

Meclîsên Herêmî yên Sivîl, dê di çêkirin û bicîhanîna bernameyên ji bo xizmetguzarîyên herêmî, ji bo pêkanîna pêwîstîyên etnîkî, ziman, çandî, dînî, mezhebî, civakî, aborî û xwedîyê gotin, biryar û desthilatê bin û dê çavdêr û kontrolêrê wan biryaran bin.

-Di xizmetguzarîyên rêveberîyên herêmî de, dê pîvan û prensîbê esasî ew be ku hemû îmkanên rêveberîyên herêmî bi awayekî berhemdar, ekonomîk, plankirî û li gorî berjewendîyên xelkê wî bajarî bêne seferberkirin û xerckirin.

-Rêveberîyên herêmî dê hemû biryar û kiryarên ku zerarê didin xwezayê îptal bikin. Hemû proje û xizmetguzarî dê li gorî hişmendî û kultureke ku mirovayetî, nirxên dîrokî û çandî, hemahengîya xwezayê diparêze bêne avakirin û pêkanîn.

-Li gel wesayîtên birayî, veguhestina bi otobus û amûrên din yên girseyî bi awayekî berfireh dê bêne bikaranîn. Ji bo xelkê wî bajarî îmkanên herî erzan ên veguhestinê dê bêne avakirin. Ji bo zarok, kêmendam, kesên hejar, pîr, kal û şagirtên dibistanan dê veguhestina nav bajêr belaş be.

-Ji bo hemwelatî û bi taybetî jî ji bo kesên hejar xanîyên erzan, saxlem ku li himberî erdhejê bikaribin xwe bigrin bêne avakirin, dê hemû hêsankarî bêne bicîhanîn. Ji bo ji nû ve avakirina bajêr dê bernameyên taybetî bêne çêkirin. Hefizaya bajaran ya dîrokî, kulturî, mîmarî, civakî û dînî dê were parastin.

-Divê xizmetguzarîyên perwerdeyê di bin desthilatdarîya rêveberîyên herêmî de bin. Divê hemû beş û astên perwerdeyê belaş bin. Ji bo kesên kêmendam jî divê perwerdeyeke belaş bê organîzekirin.

-Jibo perwerdeyeke demokratîk, rexnegir û zanistî ku rêzê li hemû nasname, çand, ziman û dînan digre û wekhevîya cînsîyetan diparêze dê xebat bêkirin.

-Divê xizmetguzarîyên tenduristîyê di bin desthilatdarîya rêveberîyên herêmî de bin. Divê ji bo hemû hemwelatîyan hizmetên tenduristîyê belaş bin. Divê li gorî pêwîstîyan û bi awayekî hêsan xizmetên tenduristîyê bigihêjin hemû hemwelatîyan. Divê garantîyên ewlekarîya civakî ji bo hemû hemwelatîyan hebe. Divê xizmetguzarîyên tenduristîyê jibo her kesî bi zimanê dayikê bêne pêkanîn.

-Li gorî şertên her bajar, navçe û taxê dê hol û bingehên sporê, pîstên meş û bezê, birkên melevanîyê, rêyên taybetî yên bisîkletan bêne avakirin û hemwelatî dê belaş feydê ji van cîhan bigrin.

-Ji kesên muhtac re dê belaş mal, cîh û warên hizmet û razanê bêne avakirin. Ji kesên ku bêxwedî ne, li malên wan jî dê xizmeta belaş bê organîzekirin.

-Hemû rê, avahî, otobus, rawestgeh, cîhên lîstikên zarokan û hemû cîhên peywendîdar dê li gorî pêwîstîyên kêmendaman bêne çêkirin. Ji bo kêmendaman dê cîh û war û holên taybet bêne avakirin. Ji bo kêmendaman di wergirtina kar de dê cudakarîya pozîtîf bê bikaranîn û dê kûrs û cîhên perwerdeyê ji kêmendaman re bêne vekirin.

-Ji bo zarokan dê navend û dezgehên taybetî bêne avakirin. Kolan, dor û bera dibistanan, cîh û warên sporê, park û cîhên lîstika zarokan dê weha bêne avakirin û organîzekirin ku zarok bi hêsanî bikaribin feydê jê werbigrin.

-Ji bo ciwanan dê navend û dezgehên taybetî bêne avakirin. Ciwan dê di biryargirtin û rêveberîya şaredarîyan de xwedîyê gotin, desthilatî û biryarê bin. Ji bo ciwan bikaribin di warên perwerde, tenduristî, kar û pêwistîyên jîyanê de bi hêsanî û bi berhemdar feydê werbigrin, dê alîkarî û bernameyên taybetî bêne bicîhanîn.

-Ji bo hemwelatîyên hejar dê navendên xwarînê yên belaş bêne avakirin.

-Li gorî rewş û pêwîstîyên her bajar û navçeyêkê, dê îmkanên nû ji bo kar bêne avakirin. Ji bo karên nû dê alîkarî û piştgirîya hemwelatîyan bê kirin.

-Li hemû bajaran dê pirsgirêka otoparkan bi awayekî mayinde bê çareserkirin.

-Di hemû xizmet û projeyên şaredarîyan de dê ruşwet, gendelî weke tawan bê qebûlkirin û  bi tu awayî dê rêneyê dayin ji bo van tawanan.

Di derbarê hilbijartina herêmî ya 31ê adara 2024ê de helwesta partîya me

Meclîsa Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), ji bo hilbijartina herêmî ya 31ê adara 2024ê bangî partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û meslekî û kesayetên qebûlbar kir û pêşnîyar kir û got: ‘’Bi beşdarîya potansîyela herî berfireh ya civata Kurdistanê, li ser daxwazên acîl yên miletê kurd û bi perspektîfa ku em modela nemerkezi, neteweyî, demokratîk ya rêvebirîyên herêmî bi hev re ava bikin, werin em Platformên Hilbijartinên Herêmî ava bikin û werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, em bajarên xwe bi hev re îdare bikin’’. Lê teva ku beşekî fireh ya civatê û gelek dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar bi awayekî erênî pêşewazîya vê pêşnîyarîya me kirin jî partîyên sîyasî xwe nedan ber vê pêşniyara me û Platformên Hilbijatinan yê Herêmî nehatin ava kirin. Helbete ev encam nayê wê maneyê ku sîyaset û pêşniyarîya me xelet bû. Bi ya me, xeletî di wê yekê de bû ku partîyên sîyasî li gorî hişmendîyeke hevbeş tevnegerîyan, bi sîyaseteke xelet û bi hişmendîyeke ezezîtîyê tevgerîyan û di encamê de xwe nedan ber avakirina Platformên Hilbijartinan yên Herêmî yên hevbeş.

Qanûnên nedemokratîk yên Dewleta Tirkîyeyê rê nadin ku em li ser navê partîya xwe beşdarî hilbijartinan bibin.

Piştî ku Platformên Hilbijartinan yên Herêmî yên hevbeş nehatin ava kirin, di rewşa ku îro heyî de; PWK dê di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024ê de li gorî vê perspektîfa sîyasî û modela rêveberîyên herêmî ku me li jorê terîf kirîye, dengê xwe bide namzedên welatperwer, demokrat yên ku ji bo Kurdistanê statuyeke sîyasi, milî, cografî û daxwazên lezgînî yên miletê kurd di deklerasyonên xwe yên hilbijartinê de bicîh bikin û biparêzin. Li cîhên ku namzedên bi van xisûsîyetan tunebin, em dê dengê xwe nedin tu kesî.


Meclîsa Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

---------------------------------------- & ----------------------------------------

En bild som visar text, visitkort, logotyp, Teckensnitt Automatiskt genererad beskrivning                       

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin